Mihrîcana 4’ê Nîsanê li Mexmûrê bi dawî bû

Li Wargeha Mexmûrê 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê, bi dawî bû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja 3’emîn de bi şahiyek girseyî bi dawî bû.

Şahî îro di demjimer 08:00’ê sibehê de li navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê destpê kir. Bernemeya şahiyê bi koroya dibistana dayikê destpê kir. Piştî koroya zarokan paste hat birîn, xwendevanên dibistana Hêvî bi sitran û dîlana xwe reng dan şahiyê. Koma dengbêjan a dibistana Amadeyî derketin ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha pêşbirkên dengbêjî, torbe, hêk, meşa mêrû, zanîstî, govendê ya di navbera dibistanên sertayî de li ser dikê hatin kirin. Her wiha encama pêşbaziyên çand û werzîşî hatin xwedin û xelat kirin.

Şahî herî dawî bi derketina hunermend Dilo Doxan a li ser dikê re bi gerandina govedê bi dawî bû.