Mitebeqata DYE–TC'ê ya qirkirinê ye, heta dawî berxwedan

Kalkan diyar kir, ku mitebeqata DYE-TC’ê bi wê mebestê ye ku dagirkeriyê temam bikin û got, "Berbiçav e ku mitebeqta DYE-TC’ê belgeya qirkirina Kurdan e. Kurd û gelên din li dijî vê wê heta dawî li ber xwe bidin û dawî li dagirkeriyê bînin."

Endamê Komîteya PKK’ê Duran Kalkan têkilî êrîşên dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, peymana agirbestê ya di navbeyna DYE-TC’ê de ji ajansa me re axivî.

Li Imraliyê tecrîd tê girankirin û didome. Têkiliya di navbeyna tecrîdê û êrîşên dagirker ên Rojava de çi ye?

Em di salvegera 22’an a Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de ne, ku bi pêşengiya DYE’yê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû. Bi encama van êrîşan 15’ê Sibahta 1999’an komplo çêbû û pergala tecrîd û êşkenceyê ya Imraliyê derkete holê. Li ser vê xalê divê em komploya navnetewî û pergala êşkence û tecrîdê ya li Imraliyê rast fêhm bikin. Êrîşa komploya navnetewî bêguman ne tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye ber xwe, berevajî, di şexsê Rêbertiyê de hemû Kurd kirine hedefa xwe. Her wiha pergala êşkence û tecrîdê ya li Imraliyê ne tenê pergala zextê ye, jê wêdetir pergala qirkirinê ye. Ango pergala Imraliyê ya 21 salan bi esaasî pergala qirkirina Kurdan e. Li Imraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd çi tê kirin, heman tişt li ser Kurdan tê kirin. Her wiha di serî de dewleta TC’ê, pergala modernîteya kapîtalîst a global li ser Kurdan çi dike û çawa înkar û îmhayê ferz dike, heman tişt li Imraliyê jî tê kirin. Têkiliya Imraliyê û Kurdistanê, Abdullh Ocalan û hebûna gelê Kurd û azadiya gelê Kurd wiha di nav hev de ye.

Heke em bala xwe bidinê dema ku li Imraliyê êşkence û tecrîd tê girankirin, ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê, li ser hemû parçeyên din ên Kurdistanê paralelî vê êrîşên qirker têne zêdekirin. Tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Apo ya li Imraliyê li çar parçeyên Kurdisstanê li ser gelê Kurd dibe êrîşa dagirkeriyê û qirkirinê. Lê tecrîd û êşkenceya ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve hatî girankirin jî, di serî de li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, mîna êrîşên faşîst û qirker ên li ser gel zêdekirin. Li holê ye ku di van 5 salên dawî de li Bakurê Kurdistanê li her qadê çawa êrîşên dagirker û mêtinger ên TC’ê hatine kirin. Êrîşên dagirker û qirker ên TC’ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê Efrînê dest pê kirin parçeyek ji vê ye. Ango êrîşên li ser pergala Imraliyê ne tenê Rojava, hemû Kurdistanê dikin hedefa xwe. Ji ber ku li Imraliyê pergala êşkence û tecrîdê heye, êrîşên dagirker û qirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê têne kirin. Naxwe bidawîbûna pergala êşkence û tecrîdê ya li Imraliyê, parçekirina vê, wê bike ku Kurdistan azad û demokratîk bike.

Weke ku tê zanîn, ji 9’ê Cotmehê û vir ve di navbeyna dagirkeriy TC’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û gelan de şerekî giran heye. Her çendî 17’ê Cotmehê di navbeyna DYE û TC’ê de agirbesteke 5 rojî jî hatibe ragihandin jî tê diyarkirin ku car caran şer didome. Biya we sedema şerê berdest û encamên wê çi ne?

Sedema şerê navborî hişmendiya mêtinger û qirker û siyaseta TC’ê ye û ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku dijminê Kurdan e û serdestê TC’ê ye û rê ve dibe. Dewleta TC’ê û rêveberiya Tayyîp Erdogan ji Şerê Cîhanê yê Sêyan dixwazin sûd werbigirin, qirkirina Kurdan temam bikin, hemû neteweyan û çandan tine bikin û civak û dewleteke yek ziman û yek çand ava bikin. Hêzên mîna DYE û Rûsyayê ku siyaseta global dikin ji bo berjewendiya xwe fersendê didine vê hişmendî û siyaseta qirker.

