Meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Silêmaniyê destpê kir

Meşa girseyî ya di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsigrêka Kurd re çareseriya siyasî" li bajarê Silêmaniyê destpê kir.

Çalakiyên di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî de ku 10 Cotmehê ji aliyê dostên Kurdan ve li seranserê cîhanê hatibû destpêkirin, bê navber didomin.

Di çarçoveya heman kampanyayê de îro meşeke girseyî hat organîzekirin.

Meş saet 15:00’an li gorî dema herêmê li taxa Seholeke ya Silêmaniyê destpê kir û ber bi Baxê Giştî ve didome.

Di meşê de ku pankarta li ser hatibû nivîsandin "Azadî Rêber Apo; Garantiya Yekîtiya Netewî û Serketinê ye", wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan bê navber dirûşêmeyên di çarçoveya azadiya Rêberê Gelê Kurd tê berzkirin.

Meş heta vê kêliyê jî didome. Tê payîn ku dema bigihîjin ber Baxê Giştî wê li wir mîtîngek were lidarxistin û daxuyanî were dayîn.