'Mesrefên qesrê hîmê aboriyê ji binî ve dileqîne'

Rewşa aboriyê ya Tirkiyeyê roj bi roj xerabtir dibe. Ji darazê heya rêvebiriyê, ji polîtîkaya derve heya bi mesrefên qesrê gelek tişt hîmê aboriyê ji binî ve dileqînin. Şêniyên Sûrê ya Amedê têkildarî mijarê axivîn.

Li gor daneyên Rojnameya Sicîlê ya Esnaf û Sinhetkarên Tirkiyeyê; di sala 2020'î de 99 hezar û 588 esnafan dikan girtine. Her wiha Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) a Stenbolê, tekîldarî intihara karkeran a 8 salan raporek weşand.  Li gorî raporê di nav 8 salan de ji ber şertên kar ên li kargehan 502 karkeran întihar kiriye û jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê di intihara karkeran sal bi sal zêde bûye û bajarên ku herî zêde intihara karkeran li wan çêbûye jî wiha hatine rêzkirin: Stenbol, Îzmîr, Kocaelî û Antalya. Di raporê de hatiye destnîşankirin karkerên ku jiyana xwe ji dest dane 30 ji wan jin û 472 kes ji wan zilam in. Her wiha li gorî raporê 6 zarokên karker jî întihar kirine.

Li aliyê din li gorî deneyen Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), îstatîstîkên hêza kar a sala 2020’an, rêjeya bêkariyê 0,5 puan kêm bû û gehişt asta 13.2’yan. Bêkariya ji derveyî çandiniyê jî 0,7 puan kom bû û bi vî awayî gehiştin ji sedî 15,3’yan. 

Her wiha kriz bandoreke pir nebaş li kesên teqawidbûyî jî dike. Li Tirkiyeyê 13 milyon kesên teqawidbûyî hene, lê belê piraniya wan nikarin bi meaşên heyî debara xwe bikin. Lewma ji bêgavî di karên cuda de dixebitin. Her wiha li gor daneyên Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li Tirkiyeyê ji sedî 60'ê kesên teqawidbûyî, yanî 7 milyon û 900 hezar kesên teqawidbûyî, bi meaşekî di biniya meaşê kêm re dixebitin.

Li Sûr a Amedê, esnaf, welatî û kesên teqawîtbûyî ji kamereyên ajana me ANF’ê re axivîn. 

‘HIKÛMET NIKARE WELAT BIRÊVE BIBE’

Esnaf Şahabettîn Ugur (66) ku 42 sal e li Sûrê esnaf e diyar kir ku wî di jiyana xwe de krîzek wiha kûr neditiye û got: “Ji sibê heta êvarî tiştek nayê firotin, bazar weke tu dibînî vala ye. Ev ne krîz e, malwêranî ye. Ev krîz demek dirêj e heye, lê bi şewbê re hîn kûrtir bû. Hikûmet çi tevdiran nastîne. Krîz tenê bandorê li jiyana me nake, me tine dike û ji holê radike. Ka binêre em çendîn dikanin bawer bike ti kesê sifteh nekiriye. Ev 42 sal e ez li Sûrê esnafim lê heta niha min ti krîzên wiha ne dîtiye. Her diçe xizanî û tinebûn zêde dibe. Ti kes nayê bazarê û em tenê esnaf li bazarê ne. Em nikarin kiryaran tewanbar bikin, ew jî xizaniyê dijin, pere bi ti kesê re nîne. Eger pere bi kiryaran re hebe bê guman bazar tijî dibe. Hikûmet nikare welat birêve bibe. Em krîzê dijîn lê hikûmet du qatê me krîzê dijî. Ji darazê heya rêvebiriyê, ji polîtîkaya derve heya bi mesrefên qesrê gelek tişt hîmê aboriyê ji binî ve dileqînin. Em jî bê çare ne. Ji ber deynan em şaşbûne ku em ê çi bikin. Her kes ketiye dibinê deynan de. Xwedê alîkarê me be.”

