'Min Sara bi çîrokên berxwedanê yên gerîla nas kir'

Gerîlayê HPG'ê Tîrêj Zagros ê li Kato Marînos şehîd bû, di nivîseke xwe de bal kişandibû ser bandora Sakîne Cansiz (Sara) a li ser dilsoziya wî ya bi Rêberê Gelê Kurd re.

Gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Tîrêj Zagros, beriya ku derbasê Bakur bibe, di hevpeyvîna xwe ya dawîn de qala tevlêbûna xwe ya nava refên gerîla kiribû. Di axaftinên xwe de diyar kiribû ku ew salên 2015 û 2016’an, dema berxwedana xwerêveberiyê ji berxwedana gelê Kurd bi bandor bûye û tevlî nava refên gerîla bûye. Gerîlayê HPG’ê Tîrêj Zagros ê ku şahidiya rastiya şerê bajar ên pêvajoya xwerêveberiyê kiriye, diyar kiribû ku ji xwe danîna li nedîtina êrîşên dijmin ên bi ser Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Sîlopiya, Şirnex û bajarên din bêwijdanî ye û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Her wiha diyar kiribû ku ew bi çîrokên berxwedana gerîla mezin bûye û bi çîrokên berxwedana gerîla, PKK û Sara nas kirine û ev yek bûye sedema beşdarbûna wî.

PKK MANEWIYAT BI XWE YE

Tîrêj ê dema gihîştiye gerîla, fêm kiriye bê ka hevrêtî çiqas bi qîmet û giranbiha ye, di hevpeyvîna xwe ya dawîn de diyar kiribû ku manewiyata li nava PKK’ê bêhempa ye. Destnîşan kiribû ku hevaltî, hebûna herî hêja ya cîhanê ye, ji xwişk û biratiyê jî wêdetir e. Şehîd Tîrêj anîbû ziman ku carinan rewşên weke birçîbûn, westan û bêxewî, bi rêya menewîyatê bê wate dibe. Wî gerîla weke hebûna herî hêja ya cîhanê, gerîla û hevrêtî jî weke menewiyeta herî hêja nirxandibû. 

Gerîlayê HPG’ê Tîrêj Zagros giringî bi nivîsandinê dida. Her tim çiya, hevrêyên xwe û gerîlayên pir hez jê dikir, nivîsî. PKK’ê, şert û mercên têkoşînê û heqîqeta dijmin bi rûpelan dinivîsî. Di nivîsên xwe de herî zêde cih da lehengan. Cİwanên herî xweşik ên ku ruh û dil dane şoreşê nivîsîn. Di nivîseke xwe de qala yek ji fermandara pêşeng Sakîne Cansiz kiribû û ji bo fermandara xwe ya pêşeng wiha gotibû: “Çîrokên pir cuda û di heman demê de pir miezem ên berfînan ku xwe li jiyanê digirin hene. Berfînên pêşeng bi derketina tava piştî berfa bi saetan, bi rojan û belkî bi mehan û hedî bi hedî bi diyarbûna axa di bin berfê de ji berfînan re ji bo mizgîniya biharê bidin ji axê derdikevin û bi rojê re rû bi rû dibin. Di vê navberê de careke din berf dibare û hin ji van berfînan li ber vê berfa cara duduyan dibare, serî ditewînin, yên dimînin jî tevî hemû zehmetî û êşan ji bo erka xwe ya mizgîniya bihare bi cîh bînin, li hemberî berf û zehmetiyan têdikoşin. Tevî hemû zext û êrîşan dest ji têkoşîna xwe bernadin. Heta ku bihar were û hemû berfînên din bi biharê re bi hev werin li ser pêyan dimînin. Mizgîniya biharê didin berfînan. Ev erkeke wijdanî ye. Pêşengtî xwezaya kulîlkên berfînan e. Şehîd Sara jî berfîna me ya yekemîn e. Hem jî ya herî zindî, herî xweşik ku di şoreşê de herî bi inyad e.”

Tîrêj Zagros diyar kiribû ku ew beriya tev li nava refên gerîla bibe pirtûka Sakîne Cansiz xwendiye û ew ji çîrokên gerîla nas kiriye û nivîsa xwe wiha domandibû: “Min berê hevrê Sara nas nedikir, min nizanibû ku ew kî ye. Min heval Sara ji çîrokên gerîla û bi rêya pirtûka ‘Şer Bû Jiyana Min‘ nas kir. Min piştre ferq kir ku ez ji pirtûkê pir bi bandor bûme. Li ser vê yekê min dest bi xwendina cildên din ên pirtûkê kir. Dema min heval Sara nas kir, min hez jê kir, jê re pir rêz girt. Bi taybetî helwesta wê ya li zindanê, zêde bandor li min kir.“

NIHÊRTINA LI RÊBER APO BI ÇAVÊN SARAYÊ 

Tîrêj Zagros ê ku helwesta jiyana fermandara pêşeng Sakîne Cansiz ji xwe re kiriye rêgez, dilsoziya Sakîne Cansiz bi Rêber Apo re bi van rêzan nivîsîbû: “Hevrê Sara bi jiyan û têkoşîna xwe zêde bandor hişt. Têkoşîneke bêhempa afirandiye û ew her tim bilind kiriye. Evîn, hezkirin, rêzdarî, dilsozî û baweriya heval Sara bi Rêbertiyê, dilsozî û baweriya min bi Rêbertiyê xurt kir. Asta dilsozî û baweriya bi Rêbertiyê, ewqas bilind kiriye ku, ji bo min bû xeteke ku divê ez xwe bigihînim. Jiyîna wek Sarayê, bawerbûna pê, rêgezek e ku ez dixwazim di kesayeta xwe de ava bikim; rêgezek ji rêgezên bi şoreşgerî, Apoyî ye."