Mexmûrî lenetê li Erdogan tînin

Şêniyên kampa Mexmûrê dirûşma "Kujer Erdogan" diqîrin û ber bi qada merasîma cenaze ve dimeşin.

Şêniyên Mexmûrê ji danê sibehê saet 8'an û vir ve li meydana gund kom dibin ku wê merasîma cenazeyê 4 jinên ji ber êrîşa dewleta Tirk şehîd bûn lê bê lidarxistin. Bi hezaran Mexmûriyên li hev civiyan tevî heyeta ji bo merasîmê hat, ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan.

'BÊDENGIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ CIHÊ FIKARAN E'

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Bûdak bi bîr xist, kamp di kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye, lewma êrîşa li ser kampê êrîşa li dijî Neteweyên Yekbûyî ye, lê Neteweyên Yekbûyî hîn jî bêdeng e. Bûdak got, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî wan dixe nava tirs û fikaran.

Fîlîz Bûdak bang li hêzên navneteweyî û hêzên Kurdan kir ku li dijî êrîşê dengê xwe bilind bikin.

Piştî daxuyaniyê û axaftinan, şêniyên Mexmûrê berê xwe da meydana gund ku wê merasîma cenaze lê pêk were. Mexmûrî dirûşma "Kujer Erdogan" diqîrin.