Dewleta TC’ê ku ev fersend û derfet jî dane pişt xwe, ji hêlekê ve li Bakurê Kurdistanê êrîşeke qirker rê ve dibe û li ser vê hîmê li ser Başûrê Kurdistanê jî zexte dike, ji hela dî ve jî, ji bo ku Kurdbûna Rojavayê Kurdistanê biqedîne û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tine bike, ji 9'ê Cotmehê ve dagirkeriyê û êrîşên qirker didomîne.

Li ser vê bingehê jiyana azad û demokratîk a Kurdên Rojava û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û mafê xwerêveberiya wan tê xwestin ku were tinekirin. Ji ber ku di serî de Kurd, gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê rêxistiniya xwe kirin û bi yek dengî çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê têk birin, yek ji mezintirîn şoreşa azadiyê ya dîrokê pêk anîn, pergala rêveberiya xweser a demokratîk li ser biratiya gelan ava kirine. Ev pergal û hebûn û azadbûna Kurdan dewleta TC’ê ku hebûna xwe li ser tinekirina Kurdan ava kiriye ditirsîne, zora guherîna hişmendî û siyasetê li ser wan dike. Ji ber ku ji vê xilas bibin, dewleta TC’ê û desthilata wê AKP-MHP van êrîşên qirker û dagirker didomîne.

Divê em careke dî diyar bikin; êrîşên ku dewleta TC’ê 9’ê Cotmehê dayî destpêkirin êrîşên dagirker û qirker in. Ango bi çarçoweya sûcê mirovahiyê ne. Dewleta TC’ê dema ku sûcekî wiha yê mirovahiyê dike, bi esasî xwe dispêre ser endamtiya NATO’yê û endamtiya NY’yê. Desteka DYE û Rûsyayê bi kar tîne. Ji ber vê, ji dagirkerî û qirkeriya navborî NY, NATO, DYE û Rûsya berpirs in. Her wiha dewleta TC’ê êrîşa qirker û dagirker a navborî li ser navê Tirkitiyê dike û derfetên Tirkiyê bi kar tîne. Ji ber vê jî civaka Tirkiyê û hêzên wê jî dike hevparê vê. Ango berpirsyariya wan jî heye. Bêguman qelsbûna ji hêla hişmendî, rêxistinî û yekîtiyê ve ya civaka Kurd jî zemînê ji êrîşekeke wiha ya hov re çêdike. Ji ber vê jî divê qelsbûna ji hêla hişmendî, rêxistinî û yekîtiyê ve ya Kurdan jî divê berpirs were dîtin û bi teqezî divê ev werin çareserkirin.

Tayyîp Erdogan jî înkar nake ku yê şerê 9’ê Cotmehê dayî destpêkirin ew e. Ji bo sedema sereke jî dibêje, ‘’Em ê destûrê nedin ku Kurd bibin xwedî statûyeke siyasî’’. Bi vê çarçoweyê, bi desteka DYE û Rûsyayê, bi bikaranîna hemû derfetên Tirkiyê, 9 rojÊn pêşî êrîşeke hovane aniye û komkujî kiriye. Di vê êrîşê de bi esasî balafir, tang û top bi kar anîne û guh nedane ti rêgezên sincî û hiqûqî. Di serî de li Serêkaniyê, li gelek bajaran komkujiya sivîlan hatiye kirin, êrîşên gaza kimyewî ya qedexe bi kar anîne. Bi vê çarçoweyê bi sedan sivîl hatin kuştin, ji 600’î zêdetir sivîl hatin birîndarkirin, Sekretera Giştî ya Partiya Dahatuyê ya Sûriyê Hevrîn Xelef hate înfazkirin, bi dehan zarok bi gaza kimyewî şewitîn.

