Mexmûriyan li dijî karanîna çekên kîmyewî çalakî kirin

Şêniyên Mexmûrê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî çalakiyek lidar xistin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi çalakiyeke bêdengiyê, bikarîna çekên kîmyawî yên dewleta Tirk li hemberî gerîliyên azadiyê bi kar tîne hat şermezarkirin. Di destpêka çalakiyê de ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Çalakvanan wêneyên gerîlayên ku di encama êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûbûn, pankartên li ser hatibûn nivîsandin, “Çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye”, “Cîhan ji bêexlaqiya dewleta Tirk û PDK’ê re bêdenge”, “Wê Kurdistan ji dijmin re bibe goristan” û “ Ev der Zap, Avaşîn û Metîna ye, ev kolanên Kobanê ye” hildan.

Ji bo balê bikişînin ser çekên kîmyewî, çalakvanan cilên parastina li hember çekên kîmyewî li xwe kirin û bi berzkirina dirûşmeyên, “Qedera me di destê me de ye”, “Em ji kîmyewiyê natirsin”, “Kîmyewî ji bo mirovahiyê qedexe ye”, “Xwezayê bi kîmyewiyê ne kûjin” û “Hûn nikarin îradeya me bi kîmyewiyê bikujin”, xwestin dengê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bimre xiyanet” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.