'Mîna dara berû ya 15 hezar salî me'
4'ê Nîsanê ya ku îfadeya zayîna gelekî ye, her sal, li her qadê, ji aliyê her mirovek azadîxwaz ve bi şêweyên cihêreng tê pîroz kirin...
4'ê Nîsanê ya ku îfadeya zayîna gelekî ye, her sal, li her qadê, ji aliyê her mirovek azadîxwaz ve bi şêweyên cihêreng tê pîroz kirin...
4'ê Nîsanê ya ku îfadeya zayîna gelekî ye, her sal, li her qadê, ji aliyê her mirovek azadîxwaz ve bi şêweyên cihêreng tê pîroz kirin...
Rêberê Gelê Kurdistanê Ocalan, ku di 4'ê Nîsana 1959'an de li bajarê Rihayê çavê xwe li dinê vekir, bi lêgerîn, fedekarî û bi tekoşîna xwe ya azadiyê, rastiya gelekî ji nû ve afirand. Ji ber wê ye ku roja 4'ê Nîsanê di şexsê birêz Ocalan de wek roja zayîna gelekî hatiye qebûl kirin û bi vî rengî her sal ev roj li çiya û bajaran bi coş, şahî û bi pîrozbahiyên cûr be cûr ve tê pêşwazîkirin.
Ocalan zayîna xwe wek sê serdeman bi nav dike. Zayîna yekem, zayîna ji dayîkê ye. Zyîna duyem, zayîna şer e. Zayîna xwe ya sêyemîn jî wek zayîna aştiyê bilêv dike. Abdullah Ocalan zayîna xwe wiha vedibêje; "Çîroka jiyana min her dem bixwîne. Hûn çîroka min a ji 7 saliya min dizanin. Hûn jî bi vî rengî vegerin zaroktiya xwe. Herdem li ser bihizirin. Her tim biçin zaroktiya xwe. Gav bi gav, bi derbaskirina paşverûtiyên xwe werin roja îro. Kesayeteke nipûnû ya ku hatiye şuştin derxin holê. Xwe nû bikin; xwe ji taybetmendiyên civakî yên ku we ji azadiyê dûr dixe rizgar bikin.
Gelê Kurd bi boneya vê roja ku wek zayîna xwe pênase dike, ji sala 2004'an û şûnve, her sal berê xwe dide cihê ku Rêberê wan çavê xwe lê verkiriye. Her sal dibin rêwiyên Amarayê. Birêz Ocalan jî bi boneya roja 4 Nîsanê di sala 2004'an de silavê xwe ji her kesî dişîne û van peyaman dide; "Mîna dara Berû ya 15 hezar salî me. Dara Berûyê pîroz e. Ger çiqilkê min bêne qut kirin jî, min biberidînin jî, hin pelên min biweşin jî, kokên min di kûrahiya dîrokê de ne. Ji ber wê ye ku cardin dikarim xwe biafirînim. Bi wesîleya vê rojê cardin silavê xwe bi taybet ji bo jinan, ji bo giştî gelê xwe dişînim û dixwazim vê bînim ziman; ger gelê Kurd, vê rojê wek zayîna xwe bi nav dike, divê her derê bi çandina darên Berûyê, şîn bikin. Çiya, kevir, divê her derê şîn bikin. Ji ber sedsala 21. sedsala ekolojîk e. Marks û Lenîn xwe dispartin kapîtalîzma pîşesaziyê. Em xwe dispêrin pergala ekolojîk, demokratîk û civakî. Wê newekheviya cinsan hilweşe. Di van sê xalan de wê civak nû bibe. Bi vê wesîlê ji we re pêşniyar dikim, li her derê darên Berûyê biçînin. Kes nikare bêje; "Berû neçîne..."
Li ser vê bingehê ji sala 2004'an heya niha gelê Kurd, mirovên azadîxwaz, her wiha gerîlayên Kurdistanê li her qadê bi wesîleya roja 4'ê Nîsanê darên Berû û darên cûr be cûr diçînin. Bi vî rengî xweza di vê rojê de zayîna xwe ya herî mezin dijî. Ji ber herî zêde dar di vê rojê de tên çandin. Herî zêde mirov di vê rojê de bi coş û şahiyek mezin zêdetir nêzî xwezayê dibe.
Bi vî rengî xwezaya ku rojane rastê êrîşên hovane tê, di serî de li çiyayên Kurdistanê, li tevahî cîhanê dar, daristan, ajal, çem û kaniyên ku bi tinebûnê re rû bi rû dimînin, di vê rojê de şahidî ji zayînên nû re dike. Ev zayîn jî, ji her zayînê cûdatir, bi coş, hezkirin û bi hêviyên siberojên azad ve dagirtî, pêk tê. Vaye ji niha ve ev hez kirin, ev coş û hêvî bi ruxmê tevahî êrîşên ku dijwartir bûne, her roja diçe mezintir dibe, her roja diçe zêdetir nêzî azadiya xwe dibe…