Li gel sûcê mirovahiyê yên navborî jî, diyar e ku leşkerên rêveberiya Tayyîp Erdogan ê faşîst di dagirkeriyê de bi ser neketiye û plan negihaye armanca xwe. Di vê pêvajoyê de li Serêkaniyê û derdora wê her çendî ji hêla leşkerî ve ketibin hin deveran jî, qada bi kûrahiya 32 km ya ku di navbeyna Girê Spî û Serêkaniyê de kiribû armanc bi dest nexistiye. Berevajî, artêşa TC’ê ya dagirker û bermayên DAÎŞ-EL Qaîdeyê derbên giran xwarine. Di serî de QSD, hêzên YPG û YPJ’ê, gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya faşîst a TC’ê berxwedaniyeke bi lehengî dane.  Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt Kurdan, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê, jin û ciwanan destekeke mezin dane berxwedanê, di serî de yekîneyên Ereb û Ewropî, gelek dewlet û rêveberî li dijî dagirkeryia TC’ê derketine. Di dawiyê de, dewleta TC’ê û desthilata AKP-MHP’ê ji bilî komkuijyan, sûcê mirovahiyê tiştek bi ser nexistine. Kurd û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji hêzên cuda gelek destek standine, doza azadiyê kirine mijara sereke ya cîhanê û mirovahiyê.

Sedema agirbesta 17’ê Cotmehê ya di navbeyna DYE û TC’ê de çiye? Çima encameke mîna agirbestê derkete holê?

Diyar e, ên ku agirbest ragihandin, ji ber ku di şer de negihaştine armanca xwe û ji ber ku bi ser nekeketine agirbest ragihandine. An na, heke bigihaştana armanca xwe, wê hewceyî bi hewldaneke agirbestê ku navbeynê bidine şer nedîtana. Wê plansaziyên xwe bi ser bixstina û serfiraziya xwe ragihandana. Ji ber ku wiha nebûye, mirov divê wê tespîtê bike ku êrîşa dagirker bi ser nektetiye, li bara berxwedana gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, hêzên QSD’ê û li bara berxwedana mirovahiyê bi ser neketine.

Tê gotin, Trûmp û Erdogan ji bo politikaya navxwe, ji bo ku di siyaseta navxwe de bi ser bikevin biryar li ser şerekî wiha dane. Weke ku tê zanîn, Rêveberiya faşîst a Tayyîp Erdodan li ber hilweşînê ye. Di hilbijartinên xwecih ên 31’ê Adarê û 23’yê Hezîrane de şikest. Lê bi êrîşên wiha yên dagirker û komkujiyan desthilat dikare temenê xwe dirêj bike. Serokê DYE’yê Trûmp jî hema hema wê ji kar were standin. Zêde siûda wî tine ku hilbijartina bê bi ser bikeve. Ango herdu jî pê hewce ne ku rojevê biguherin û hem jî li siyaseta navwe destkê bidin pey xwe. Ji ber vê, bi gotina Trûmp biryar li ser ‘’şerekî bêmane’’ dan  û dane destpêkirin. Bi rastî jî gihaştin armanca xwe? Ya ku ji Tirkiyê û Emerîkayê xuya dike nîşan dide ku qet ne wiha ye. Lê encama wê ya rastî wê meh û salên pêş me nîşan bidin. Diyar e ku şerê navborî wê van du desthilatan jî birûxîne.

Her çendî balafir, tang û top û çekên giran hatibin bikaranîn jî, diyar e ku artêşa TC’ê ya dagirker di şer de windahiyên mezin dane û bi ser neketiye. A girîngtir dewleta TC’ê li hemû cîhanê tecrîd bûye.  Bi vê êrîşa dagirker bi daxwaza ku hebûna Kurdan û mafên wan tine bike, berevajî hemû cîhanê rastiya Kurdan dîtine, meseleya Kurdan nas kirine û her kesî destekeke girîng daye Kurdan û têkoşîna wan a azadiyê. Ango dewleta TC’ê ya ku dixwaze Rojava dagir bike, dibe ku ya di dest de jî ji dest bide. Rewşeke wiha cara pêşî ye li cîhanê û li dîrokê pêk tê.  Ji ber vê, rêveberiya Erdogan bêgav  maye ku rewşê ji nû ve binirxîne û xwe bi ser hev de bîne.

