Midûrê berê yê TEM’ê tayînî Girtîgeha Wanê kirin

Mîkaîl Mahmat ku dema li Girtîgeha Kandirayê midûrê 2. bû bi zextên li ser girtiyên siyasî dihate naskirin tayinî alîkarê midûr ê Girtîgeha Tîpa T ya Wanê kirin.

Li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê zexta li ser girtiyên siyasî dom dike. Mîkayîl Mahmat ku ji xwekuştina girtiyê bi navê Hasan Ozer a li Girtîgeha Kandirayê berpirs dihate dîtin, ku wê demê Midûrê 2. ê girtîgehê bû, tayînî alîkariyê midûr ê Girtîgeha Tîpa T ya Wanê kirine. Mahmat ku demekê li Colemêrgê midûriya TEM’ê kiriye li Girtîgeha Wanê karê wî yê pêşî sirgûnkirina 32 girtiyên PKK’ê bû. Li roja ku vebûyî Girtîgeha Tîpa T ya Wanê ku bi êşkenceya ser girtiyên siyasî dikeve rojevê, piştî ku ekîba bi tehde û êşkenceyê deşîfre bû ekîba nû hate ser kar.

QERDIYANÊ BIRAYÊ BERPIRSÊ DAÎŞ’Ê

Beriya niha di nûçeyeke ANF’ê de diyar de derketibû holê ku birayê berpirsê DAÎŞ’ê yê Wanê Fatîh Barût, Ahmet Barût qerdiyan e. Hedefa vê komê ku rêveberiyek ji endamên DAÎŞ-Mafya-Rêveberiya girtîgehê ava bûyî girtiyên siyasî ne. Mahmat ku beriya bi salekê bû midûrê girtîgehê polîtîkaya sîxuriyê sazkar kir. Girtiyan li dijî vê polîtîkaya sîxûrkirinê helwest nîşan dan, ekîba Mahmat êrîşa fizîkî bire ser girtiyan. Mahmat li gel her tiştî nekarî berxwedaniya girtiyan bişkîne ji bo vê jî dest bi sirgûnkirina girtiyan kir. Zexta li ser malbatên girtiyan jî ji hêla qerdiyan C.S ve tê kirin, ku ew jî ji ekîba Mahmat e.

ROJNAME, KOVAR Û PIRTÛK QEDEXE NE

Li girtîgehê zext bûne sîstematîk, qerdiyanan êrîş bire ser girtiyê bi nexweşiya dil ê bi navê Azad. Herî dawî girtîgeh bi sirgûnkirina 25 girtiyên siyasî bû rojev û niha jî sehkirina tazî li girtiyan ferz dikin. Girtiyên ku vê qebûl nakin êrîşa fizîkî dibine ser wan. Personelên girtîgehê bi êşkencekirinê gefê li girtiyan dixun. Bêyî sedem rojname, kovar û pirtûkan nadin girtiyan.

GIRTIYAN BANG LI RAYA GIŞTÎ KIRIN KU BIHISTYAR BIN

Girtiyekî ku ji girtîgehê derketî ji ANF’ê re axivî. Girtiyê ku demekê li girtîgeha Tîpa T ya Wanê mayî got: ‘’Sirgûn zêde bûn, qedexe hene, dema ku mirov ji koxuşê diçe revîrê nasnameyê dixwazin. Li ber her derî redaktorê bi kar tînin. Qerdiyan li gorî serê xwe girtiyan an jî cezaxwariyan dixin odeya tecrîdê. Armanca wan tolhildan e. Li girtîgeha Tîpa T ya Wanê 200 girtiyên PKK’ê hene. Li ser wan polîtîkayeke taybet heye. Girtiyên li hundir di vê mijarê de ji raya giştî bihistyariyê hêvî dikin.’’