Mînaka herî mezin a ruhê serketinê

Tolhildan Tekman ku mînaka herî mezin a ruhê serketinê bû, mîrateyeke mezin a Apoyî ji hevrêyên xwe re hişt.

Di vê demê de ku ji bo gelê Kurd şerê man û nemanê tê kirin, şervanên azadiyê û gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîneke destanî dimeşînin. Dewleta Tirk a faşîst ku nikare xwe li vê rabigire û fêhm kiriye ku nikare Kurdan biqedîne, bi rengê herî hovane li dijî gerîla sûcên şer dike.

Li her devera ku gelê Kurd lê ye, li bajar, li gundan li dijî sîstema mêtinger ji bo serketina doza gelê Kurd têkoşîn dewam dike. Faşîzma ku ji mêtandina xwîna gelê Kurd ti carî têr nabe, bi pêkanînên xwe yên dûrî mirovahiyê êrîşî nirxên gelê Kurd, cenazeyên ewladên gelê Kurd û şehîdgehan dike. Êrîş mînaka herî şênber e ku çiqasî têk çûne.

Li Kurdistanê her roj ev bûyer bi rengekî rûtîn diqewimin. Herî dawî cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn) ê beriya 3 salan şehîd bû, hestiyên wî di hundirê qutiyekê de radestî malbata wî hatin kirin.

EWLADEKÎ LEHENG KU JI BO PARASTINA NIRXÊN KURDAN TEVLÎ ŞOREŞÊ BÛ

Tolhildan ji serxetê bû, li nava malbateke dilsozê nirxên xwe yê welatparêz ji dayik bû, bû xwedî çanda Kurdîtiyê.

Tolhildan hîn di zarokatiyê de şahidî ji rastiya dijmin re kir, li hemberî vê yekê bi hêrs bû. Hîn di wî temenî de rastiya dijmin fêhm kir, li welatê ku zimanê dayikê jî lê hatiye qedexekirin tevlî nava têkoşîneke bêeman bû. Tolhildan bi destana berxwedan û serhildanê ya xelkê Serxetê mezin bû, di her kêliyê de bi vê rastiyê jiya.

Tolhildan Tekman li dijî faşîzmê kete nava lêgerînê û li Bakurê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîla bû. Di pêvajoyên herî zehmet ên şer de li nava refên gerîla zû şareza bû û xwe bi temamî da têkoşînê. Zanîbûn ku ji bo gelê xwe şer dike, lewma li refên herî pêş bi ruhê Egîd li dijî dijmin şer kir. Di demeke kurt de bû gerîlayekî pêşeng, şervanekî çalak û milîtanekî xurt.

Tolhildan Tekman bû mînaka herî mezin a ruhê serketinê. Û mîrateyeke mezin a Apoyî ji hevrêyên xwe re xist. 15'ê Îlona 2020'î li Xerzanê di şerê dijî artêşa Tirk de tevî 4 hevrêyên xwe tevlî nava karwanê şehîdan bû. Bi sekna xwe nîşan da ku ji bo parastina nirxan ew ketiye ser vê rêyê û bû milîtanekî hêjayî vê sozê.

GOTINÊN DAWÎ YÊN BAVÊ WÎ BANGA JI BO HELWESTEKE BI RÛMET BÛ

Gelê Kurd gelek zalim û barbar dîtiye, lewma çiqasî êşeke giran bikişîne jî hîn bûye ku bi vê yekê mezin bibe. Her Kurdekî xwedî hişmendiya Kurdîtiyê xwedî wê hêzê ye ku xwe li her cûre êşê rabigire. Ji bo dayikekê, ji bo bavekî êşa herî giran gelo ne ew e ku cenazeyê ewladê wan ê di rêya rûmetê de şehîd bûye radestî wan neyê kirin, li goristana bêkesan bê veşartin û piştî bi salan di hundirê qutiyekê de radestî wan bê kirin? Lê belê em ji gelekî welê re şahidiyê dikin ku vê yekê jî bi serbilindî pêşwazî dike. Bavê ku haya xwe ji vê yekê heye û ji bo kêliyekê jî poşman nabe, xaka ewladê xwe bi wan gotinan pêşwazî dike ku bandorê li her wijdanî dike: Ey şehîd! Silavên dayika te ji te re heye. Ey şehîd! Silavên hevrêyên te ji te re hene. Ey şehîd, ey şehîd! Ev gotin tofana hêrsê ya li dijî zaliman bû. Bêguman roj wê bê ev tofan wê dawî li zaliman bîne.

Ev bûyer di şexsê şehîd Tolhildan de her roj li Kurdistanê bi rengê cuda rû dide. Dewleta Tirk a faşîst ji van polîtîkayên xwe nikare encamê bi dest bixe. Wê ti carî jî encamê bi dest nexe.