Rewşa rêveberiya Trûmp a di şer de pir kambaxtir e. Hêzeke ku artêşa xwe ji herêma şer kişandî û neketî şer, diçe hewl dide ku agirbestê ragihîne. Tiştên wisa dijî hev dibin? Qenebe dema ku hêzên wan ên leşkerî  li qada Rojava bûne hewla vê bidana wê ev watedar bûya. Diyar e ku rewşeke sosret heye. Agirbest di navbeyna wan hêzan de tê kirin ku şerê hev dikin û dijberên hev in. DYE û TC di rewşa berdest de ne şer dikin û ne jî dijber in. Berevajî, herdu jî li eynî alî ne. Ez dibêjim qey di dîrokê de cara pêşî ye ku du hêzên li eynî eniyê agirbestê radigihînin. Baş e, rêveberiya Trûmp çima dikeve nav bêmanetiyeke wiha? Ji ber ku biryara Trûmp  ku leşkerê xwe ji Sûriyê vekişîne û rê li dagirkeriya TC’ê veke, hem li cîhanê , hem li koalîsyoan dijî DAÎŞ’ê û hem jî li DYE’yê ji hêla gelek kesan ve bû sedema helwestên mezin. Bi carekê re rêveberiya Trûmp li naverastê ma û kete rewşeke pir bêbandor. Ji bo ku heq ji vê rewşê derkevin û hinekî karîger bibin, rêveberiya Trûmp hewldana agirbestê anî rojevê. Rêveberiya Trûmp bi hewldanek wiha dixwaze xwe ji rewşa ku ketiye navê xilas bike.

Pêvajoya ku jê re agirbest tê gotin, wê bi kû ve biçe?

Bêguman ji ya ku hatî kirin re mirov bi maneya rastî nikare ‘agirbest’ bibêje. Tenê rêveberiya Trûmp wiha dibêje. Mînak, rêveberiya Tayyîp Erdogan dibêje, ‘’navberdayin’’, nabêje, agirbest. Diyar e ku di şer de westiyaye û ji ber vê navbeynê didiyê. Belkî jî, ji bo ku ji vî şerî, ku zêde hesabê wê nekiribû û bi ser neketî xilas bibe, dibe ku ev kiribe destpêk. Rewş wê çawa be êvara Sêşemê em ê bibinin. Hinekî jî hevdîtina Erdogan-Pûtîn wê renge şer diyar bike. Jixwe li eniyê rewşeke tam a agirbestê nîne. Daxuyaniyên ku alî didin, nîşan dide ku şer bi rengekî didome. Her wiha tê diyarkirin artêşa TC’ê ya dagirker sewqiyateke zêde li eniya şer dike û haziriyan dike. Hem daxuyaniyên Fermandariya Giştî ya QSD’ê û hem jî ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê yên li ser çapemeniyê bi vî rengî ne. Wiha diyar e, li holê bi rastî rewşeke ku mirov jê re agirbest bibêje, nîne.

Aliyên ku dibêjin wan agirbest ragihandiye, di rewşe berdest de, ew alî ne ku bi pozisyona herî qels in. DYE leşkerên xwe ji herema şer kişandin, rewşa berdest, tê diyarkirin ku leşkerên xwe ji Sûriyê dikişinin Iraqê.  Jjixwe Trûmp jî bi rengekî zelal got, ew ê ‘’tevlî şer nebin’’. Naxwe, wekî ku ne di şer de ye DYE  nikare di nav agirbestê de jî be.  Dema ku mirov li komkujiyên ku bi çekên giran têne kirin dinere, dikare were gotin ku TC li ser şer bi biryardariyekê ye. Tayyîp Erdogan jî, bi daxuyaniyên xwe hewl dide ku xwe wiha nîşan bide. Lê dewleta TC’ê ji serî ve li Sûriyê bi pozisyona dagirker e û ev rewş berevajî hiqûq navnetewî ye. Ji ber vê, li qada navnetewî tam di tecrîdekê de ye. Ji bilî çend dewletan hemû dewlet li dijî TC’ê derketin. Desteka herî mezin Trûmp dide lê kes nizane bê ka çima ew wiha dike. Gelo rêveberiya Erdogan diparêze, an dikişîne nav kemînê kesek bi vê nizane, ev rewş baş nayê zanîn, ango ne zelal e. Di nêz  de vekişîna TC’ê ya ji Cerablûs, Bab û Efrînê bi rengekî xurt a siyasî dibe ku were rojevê. Ji vî alî ve bi encama êrîşkariya leşkerî her çendî weke ku hêzeke wî hebe xuya bike jî, a rast TC li Sûriyê bi pozîsyoneke pir qels e. Jê wêdetir, hemû meseleya Kurd îhaleta wê li ser TC’ê tê hiştin.

