Milîsên HBDH’ê bi sabotajê benzînxaneyek îmha kir

Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê diyar kir ku wan ji bo bîranîna Ûlaş Bayraktaroglû û hemû şehîdên Gulanê benzînxaneyeke li ser rêya Qoser û Dêrikê bi sabotajê îmha kirine.

Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê daxuyaniyek weşand û got “Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şoreşger a Şehîd Sînan Dêrsim de hêzên me di 8’ê Gulana 2021’an de benzînxaneya li ser rêya Qoser û Dêrikê bi sabotajê îmha kir.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:”

“Ev benzînxane yekser alîkariyê dide dewleta Tirk a faşîst, alîkariya maddî û lojîstîkê dide artêşa mêtinger. Berê jî gelek caran me ew hişyar kiribû lê wan bi şewqeke mezin xizmet ji faşîzma Tirk dikirin. Ev sazî û kesên bûne sîxur û xizmeta faşîzma Tirk dikin wê bibin hedefên me.

Têkoşîna yekgirtî ya Kurdistan û Tirkiyeyê hilweşandina faşîzma dewleta Tirk bi leztir kiriye. Hêzên me yên gerîla yê yekgirtî bi berxwedana xwe ya li Zap, Avaşîn û Metîna di şexsê Îmraliyê de ev berxwedan li girtîgehan gihiştiye lûtkeyê. Em jî vê berxwedana bi rûmet silav dikin û diyar dikin ku heta têkoşîna me bigihêje serfiraziyê em derbê li faşîzmê bikin û bang li hemû kesên dixwazin bi rûmet bijîn re dikin ku bila di nav HBDH’ê de li ber xwe bidin.

Em pêngava seferberiya ‘Bi ciwanên bûne baz re li Zagrosê ber bi serfiraziyê ve’ ya Komalên Ciwan jî silav dikin û teqez e ku wê têkoşîna şoreşa me ya yekgirtî bi ser bikeve. Vê çalakiya me ya di çarçoveya pêngava tolhildanê ya Şehîd Sînan Dêrsim de ji bo bîranîna Ûlaş Bayraktaroglû û hemû şehîdên meha Gulanê hatiye kirin.”