Meşa li Êlihê: Berxwedana me wê heta têkbirina dagirkeriyê bidome!

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk di meşa li dijî desteserkirina şaredariyan de axivî û got, “Heta ku şaredarî ji dagirkeriyê rizgar bibin, wê berxwedana me dewam bike.”

BERXWEDANA LI DIJÎ QEYÛMÊ

Wezareta Karên Navxweyî roja 4’ê Mijdarê qeyûm tayînî ser Şaredariya Êlihê kir. Xelkê Êlihê li dijî tayînkirina qeyûm çalakiyên protestoyê di roja şeşemîn de berdewam dike. Girse li ber Parka Yilmaz Guney kom bû û li ser Cadeya Amedê heta Duçerxa Basinê meşê li dar xist. Girse bênavber dirûşmên “Qeyûm bicehime”, “Dizek qeyûm” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kir. 

Girse, li gel şandeya ku ji Wanê hatî bi pankarta “Li dijî darbeya qeyûm gel li berxwe dide” meşiyan. Parlamenter, hevşaredar û hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî tevlî meşê bûn. Girseyê gelek caran bê navber dirûşmên "Êlih îradeya xwe biparêze", "Li Şaredariyê diz heye", "Bijî berxwedana Gele Kurd" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Dikandarên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşê. 

Di meşê de Parlamenterê Wanê Mahmût Dîndar axivî û got: “Rabin ser piyan û xwedî li vîna xwe derkevin. Roj roja parastina vîna me ye." Girseya ku gihaşt ber çerxerêya Basinê li vir daxuyanî hat dayîn. 

‘EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN’

Hevserokê DEM Partî ya Êlihê Mustafa Mesut Tekîk axivî û bal kişand ser berxwedana Êlihê û dû re Hevserokê DEM Partî yê Wanê Veysî Dîlekçî mafê axaftinê girt û bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û MHP'ê û got: "Gulistan Sonuk vîna gelê Êlihê ye. Bi rojanê hûn li qadan li ber xwe didin. Me ji Wanê ji we re silav anî û em berxwedana we silav dikin. Em ê bi hev re bi ser bikevin."

Hevşaredarê Kopê ya Mûşê Arafat Kardagi jî destnîşan kir ku çiqas gel xwedî li vîna xwe derkeve dê desthilatdarî paşve gav bavêje. Hevşaredarê Misircê ya Sêrtê Alî Riza Bîngol, bal kişand ser helwesta gel.

‘EM VAN KOLANAN NATERIKÎNIN’

Herî dawiyê jî Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk axivî û got: "Dibêjin derbarê me de biryar hene, ev çîrok in; Ger hilbijartineke me ya din hebe em ê dîsa bi ser bikevin. Ew ê tu carî me ji erkên me dûr nexin bi biryarên weha sivik. Em bi erêkirina we û Wezareta Karên Hundir nehatine. Em bi vîna vî gelî hatin vir. Kesî ev der nedaye me. Em van kolanan naterikînin. Em ê ti carî xiyanetê li dîroka xwe ya berxwedanê nekin. Heta ku şaredarî ji dagirkeriyê rizgar bibin, wê berxwedana me dewam bike.”