Diyar e ku di rewşa berdest de li Sûriyê Rûsya xurt bûye. Lê nediyar e bê ka Rûsya wê vê hêzê çawa bi kar bîne. Tê xuyakirin ku li rêveberiyeke Sûriyê digere ku Kurd jî di rengekî di nav de bin. Ev jî ji her kesî bêhtir ji bo TC’ê dibe dijberiyek. Rêveberiya Tayyîp Erdogan, ji bo ku bi DYE’yê re bîne pêşberî hev gelek tawîz dane rêveberiya Pûtîn. Hewldana dawî nîşan dide, rêveberiya DYE jî ji bo ku vê xira bike destekeke girîng da rêveberiya Tayyîp Erdogan. Ango rêveberiya Erdogan heta niha di navbeyna DYE-Rûsyayê de çû û hat û li ser piyan ma. Lê dawiya vê hat. Wiha xuya dike ku li ser Sûriyê rêveberiya Trûmp û Pûtîn ji hevkişkişandinê wêdetir li hev kirine. Ji ber vê mirov dikare bibêje hevdîtina Pûtîn-Erdogan a Sêşemê, ku tê gotin wê encamê diyar bike, wê neşibe hevdîtinên din, wê zorê li Erdogan bike.  Heta niha, ‘’ji bo ku yên li Idlibê bibe Rojava’’ Pûtîn destek da Erdogan. Lê êdî rewşe guheriye. Pûtîn Sêşemê dikare ji Erdogan re bibêje, ‘’Efrîn û Cerablûs jî di nav de, hemû hêza xwe ya leşkerî ji Sûriyê bikişîne û van qadan dewrî min bike’’.

Kurt û kurmancî li ser Kurdistanê bazar didomin. Rêveberiya Xweser a  Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi Rêveberiya Şamê û Rûsyaê re dide û distîne. Ji van danûstandian ku di dema şer de gihane astekê, piştî 5 rojên navberdayinê dibe ku geşedanên pêştir derkevin holê. Nakokî didomin û bandorên şer hebûna xwe didomînin. Jixwe heta ku meseleya hebûn û azadiya Kurdan bi vê çarçoweyê neye dîtin,  heta ku mirov li çareseriyeke siyasî negere ku di nav xwe de mafên demokratîk ên Kurdan jî diparêze, heta ku ev rewş ji Rojava jî nebihure û li gel çareseriya pirsa Kurd a li parçeyên din jî neyê nirandin, ne pêkan e ku dawî li rewşa şer were. Heke em bala xwe bidinê, li gorî berê her çendî nêzîkatiya li pirsgirekê hinekî baş bûbe jî, hê ne bi wê astê ye ku çareseriyê bîne. Ev jî nîşan dide ku rewşa nakok û şer wê bi rengekî tevlîhevtir bidome.

Ji aliye Kurdan û QSD’ê ve lihevkirina DYE û TC’ê weke resmiyetekê dikare were dîtin û mirov dikare girîng bibine. Lê ev rewş qels e. A esasî têkilî wê ye ku dagirkeriya 9’ê Cotmehê hatî destpêkirin temam bikin. Di mitebeqata 13 xalî de ya ku jê re agirbest dibêjin, ji gelek aliyan ve nezelalî hene. Ji bo Kurdan xala girîng bêguman ew xal e ku dibêje,’’vekişîna hêzên QSD’ê. Li holê ye ku ev rewş ne zelal e. Aliyê TC’ê dibêje dirêjahiya bi 444 kîlometreyî û bi kûrahiya 32 kîlometre yî. Fermandariya QSD’ê dibêje, dirêjahiya bi 120 kîlometreyî. Bêguman ji hêla Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ve gotinên TC’ê nikarin werin qebûlkirin. Vekişîna YPG-YPJ’ê ya ji dirêjahiya 444 kîlometre û bi kûrahiya 32 kîlometre tê maneya berdana Rojavayê Kurdistanê  û ev tê maneya tasfiyekirina YPG-YPJ’ê. Daxwaza TC’ê ew e ku Rojavayê Kurdistanê dagir bike, Kurdan ji Kurdistanê derxîne û qir bike, YPG-YPJ’ê tasfiye bike û Rêvberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê hilweşîne, ku qebûlkirina tiştekî wiha, nîqaşa vê jî nikare were kirin. Kurt û kurmancî diyar e ku mitebeqata DYE-TC belgeya qirkirina Kurdan e û Kurd û gelên din heta dawiyê wê li dijî vê li ber xwe bidin û li Sûriyê û Kurdistanê dawî li dagirkeriya TC’ê bînin.

