'Min xwest bi agirê bedena xwe tarîtiyê ronî bikim'

Gerîla Kurdistan Nesrîn ku Mijdara 1998'an li dijî komplya navneteweyî agir berda bedena xwe got: "Ev biryar a min bû... Min dixwest li ber xeteriyan rabim û xwe ji xweliya xwe ava bikim."

Dirûşmeya 'Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin' li dijî her awayî komployên xedar veguheriye helwesteke mirovî. Îro gelê Kurd bi vê dirûşmeya giranbiha dadikeve qadan û li dijî hêzên desthilatdar serî radike. Bêguman ev dirûşme bi canên delal ên ku bi wêrekiyeke mezin xwe fedakiribû dirûşmeyeke gerdûnî ye. 

Gerîla Kurdistan Nesrîn a li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mijdara 1998’an li Êlihê agir berda bedena xwe û piştre hate girtin û piştî hate berdan tevlî nava refên PKK’ê bû. Li ser çalakî û armanca çalakiya xwe ji ANF’ê re axivî.

'FIKIR Û RAMANÊ RÊBERTIYA ME HEMÛ CÎHAN DIPEJÎRÎNE'

Gerîla Nesrîn di roja îro de hê jî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan weke rexnedayînekê nirxand û got: "Her çendî îro Rêberê me di girtîgehê de be û ev ji bo me mijareke rexnedayîna giran be jî, lê îro fikir û ramanên Rêberê me li hemû cîhanê tê pejirandin û weke rêya çareseriyê tê dîtin. Her kesek dikare xwe di paraznameyên Rêberê me yên parastina mirovahiyê de bibîne. Ev jî ji bo me cihê şanaziyê ye û divê em zanibin çawa xwedî lê derkevin."

'ARMANCA ÇALAKIYA MIN BIBIM, XELEK JI XELEKÊN AGIRÊ DORÎ ROJÊ'

Gerîla Nesrîn bal kişande ser komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û got: "Komploya li dijî Serokê me di sala 1996’an de hate destpêkirin, di sala 1998’an de jî ji bo ku Serokatî ji Sûriyê derbikeve zextek mezin hate kirin. Ji bo Serokatî çareseriyekê peyda bike, berê xwe da Ewropayê. Lê belê ew der jî beşek ji polîtîkaya komploya navdewletî bû. Min di wan çaxan de rêxistin baş nas nedikir, lê belê bi saya Serokatî û bi çûyîn û hatina hevalan min tevger nas kir. Wan çaxan ez hê beşdarî nava tevgerê nebûbûm, lê girêdaneke min a hestiyarî bi Rêberê gelan Rêber Apo re hebû. Tenê fikra min li ser rastiya Serok bû û min digot; pêwîste em tiştekî bikin. Li ser vê bingehê di sala 1998’an di meha Mijdarê de li navenda bajarê Êlihê mîna bi dehan ciwanên Kurd min jî bi dirûşmeya “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” çalakiya xwe şewitandinê pêk anî. Armanca çalakiya min ew bû ku ez jî weke keçeke Kurd bibim xelekek ji xelekên agirê dora Rojê."

'LI HEMBERÎ XETERIYA LI SER SEROK BISEKINIM; JI NÛ VE XWE JI XWELIYA XWE AVA BIKIM'

Gerîla Kurdistan Nesrîn qala atmosfera dema komployê kir û wiha pêde çû: “Piştê Serokatî ewqas ked da wê çawa bibe, pirs di serê min de diçûn û dihatin. Ji ber wê jî min biryar girt ku çalakiya ku ez bedena xwe bidim ber agir û min çalakiya xwe li bajarê Êlihê pêkanî. Di wan çaxan de hîna jî ez tevlî nava tevgera azadiyê nebibûm. Ji ber malbata min welatparêz bû, xwesteka min jî ew bu ku ez bibim çûrûskeke ji agirê dora rojê. Li hemberî xeteriyan bisekinim bi wê armancê min çalakiya xwe pêşxist. Her çiqasî wek ne endama tevgera azadiyê bûm, an jî şoreşgerek nebûm jî, pir mînakên wek heval Sema, Zekiye Alkan, Selamet Menteş, Rewşen Demîrel jî wek şopek bû ku min jî xwest li ser wê şopê bimeşim. Ji bo bikaribim xeteriyên li ser Serokatî û tunebûna gelê Kurd neyê jiyankirin min biryarê çalakiyê da û helwesta min jî ew bû û bi dûruşmeya;‘ kes nikare roja me tarî bike’. Dema min çalakiya xwe pêkanî ez 18 salî bûm. Dema min ew çalakî kir armanca min xwe feda kirin bû, lê belê mudexele hate kirin. Dîsa bi jiyanê re hatim girêdan, piştî wê ez hatim girtin û dema ez çûm zîndanê min dît ku çend hevalên din jî çalakiyên bi wî rengî pêkanîn e. Hevalên ku xwe şewitandibûn dema ez dîtim hinekê matmayî man. Ji ber ku ew şoreşgerbûn, lê ez welatparêzekbûm ku min çalakiyeke bi wî awayî pêkanîbû. Ne di nava xabatan debûm, heta dijmin jî matmayî ma û her dipirsiyan ku kê ji min re wê ferman daye. Lê tu kesê ji min re negot; çalakiyekê bi wî rengî pêk bîne. Ew biryar ya min bû. Pir kes matmayî diman, çima em bedena xwe didin ber agir? Lê tenê fikir û armanca min ew bû li hemberî xeteriyên heyî bikaribim bisekinim û xwe ji xweliya xwe avabikim.”

