Mexmûriyan bi coş 27’ê Mijdarê pêşwazî kirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 44’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Peyama bilindkirina berxwedanê hat dayin.

Bi tevlîbûna Gel û xwendevanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê her wiha mêhvanên ku ji derve jî hatibûn bi boneya 43’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê re bi awayek girseyî, bi coşek mezin hat pîroz kirin. Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya wargehê hat organîzekirin. Qada şahiyê bi al û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê, wêneyên Pêşengên destpêkê yên PKK’ê yên weke Şêhîd Sakîne Cansiz û Şehîd Hakî Karer hat xemilandin. Beriya ku pîrozbahî destpê bike ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser girîngiya rojê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan axivî.

Hecî Kaçan di destpêka axaftina xwe de 44’emîn salvegera PKK’ê li Rêber Apo, girtiyên di zindanan de, gerîlayên serê çiyan û tevahî gelê amade pîroz kir û got: “Partiya Karkerên Kurdistan PKK û Rêber Apo ji bo gelên azadîxwaz, ji bo mirovahiya pêşverû û gelên bê hêvî mayîn, hêvî avakir. Ew gelên di nava destên dagirkeran de bê maf hatîn hiştin, zimanê wan, çanda wan û hebûna wan hatîn qedexekirin ji bo wan hêvî dan avakirin. PKK ne tenê partiya gelê Kurd e, partiya tevahî gelên bindest, azadîxwaz û mirovahiya pêşverû ye. Ji roja Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê damezriya heta roja me ya îro roj bi roj bi dayîna berdelên herî mezin, bi kedekî pîroz, bi dayîna şehîd û qehremanan heta roja îro bi serbilindî hatiye. Eger îro em wek gelê Kurd wek gelê azadîxwaz xwediyê gelek destkeftiyên binirxîn, xwedî jiyanek birûmet û tên naskirin, ev bi saya wan qehremanên ku PKK damezirandî, Rêber Apo, şervanên serê çiyan û berxwedanvanên di zindanan de li berxwe didine. Qehremanên ku di vê oxirê de canê xwe fedakirîn em bejna xwe li ber wan di tewînin û bi minetdarî bibîrtînin.”

Piştî axaftina Hecî Kaçan, şanoyan bi navê Mexmûr Tv derket ser dikê, piştî wê koma mûzîkê ya Tevçandê û Kevana Zêrîn stiranên xwe pêşkêşkirin, piştî wê şanoya ku li ser koçberiya Ewrûpa hat pêşkêşkirin her wiha koma govendê ya Şehîd Şîlan Goyî derket ser dikê. Hunermendê bi navê Çoman Reşîd bi stranên xwe gel coşand.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.