Mexmûriyan Şehîdên Roboskiyê bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Komkujiya Roboskî di 9'emîn salvegera xwe de bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em xwediyê vê dozê ne, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û ala têkoşînê bilind bikin."

Bi wesîleya salvegera 9'an a Komkujiya Roboskî, îro bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan û bi amadebûna şêniyên wargeha Mexmûrê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan piştî deqeyek rêzgirtinê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Komkujiya Roboskî jî di nav de hemû komkujiyên li ser gelê Kurd pêk hatine, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Duh Helebce, Zîlan û Dêrsim bû îro jî Roboskî ye, wê sibe kîjan be ne diyare. Lê divê em baş bizanin ku dijminê neteweya me her tim hewl dide me qetil bike. Lê vê yekê her tim em bi hêztir kirine û berxwedana me hîn xûrtir kiriye. Em xwediyê vê dozê ne, em ê heta dawî li ber xwe bidin û ala têkoşînê bilind bikin."

Piştî daxuyaniyê li ser navê malbatên şehîdên Komkujiya Roboskî Eyşê Encu sipasiya gel kir ku di 9'emîn salvegera komkujiyê de ew bi tenê nehêlane û got, "Ev xemgînî ne tenê ya gelê Roboskî  ya tevahiya gelê Kurd e. Ev komkujî li ser tevahî gelê Kurd hatiye pêkanîn. Li Amed, Şirnex û Cizîra Botan jî komkujî hatin kirin. Divê em ji van dagirkerî û qetlîaman re xwe bêdeng nehêlin û serî li hemberî wan hildin."

Daxuyani bi dirûşmeyên 'Şehîd namirin' û 'Bijî berxwedana gelê Kurd' bi dawî bû.