Nesrîn diyar kir ku piştî hate girtin û şûnde bavê wê jî tê girtin û got: “Ji ber bavê min jî xabatkarê tevgera azadiyê bû. Dema min bavê xwe dît bavê min ji min re got; ‘ger min zanîba tu çalakiyekê bi wî rengî bikî, mine alîkarî daba te’. Lê çalakiyek ne bî wî rengî çalakiyek fedayane û bi xwe re jî çend dagirker jî tune kiriba. Ev gotinên bavê min hîna jî di bîra min de ye. Ew gotina bavê min, min keyfxweş kir. Him hêz da min û min fêm kir ku bavê min, min hîs kiriye û çima min çalakiyeke bi wî rengî kiriye, wate dida. Aliyê din jî ez xemgîn bûm, ji ber min bizaniba bavê minê alîkarî bide min, minê gelek çete û dagirker jî, ji holê rakiriba. Lê min nedizanî, ji ber wê tirsa min ew bû ku dema malbat bizanibe wê astengiyan ji min re çêbike. Ji ber wê min ji tu kesê re negot. Min tenê xwe her tişt plan kir û pêkanî. Dema Serokatî hate girtin ez di zîndanê de bûm. Li her derê çalakî hatibûn li darxistin. Di nava zîndanan de jî, wek çalakiyên grevên birçîbûnê, derneketina dadgehê û çalakiyên cûr be cûr di nava çar dîwaran de hatibûn li darxistin. Ez nêzî salekî girtî mam. Piştî ez hatim berdan lêgerîna min jî, li ser bingehê weke kes ger ku sax mabim wê demê berpirsyariyên min jî girantire bû. Bi wî rengî min di xebatan de cih girt. Hewildan û xwesteka min her dem ew bû ku li hemberî komploya li ser Serokatî hatibû kirin em bi hêzek mezin bibin bersiv. Di sala 1999’an de agirbest hatibû hatibû lidarxistin. Weke kesayet min tu carî bawer nekir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker hewildana çareseriyê bide. Min xwest derdora xwe ji hişyar bikim. Li ser wê bingehê min cihê xwe di xebatên tevlîbûnê de girt.” 

‘XEYALA MIN A ZAROKATÎ PÊK HATIBÛ’

Gerîla Kurdistan Nesrîn qala beşdarbûna xwe kir û wiha domand: “Piştî sê salan xabatên tevlîbûnê ez beşdarê nava tevgera azadiyê bûm. Xeyala min ya zarokatî pêk hatibû. Ji ber di hîn zarokatî de min dixwest beşdarî nava tevgera azadiyê bibim. Ez heya niha bi xeyala xwe ya zarokatiyê li ser linga me. Ez hîna jî bi wê xeyalê hêz digrim. Min navê xwe yê malê neguhertiye malbata min ji ber navê min pir zehmetî kişandiye. Wateya navê min jî li min zanebûneke welatparêzî dabû ava kirin. Dagirkirin û zexta dijmin tu carî li ser malbata min kêm nebû. Ji ber wê jî, li hemberî dijmin hêrsa min di temenê zarokatî de çêbû. Heta dawî jî bi wê hişmendî û rastiya dijmin naskirin ve têkoşîn dikim. Niha Serokatî di nava cîhanê de tê naskirin her wiha her zarokekê welatparêz destpêkê navê Serokatî nas dikin û destpêkê dibêjin; “Bijî Serok Apo.” Ew jî, ji min re keyfxweşî dide çêkirin. Em tu carî paşeroja xwe ji bîr nakin. Êdî Kurd tê naskirin, Kurdistan tê naskirin. Pergala Serokatî daye avakirin ger li cîhanê de belav bibe, ew ê bihêle ku dagirkeriya dewletan jî têk biçe. Ji ber êdî tu civak wê zext û dagirkeriya dewletan êdî nepejirîne.”

‘FIKRÊN RÊBERTIYÊ RÊYA ÇARESERIYA HEMÛ KAOSAN E’

Herî dawî gerîla Kurdistan Nesrîn got: “Em dikarin bêjin ku pergala dewletan hêdî hêdî ber bi hilweşandinê ve diçin. Ji ber hemû civak êdî hişmendiya dewletan napejirînin. Ji ber wê jî şerê qirêj bi her awayî dixwazin bidin meşandin. Tiştên roja îro em dijhîn, Rêber APO di paraznameyên xwe de diyar kirine. Di parêznameyan de em fêr dibin bi giştî cîhanê re belav kirin yek ji erk û berpirsyartiya me ye. Lê îro jî ne tenê Rojhilata Navîn li tevahî cîhanê, ji bo azadiya Rêbertî çalaki çêdibin. Ev tişt jî ne ji rêzêye û dide ispat kirin jî, fikrê Rêbertî li hemû cîhanê tê pejirandin û weke rêya çareseriyê tê dîtin. Her kesek dikare xwe di wan paraznameyan de bibîne û ew hişmendiya azadiyê îro nebe jî wê sibê bi gîştî li cihanê were pêkanîn. Pêngava ku bi navê ‘Dem dema azadiyê ye’ jî wê bi tekoşîna gelan û bi berxwedana Rêbertiya azad serbikev. Yên ku parêzname bixwîne, wê bibîne ku hemû rêyên çareseriyê bi azadiya Rêbertî ve girêdayiye. Em jî wek jin bi wê bawerî tekoşîna xwe ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya gelen, heta dawî tekoşînê bidomînin. Bi tekoşîn bilindkirinê, wê jin jî azad bibe, dema jin azad bibe civak jî azad bibe.”