Mîtînga 8'ê Adarê ya Silopya: Em ber bi azadiyê ve dimeşin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li mîtînga 8'ê Adarê ya Silopya axivî û got, ''Jin wê koledariyê qebûl nekin.'' Guven her wiha got divê Ocalan azad bibe.

Li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê, jin bi coşeke mezin ber bi qada mîtinga 8'ê Adarê ve herikîn. Jin, bi cil, pankart û daxwazên xwe diherikin qada mîtîngê û qada mîtinga 8'ê Adarê xemilandin. 
 
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi sedan jin ji bo tev li mîtinga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bibin, bi cil û bergên xwe, pankart û dowîzên xwe û bi dirûşmeyan ber bi qada mîtîngê ve çûn. Mîtînga ku di pêşengiya Tevgêra Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Sîlopî hat organîzekirin, bi rêzgirtinê des pê kir. Mîtînga ku li qada Parka Newrozê bi dirûşmeya "Em berxwedanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" dest pê kir. Li qada mîtingê pankartên “Em berxwedanê bi rexistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” û “ 8'ê Adarê pîroz be” vekirin. 
 
Bi sedan jin ji Şirnex, Hezex, Taxên Sîlopî, Cizîrê berê xwe dan Qada mîtîngê. Jinên ku berê xwe dan qada mîtîngê cilên xwe yên herêma Botanê yên rengîn li xwe kirin û kolan neqişandin. Jinên ji derve hatin sîlopî, di ketina navçeya Sîlopî de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û nasnameya wan bi berfirehî seh kirin. Jinên ku nokteyên polîsan derbas kirin çûne qada mîtîngê. Jinên ku piştî lêgerinan derbasî qadê bûn, bi tilîlî, dirûşme û coşek mezin ketin qadê. Jinên li qada mîtîngê kom bûne, li ber stranan govendê digerînin. 
 
evseroka KCD'ê Leyla Guven di mîtînga Jinan a 8'ê Adarê ya li Navçeya Sîlopyayê de axafî u diyar kir ku ji bo jinan bêdeng bikin Dayika Taybet Înan, Sêvê li sîlopî qetil kirin û 3 jinên siyasetmedar li Parîsê qetil kirin û wiha got: "Lê em îro bi coşek mezintir li vir in. Em bêtir bi hêz bûne. Em îro pir bi şens in. Hemû cîhan me temaşe dike. Hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike." Guven bal kişand ser tecridkirina Ocalan û anî ziman ku bahar nêzîk e û aştî bi vekirina deriyê Îmraliyê pêkan e. 
 
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, mîtinga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi tevlêbûna hezaran jin û bi coşek mezin dest pê kir. Jinan bi cil û bergên xwe, pankart û dowîzên xwe û bi dirûşmeyan qada mîtîngê neqişandin. Mîtînga di pêşengiya Tevgêra Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Sîlopî hat organîzekirin, bi axaftinan dest pê kir. Mîtînga ku li qada Parka Newrozê bi dirûşmeya "Em berxwedanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" hat vekirin. 
 
'BI KUŞTINÊ NIKARIN VÎNA JINÊ TUNE BIKIN'
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li mîtîngê axivî. Guven diyar kir  ji bo jin li mala xwe rûnên Dayika Taybet qetil kirin û wiha got: "Em îro li qadan in. Ji bo em ne li qadan bin Dayika Taybet qetil kirin. Dîsa li Parîsê ji bo jin siyasetê nekin û dîplomasiyê nekin qetilkirin. Em dibêjin bi kuştinê û qetilkirinê nikarin vîna me mişkinin."  
 
'BI TECRÎDÊ DIXWAZIN DENGÊ KURDAN QUT BIKIN' 
 
Guven, anî ziman  îro li her derê li jinên Kurd temaşe dikin û dibêjin "Jinên Kurd li qadan çi dixwazin?" û wiha axivî: "Kurdan tu carî sînor nas nekirine. Niha li ser erdnîgariya me tecrid heye. Tecrîdê li ser Birêz Ocalan dimeşînin. Dixwazin dengê Kurdan di şexsê Ocalan de qut bikin. Em dibêjin hev hewldan vala ye. Hevalê me Zulkuf, Zehra û hevalên zindanê bi bedena xwe li dijî terîdê xwe feda kirin. Em dibêjin ku hûn aştiyek mayinde û bi rûmet dixwazin kerem bikin berê xwe bidin Îmraliyê." 
 
'EM JINÊN KURD BIŞENS IN'
 
Guven, anî ziman ku jinên Kurd bi şens in û wiha berdewam kir: "Em jinên Kurd pir bişens in. Dibe ku me gelek zor û zahmetî dîtibe. Dibe ku me gelek êş û jan dîtibe. Lê em pir bi şens in. Îro hemû cîhan qala Kurdan û têkoşîna jina Kurd dikin." 
 
Guven, bal kişand ser qedexeya li ser ziman jî û wiha lê zêde kir: "Îro dîsa dixwazin Kurdî qedexe bikin. Em dibêjin Em Kurd in. zimanê me Kurdî ye û welatê me Kurdistan e." 
 
Guven, bal kişand ser coş û tevlêbûna mîtîngê û wiha got: "Ev tevlêbûn hêza jinê û vîna jinê nişan dide. Biryara jinê û têkoşîna jinê nîşan dide. Ger ku em hev bigirin u tifaqa xwe xurt bikin. Em qada 8'ê Adarê biginîn qada Newrozê em ê serkeftina xwe xurttir bikin. Em ê bersiv bidin wan. Kurdan li Enqereye di Kongreyê de bersiv dan. 30 hezar di kongreyê de  kom bûn. Gelê Kurd di kongreyê de bi yek dengi gotin "Bijî Serok Apo" û peyama xwe dan. 
 
 'BILA BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE'
Guven her wiha got:  Em dibêjin dayikno vaya Bahar hatiye. Li çiya Bahar hatiye. Em dixwazin carek din deriyê Îmraliyê vebe. Bila Birêz Ocalan azad bibe. Di nava civaka xwe de xebata xwe bimeşîne. Bila muzakere dest pê bikin. Em hevî dikin di rojên pêş de rojên muzakereyan dest pê bike û rojên xweş li benda me ne. Jin jiyan azadî"