Di pêvajoyeke wiha de wezîfeya ku dikeve ser milê civak û siyaseta Kurd çi ye, divê çi bikin?

Di pêvajoyeke wiha de nabe ku Kurd xwe ji misogerkirina hebûn û azadiya xwe vegirin, tiştekî bi vî rengî nabe ku taloq bikin. Ji ber ku şert û mercên heyî ji bo wan şensekî berbiçave û şensê dawî ye. Eger di vê pêvajoyê de nikaribin qirkirina li wan tê kirin têk bibin û hebûna xwe ya azad misoger nekin, wê demê wê bikevin nava metirsiyekê ku her tiştên xwe ji dest bidin. Ji xwe ji ber ku vê rewşê baş dibînin, li dijî dagirkeriya TC'ê li hemû parçeyan û derveyî welat li Berxwedana Azadiyê ya Rojava bûne xwedî û ketine nava liv û tevgerê. Siyaseta Kurd ji her demê bêhtir di vê demê de gotinên hevpar bi kar tîne. Jin û ciwanên Kurd li her qadê rabûn ser piyan. Niha 12 roj in li her deverê li ser piyane; naxwin, venaxwin, ranazên û dibêjin, 'Her dever Rojava ye, her dever berxwedane' bi vî rengî bi xurtî serî hildidin. Bi vê yekê dixwazin metirsiya heyî asteng bikin, dagirkerî û qirkeriyê têk bibin û di şexsê azadiya Rojava de hebûn û azadiya xwe misoger bikin. Mijara destpêkê ya ku divê rast bê dîtin û fêhmkirin bi vî rengî ye.

Ya duyemîn jî; hem rastiya sîstema dinyayê hem jî rastiya dewleta TC divê zanibin ku ev hemû ji bo Kurdan tê çi wateyê, pirsgirêka Kurd çi ye û dikare çawa bê çareserkirin. Divê ti carî ji bîr nekin. Em dema nêz bînin bîra xwe, rêveberiya Tayyîp Erdogan çima hema ji nişka ve kete nava şerê Sûriyeyê, çima bi rêveberiya Esad re bû dijmin? Bêguman xwest ji tevlîheviya naxweyî ya li Sûriyeyê sûdê werbigire û nehêle ku Kurd bibin xwedî mafên xwe, nehêle ku Kurd bibin xwedî statu. Ev heyşt sal in her tişt daniye pêşiya çavên xwe û bi her rê û rêbazên hîleyan ji bo vê armanca xwe şer kir, êrîşa dagirkeriyê ya 9'ê Cotmehê jî ji bo vê dest pê kir. Heta ku siyaset û zîhniyeta dijminatiya li Kurdan û gelan a li Tirkiyeyê neyê guhertin, wê ti carî dest ji vê armanca xwe bernede. Vê yekê çawa ku li dijî Bakur û Başûr dike li dijî Rojava jî dike. Ji xwe ya ku niha dike ewe. Li ku deverê Kurdekî bibîne, li ku hebûn, destketî û dostaniya bi Kurdan re bibîne mîna gayê Spanî yê ku rengê sor dîtiye êrîş dike. Divê civak û siyaseta Kurd vê rastiyê ti carî ji bîr nekin. Dewleta TC çawa ku bi vî rengî dijminatiyê li Kurdîtiya li Bakur dike, heman dijminatiyê li Kurdîtiya li Başûr û Rojava dike. Wê demê çarenûsa Kurdên li hemû parçeyan yeke, hebûna wan a azad bi hev re ye.

