Mexdûrên erdheja Kirmanşan ji helwesta hikûmetê nerazî ye

Ev 9 meh in li ser erdheja Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê re derbas bû, hê jî gel li nava rewşa xirab û xirbeyan de dijîn. Ji ber vê sedema xirab her ku diçe welatî dawî li jiyana xwe tînin.

Jiyan û rewşa mexdûrên erdeheja li bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ne xema hikûmeta Îranê ye. Hikûmeta Îranê li şûna ku zimet û alîkariya mexdûrên erdehjê bike, ketiye pey komkirina pereyan. Rejîma Îranê şerê li dijî Musilmanên welatên din bi taybet welatên cîran ji rewşa welatiyên wan girîngtir dibîne.

9 meh li ser erdheja bajrê Kirmanşan re derbas bû, hê jî birînên wê nehatiye pêçan. Ev erd he bû sedema kuştin bi sedan welatî, birîndarbûna bi hezaran û dîsa bû sedema bi hezaran welatî bimînin li der ve. Ev êşa giran hê jî nehatiye dermankirin. Rejîma Îranê tevî hemû êş û rewşa xirab a gel, gel pişt çav dike û berpirsyariyên xwe bi cih naîne.

Keça bi navê Hediye Ezîzî ya ku li bajarê Qesre Şîrîn dijî got: “Mala me li Qesre Şîrîn hilweşiyaye. Em niha di nava şert û mercên giran de dijîn.”

Ezîzî ya ku bavê wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye diyar kir ku şaredarî çavê xwe li wan girtiye. Ezîzî ya ku weke gelek zarokên navçeyê hê di temenê xwe yê biçûk de rastiya rejîma Îranê dibîne û li dijî vê hewlestê nerazî ye. Ezîzî anî ziman ku di warê tenduristî de pêwîstiyên wan pir kêm in û banga alîkariyê kir.

Endamê Desteya Bername û Buçeya Parlementoya Îranê Îzedîn Yûsfyan ragihandibû ku 9 milyon dolar ji bo herêmên ku erdhej lê rû daye hatiye amadekirin. Eger ku heta niha beşek ji wî 9 milyon dolar ji bo navçe û bajarên ku erdhej lê dayî bihatiba mezaxitin wê karibûna gelek herêm bihata çêkirin. Lê heta niha ev pere nehatiye mezaxtin û wisa diyare ku berpirs û kesayetên dewlemend ên nêzî dewletê ji gel zêdetir pêwîstiya wan pê heye.

Yek ji jina ku mexdûrê erdhejê bûye jî wiha dibêje: “Dema ku erdhej pêk hatî, mala me hilweşiya û li bajar me malek kirê kir. Lê ji ber bihabûna kiriya xanî me nekarî em pereyê wê birazînin. Ji ber wê em neçar man ku li nava konteyniran bicih bibin û bijî. Niha ne tenê avahiyê me çû, jiyana me jî çûye. Tevî hemû vê nexweşiyê hê jî dewlet qala serwerî û dewlemendiya xwe dike!”