Mizrakli: Hêvî û navnîşana çareseriyê Îmralî ye

Parlamenterê HDP'ê yê Ameadê Selçûk Mizrakli diyar kir ku hêvî û navnîşana çareseriyê li Îmralî ye û got: “Li Tirkiyeyê sedama krîza aborî, siyasî, hiqûqî û kaosê tecrîdkirina birêz Ocalan e. Ji bo vê yekê divê tecrîd ji holê rabe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ye bi parêzerên xwe, ji 5’ê Nîsana 2015’an ve bi Heyeta Îmraliyê re û ji 11’ê Îlona 2016’an ve ye jî bi malbata xwe re nikare ti hevdîtinê bike. Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ye di bin tecrîdeke giran de ye. Ji bo rakirina tecrîdê bi taybetî parêzerên Ocalan û siyaseta Kurd serî li gelek saziyên eleqedar dan lê ti encam nehat bidestxistin. Herî dawî jî Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven a ku ji meha Çileya 2018’an ve di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de girtiye ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û çalakiya Guven di roja 66’an de didome.

Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, parlamenterê HDP'ê yê Amedê Dr. Selçuk Mizrakli nirxandin kir.

‘RÊYA JIYANÊ BI VEKIRINA DERIYÊ ÎMRALIYÊ RE VEDIBE’

Mizrakli da zanîn ku hêvî û navnîşana çareseriyê li Îmralî ye û wiha axivî: “Li Tirkiyê sedema krîza aborî, siyasî, hiqûq, pirsgirêkên demek dirêje nayên çareserkirin û kaosê, tecrîdkirina birêz Ocalan e. Eger rêya Îmraliyê bê vekirin û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin wê li Tirkiyeyê rêya demokrasiyê, hiqûq û perdeya li ser rêya maf û edaletê bê rakirin. Berî demekê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji aliyê Ocalan û gelê Kurd ve pêngavên girîng hatin avêtin. Bi taybetî jî ji bo çareseriyê hewldanên girîng ê Birêz Ocalan çêbûn. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê, bêdengkirina çekan û demokratbûna Tirkiyeyê pêşniyarên girîng û fedekariyek mezin Birêz Ocalan kir. Ev fedekarî ji bo gelên Tirkiyeyê bû hêvî. Li gel vê fedekarî û hewldana çareseriyê rayedarên Tirkiyeyê pêvajo xitimand.”

‘TECRÎD LI SER GELAN TÊ MEŞANDIN’

Mizrakli anî ziman ku bi pêşengitiya Birêz Ocalan ji bo çareseriyê pêvajo hate destpêkirin, lê mixabin ji bo ku ev pêvajo têk biçe AKP’ê serî li hemû rêyan dan. Mizrakli destnîşan kir ku li gel fedekariya Birêz Ocalan, dewletê li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de sê rêhevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmaz qeti kirin. Mizrakli destnîşan kir ku li gel vê komkujiyê jî Birêz Ocalan dest ji rêya aştiyê berneda û wiha got: “Dema ku ev komkujî pêk hat Birêz Ocalan wiha dibêje;  ‘Ji bo tenê rêya aştiyê û çareseriyê vebe, ez ê vê êşê di kûrahiya dilê xwe de veşêrim’. Dema ku mirov li dîrokê dinêre ji sala 1993’an û vir veBbirêz Ocalan ji bo çareseriyê vîneke mezin daniye holê û ji bo çareseriyê ramanên aştiyê pêş dixe. Ji bo vê yekê jî tecrîd tenê li ser Birêz Ocalan nayê meşandin. Tecrîd li ser gelan tê meşandin.”