Heta ku bi têkoşîna azadiyê ya serketî zîhniyet û siyaseta dijminatiya li Kurdan neyê têk birin wê dewlet TC êrîşî Kurdan bike û hewl bide qir bike. Divê civak û partiyên Kurd hemû bi vê rastiyê zanibin û di vê çarçoveyê de li ber xwe bidin. Pêwîste di vê çarçoveyê de nêzî Şerê Berxwedana Rojava bibin û lê bibin xwedî. Divê li dijî her şêwe xefik û hîleyan hişyar bin. Bêguman Kurd alîgirê agirbestê û çareseriya bêçek in, lê belê dijminê li dij ne bi vî rengî ye. Wê demê divê em ne tenê li gorî rastiya xwe nêzîk bibin, divê em bi rastiya dijmin jî baş zanibin û li gorî wê nêzî bibin, helwestê nîşan bidin. Lewma nepêkane ku YPG, YPJ û QSD li gorî daxwaza dewleta Tirk xwe vekişînin. Kî kê ji ku deverê derdixîne? Eşkere ye hêza ku divê vekişe dewleta Tirk û artêşa wê ya dagirkere. Tevî Rojava divê xwe ji Başûr û Bakur jî vekişîne. Hêzên divê xwe vekişînin hêzên azadî û xweparastinê yên gel nîne, bêguman hêzên dagirker ên TC'ê ne. Ji ber vê yekê yên divê xwe vekişînin TC a dagirkere. Kurd vê yekê dixwazin û divê ji bo vê jî heta dawiyê bi biryar bin û li ber xwe bidin. Her tişt bi berxwedanê ve girêdayî ye. Mîna ku şehîdê me yê mezin Mazlûm Dogan got, 'Berxwedan jiyane; teslîmiyet xiyanete, berxwedan serketine'.

Lewma eşkere ye ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdên li Rojava, her wiha hêzên YPG, YPJ û QSD'ê ku li dijî DAÎŞ'ê bi ser ketin wê li dijî dagirkeriya TC heta dawiyê li ber xwe bidin û gelê me yê li her çar parçeyan û mirovahî jî piştevaniya berxwedanê bikin. Di serî de jin û ciwan eşkere ye ku tevahiya gelê me wê di nava helwesteke wiha de bin. Eşkere ye ku divê siyaseta Kurd di nava helwesteke wiha berxwedêr de yekîtiya xwe biafirîne. Ji xwe di Kongreya KNK'ê de jî bangeke wiha hate kirin û weke wezîfeyekê danîn ber siyasetê. Wê demê li ser bingeha banga KNK'ê ji bo pêkanîna kongreya neteweyî-demokratîk a ku yekîtî û têkiliya navbera Kurdan biafirîne, pêkanîna konferanseke neteweyî pêwîstî ye. Ji bo piştevaniya bi Rojava re daxuyanî tenê têrê nake, divê li her qadê vê yekê pêk bînin.

Li ser vê bingehê berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya dîrokî silav dikim, şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînim û dibêjim ku berxwedana rûemtê, berxwedana azadiyê, şerê berxwedana Rojava wê teqez bi ser bikeve. Bêguman em jî di vê çarçoveyê de tevdigerin û hewl didin çareseriyên siyasî peyda bikin. Lê belê ya esasî şerê berxwedanê ye. Lewma hêzên cuda çiqasî biryaran werdigirin bila werbigirin wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Kurdistanê û mirovahî heta bidawîkirina dagirkeriya TC a faşîst heta dawiyê ji bo jiyana azad li ber xwe bidin. Berxwedêrên azadî û demokrasiyê wê teqez bi ser bikevin.

Lewma bang li her kesên ku ji xwe re dibêje 'ez mirov im, ez demokrat im' dikim, ku li dijî dagirkeriya TC a faşîst qirker li her devera lê ne li ber xwe bidin û ji her kesên ku vê berxwedana demokrasî û azadiyê ya pîroz dimeşînin re serketinê dixwazim. Wê zalim û dagirker têk biçin wê şervanên azadiyê bi ser bikevin.