‘VÊ HIKÛMETÊ HER KES XIZAN KIR’

Esnaf Şaban Menteş (36) bilêv kir ku kesên xizan nikarin tiştekî jî bikirin û wiha axivî: "Kesên xizan mirine. Êdî gel nikare îdare bike. Meha Remezanê hat, em nikarin tiştekî jî bifiroşin. Her roj zem li ser zemê tê û her kesê jî bandor dike. Sedema sereke ya krîzê bêkarî ye, ev jî bi şêwazê rêveberiya welat ve girêdayî ye. Vê hikûmetê her kes xizan kir û alîgirên xwe dewlemend kirin. Ji xwe krîz demek dirêje heye, lê bi şewbê re kûrtir bû. Dewlet nikare ji bo nexweşiyê bibe bersiv, li ser hev derabeyên dikanan tînin xwarê. Ji xwe em nikarin qala fatureyan bikin. Carna tê em nikarin fatureyên xwe bibin. Li welat bêkarî û xizanî zêde dibe, ew jî zem li ser zeman zêdê dike.”

‘DEYN ZÊDE BÛYE’

Orhan Baga (38) jî anî ziman ku bi şewbê re pişta esnaf şikestiye û wiha pê de çû: “Wextê bi qasî niha rewş ev qasî xirab nebûye. Kirêyên her kesî ketine ser hev. Deyn zêde dibin. Bi rastî jî em esnaf zehmetiyê dikişîne. Piraniya esnafan dikanên xwe girtine. Bi ti awayî alîkariya me nekirin. Ma 500 lîreyî bidin ê çi bibe nedin ê çi bibe. Tim mirovan mexdûr dikin. Esnaf jî li ber van neheqiyan ranabe. Îcar gava tu deng nekî û pirsgirêkên xwe bilêv nekî dê ti tişt neguhere.”

‘EM PERÎŞANIN’

Ramazan Ekinci  (55) ku debariya xwe bi firotina kerangan dike jî got: “Di destpêka biharê ez dest bi komkirina kerengan dikim û tînim di nava bajêr difiroşim. Bawer bike ez tiştekê jî bidest naxim. Ka rojê 40 TL dibe çi. Ez ê çi bistînim, çi nestînim. Vêcar kiraya malê û fature hene. Ez sê zarokên xwe didim xwendin û gelek zehmetiyan dikêşim. Lê hatinek min a cuda tine ye û em perîşanin. Îro malê fature daye, bi xwedê ji ciranan deynkiriye daye. Ka binêre ma ev jiyane. Xwedê alîkarê me be û rojekê zû me jî vê rewşê xilas bike.”

‘EZ NIKARIM DEBARIYA XWE BIKIM’

Ahmet Onaran ê teqwîd bûye jî anî ziman ku 7 sal in teqawid bûye û ji wê rojê heta niha zehmetiyên mezin dikêşe û  got: “Her diçe nikarim bi meaşê xwe debara xwe bikim. Meaşê kêm 2 hezar û 825 TL ye. Lê meaşê min 2 hezar û 400 lîre ye. Nîviyê wî diçe krediyê. Çayxaneyek me heye ez debariya xwe bi wê dikim. Ev jî ji ber tevdirên şewbê hate girtin. Ji niha û vir de ez ê çi bikim nizanim.”

‘DEWLET JI HER DERÊ DIDIZE’

Yusuf Erdal (66) diyar kir ku meaşê wan meaşekî di biniya sînorê birçîbûnê de ye û nikarin debara xwe bikin. Erdal anî ziman ku kesên teqawidbûyî 25 salan ji bo jiyaneke rihet xebitîne, lê belê piştî teqawid bûne dîtine ku ev ne pêkan e . Erdal bilêv kir ku ji bo bikare debariya xwe bike hîn dixebite û got: “Krîz her ku diçe kûr dibe. Ez qaşo teqawît bûme, lê halê min ne ti hale. Dewlet ji her derê didize û dixwe. Lê gel xizan dibe. Vê hikûmetê her kes xizan kir. Ez di kirayê de me, ka tu bibêje ez çawan debariya xwe bikim. Wile bile ez carna nikarim fatureyên malê bidim. Meha pîroz remezan hat, em derneketin bazara remezanê. Ji ber ku pere bi me re tineye.”