‘DENG BIDIN VÊ QÎRÎNÊ’

Mizrakli, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 66 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di grevê de ye û ev tişt got: “Bi Leyla Guven re li 36 Girtîgehan zêdetirî 163 girtî di çalakiya bêdawî de ne. Li Girtîgehan qîrînek bilind dibe. Diwir rolek mezin dikeve li ser milê siyaseta Tirkiyeyê, Saziyên Sivîl yên Tirkiyeyê, çapemenî, saziyên gerdonî, CPT, NY û Meclîsa Ewropa yê. Divê em vê qîrînê bibihîsin û deng bidin vê hewarê. Divê em guhê xwe vekin û ziman dîl neyê girtin. Ji bo vê qîrînê berpiryarî dikeve li ser milê her kesê. Ji ber ku polîtîkaya tecrîdê jiyanê tarî dike û ji bo vê jî divê em rêya aştî û demokrasiyê bidin vekirin.”

‘CPT ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ YE'

Mizrakli, nerazîbûn nîşanî bêdengiya CPT’î da û wiha pêde çû: “Teqes berpirsyarê tecrîdkirina Birêz Ocalan, çalakiyên li Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hatine destpêkirin CPT berpirsyar e. CPT bi vê nêzîkatiya xwe bûye parçeyek ji polîtîkayên hikûmetê û divê CPT li peywîra xwe xwedî derkeve. Di vir de rolek girîng a CPT heye. Berî sê rojan heyetek CPT serdana hevalên me yên li Ewropa ên di grevê de kirine. Ev serdana wan bi ti awayî nabe bersiv, eger CPT wiha tevbigere em ê êdî nikarin bejin saziyekî serbixwe ye û bê alî ye. Divê demildest CPT biçe Îmraliyê û ev tecrîda ku jiyanê tarî deke ji holê rabe. Heta tecrîd ji holê ranebe, aştî, aramî û demokrasî nayê vî welatî. Em hemû dibînin ku ger tecrîd ji holê ranebe û pirsgirêk çareser nebe rageşî û rojên dijwar li benda vî welatî ye. Berî sed salan dema Enver Paşa çû Sarikamişê bi hêviyek mezin bi rêket. Hêviyê wî yên mezin bûn sedema sed hezaran windahiyan. Di vê serdemê de pêngavên li Rojhilata Navîn ne pêngavên xêrê ne. Sedema vê yekê ji tenê tecrîde û ji bo vê yekê divê tecrîd ji holê rabe.”

‘AKP DI KEŞTIYA XEYALAN DE YE’

Mizrakli destnîşan kir ku AKP di gemiya xeyalan de li ser rê ye û got: “Her roja ku diçe baş tê dîtin ku rejîma AKP sîstema xwe ya faşîzane û mîtîngerî kûr dike. Ev sîstem, daxwaz û hêviya gel ji nedîtî ve tê. Ev rejîm weke ku di keştiya xeyalan de ye li ser rêya xwe ya takekesî dimeşe. Armanc û hedefa vê rejîmê tenê dîtina alîgirê wê ye û mafê jiyanê ji girseya muxalîf re nahêle. Rejîma AKP’ê pişta xwe li heqîqetê zivirandiye û berê xwe daye perdeya xeyalan. Hemû nirx dibin lingan de ye û Tirkiye di sendiromê de ye. Tişta dixwaze dibîne ya ku naxwaze bibine ji dûrve lê dinêre. Dibêje eger ez bixwazim bibinim pirsgirêk heye, eger naxwazim tuneye. Ji bo vê yekê jî AKP pişta xwe daye rastiyê. Leyla Guven wekîle û bêdengiya meclîsê xwe dispêre polîtîkya keştiya xeyalan. Lê eger ku ev rejîm naxwaze vê pirsgirêk bibine em ê herdemê vê pirsgirêk bixin çavên wan. Eger guhê wan nabihiste em ê di hindirê guhê wan de qîr bikin li wan bidin dîtin, bihsitin û fêm kirin. Ev jî berpirsyariyek me ye. Ji bo vê yekê çi ji destê kê tê bila bike û guh bidin qîrîna Leyla Guven.”