Mîrateya Osman Sebrî ya li Minbicê
Fadil Kodrej: Xalê min û berxwedêrên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku piştî wî rabûn, nifşekî nû afirandin. Ev nifşê hatiye afirandin, xiyanetê ji hev dixe û bi berxwedanê radibe.
Fadil Kodrej: Xalê min û berxwedêrên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku piştî wî rabûn, nifşekî nû afirandin. Ev nifşê hatiye afirandin, xiyanetê ji hev dixe û bi berxwedanê radibe.
Şopa şoreşgerê mezin, raperîner Osman Sebrî li her devera Rojava û Sûriyeyê tê dîtin. Piştî Efrîn, Heleb û Şamê vê carê li Minbicê şopa wî hat dîtin. Li Minbicê, ku berî pênc mehan ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, me xwarziyê Osman Sebrî dît.
Fadil Kodreş pêncî û pênc salî ye, zewiciye û bavê pênc zarokan e. Kodreş ku bi eslê xwe ji gundê Karamok ê Kobanê ye, ev bîst û pênc sal in li Minbicê dijî. Kodreş dibêje, mîna Minbiciyekî ew xwe ji Minbicê dibîne, lewma ji bo azadkirin û parastina Minbicê wî cihê xwe di nava hêzên parastina sivîl de girtiye.
'NEVIYÊ DÛRSÛN IM KU XWIŞKA OSMAN SEBRÎ YE'
Fadil Kodreş dibêje ew neviyê xwişka Osman Sebrî (Apê Osman) e û anî ziman, ew li her cihî dibêje, ew neviyê vî mirovê leheng e. Kodreş wiha dewam kir: "Navê pîrka min Dûrsûn e. Dûrsûn xwişka Apê Osman e. Li gundê Karamok ê Kobanê zewicî bû. Ez kurê Zergo me, ku keça Dûrsûn e. Em heşt xwişk-bira ne. Her yekî ji me bi derekê ve çû. Ez jî berî bîst û pênc salan hatim Minbicê. Ji zarokatiya xwe ve me dizanîbûn ku Apê Sebrî xalê me ye. Lê me nedizanî bê Apê Sebrî kî ye. Piştî demeke dirêj em bi mezinbûna wî, bi lehengiya wî hesiyan."
'PÎRKA MIN EW WEKE BAZIRGANÊ TÛTINÊ DA NASKIRIN'
Fadil Kodreş dibêje, wî xalê xwe Apê Osman Sebrî berî 50 salan di dema zarokatiyê de dîtiye û qala wan rojan dike: "Ji bo dîtina pîrka xwe ez hatibûm gund. Ez heft salî bûm. Pîrka min ji me re digot, ku ew xalê me ye. Lê nedigot ew Osman Sebrî ye. Ji bo wî biparêze, Osman Sebrî weke bazirganê tûtinê dida naskirin. Digot, 'Xalê we li aliyê Şam, Heleb, Qamişlo, Dirbesiyê dimîne. Ji bo pere qezenç bike, ji vê derê tûtinê dibe û diçe li wan deran difiroşe'. Dema ez mezin bûm, êdî nedihat. Nikarîbû bihata. Ji ber ku gelekî extiyar bûbû. Carek du caran ji bo dîtina wî min xwest biçim Şamê, lê nekarîbûm biçim. Dema min ji pîrka xwe pirsî ku çima bi wî rengî ew daye naskirin, wê got, 'Hem Tirk, hem jî hin dewletên herêmê li pey wî bûn. Ji bo parastina wî, min ew weke bazirganê tûtinê da naskirin."
'BI HESRETA ROJÊN WIHA, JIYANA XWE JI DEST DA'
Fadil Kodreş da xuyakirin, ku dema mezin bû, wî li ser xalê xwe Apê Osman Sebrî dest bi lêkolînan kir û fêhm kir ku jiyana wî bi têkoşîna Kurdîtiyê derbas bûye. Kodreş diyar kir, ew niha hesreta azadiya Kurdan a xalê xwe fêhm dike û got, "Dema me xalê xwe nas kir, hingî fêhm kir bê bi hesreta çi jiya ye. Ji ber ku hesreta wî bû hesreta me. Hesreta wî li Rojava pêk hat. Weke şoreşa gelên Rojava pêk hat. Yek ji kesên ku diviyabû herî zêde ev roj bidîta, xalê min bû. Beriya bimire digot, ev roj nêz e."
PARA WÎ YA DI NAVA ŞOREŞA ROJAVA DE
Kodreş da zanîn, ku dema dîrok û pirtûkên xalê xwe xwend, bêhtir têkoşîna wî ya ji bo Kurdîtiyê fêhm kiriye û di Şoreşa Rojava de jî kedekî wî ya mezin heye. Di vê der barê de Kodreş got, "Dema ku piştî raperîna Şêx Seîd hat vê derê, dest bi tevgereke siyasî dike. Ev tevgera siyasî di sala 1957'an de weke yekemîn partiya Kurd a li Rojava derdikeve holê. Piştre PKK'ê û Rêberê wê nas dike, ku hingî ji wan bawer dike, ji bo maf û serxwebûna Kurdan têdikoşin. Jİ hingî ve ji bo serketina vê tevgerê dikeve nava hewldanan. Ji gelek hevalên xwe re dibêje, ew di nava vê tevgerê de hêviyê dibîne, yekbûna Kurdan dibîne, şoreşê dibîne. Lewma mirov dikarin bêjin ku di şoreşa Rojava de kedeke wî heye. Ji ber ku jiyana xwe di vê oxirê de meşand."
'NIFŞÊ NÛ XIYANETÊ TÊK DIBE, NIFŞEKÎ BERXWEDÊR E'
Kodreş destnîşan kir, ku di encama têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurd de nifşekî nû derketiye holê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî. Xalê min û berxwedêrên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku piştî wî rabûn, nifşekî nû afirandin. Ev nifşê hatiye afirandin, xiyanetê ji hev dixe û bi berxwedanê radibe. Zarokên serdema nû, bi berxwedanê didin ser şopa wan. Ciwanên YPG û YPJ'yî yên her roj destanên nû dafirînin, nifşa berxwedêr a li ser şopa wan e. Ji ber vê yekê, yên ku ji wan heey dikarin Şoreşa Rojava têk bibin, xewn û xeyalan dibînin."