Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hat lidarxistin. Girseya gel piştî nîvro saet 14:30’an li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn.
Li wir girseyê dest bi meşê kir û heya Navenda Çand û Hunerê berdewam kir. Di meşê de Mexmûriyan al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta li ser hatibû nivîsandin “Bê Serok Jiyan Nabe” hilgirtin; her wiha bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Serok roja me, em agirê dora wî” berzkirin. Piştî girse gihişte ber Navenda Çand û Hunerê li vir daxuyanî hat dayîn.
Beriya daxuyanî destpê bike ji bo giyanê tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de endama kordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok anî ziman: “Armanca çalakiyê şikandina tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd e. Em gelê Kurd pêşengiya mirovahiyê dikin. Em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me şermezar dikin.”
Tok di dewama axaftina de bal kişande ser helwesta Mexmûriyan ya li hemberî tecrîdê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heya ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi dawî nebe emê çalakiyên xwe bi heybettir bidomînin.”