Meşa ku di saet 11:45’an de ji Bîlker S Bahnhofê dest bi meşê kirin balsê Leverkûsen 2,5 km, baskê Dûîsbûrgê yê ku ji Derendorfê ketin rê jî 3 km meşiyan. Her du baskên meşê, di saet 13:00’an de li pêşiya DBG Haûs a li pêşberî Stasyona Trenê ya Navenda Dusseldorfê gihiştin hev. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên têkoşîna şoreşê û Kurdisatanê hate girtin û şûnde girseya nêzî 1500 kesan ber bi Parlemetoya Eyaletê ve ketin rê.
Di tevahiya meşê de dirûşmên bi Elmanî yên mîna “Bijî Ocalan”, “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû”, “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Tirkiye” hatin qîrkirin. Di belavoka zimanê Elmanî hate xwendin de diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurd kete pêvajoyekî nû û bang li Gelê Kurd û dostên wan hate kirin ku beşdarî meşa mezin û mîtînga ku wê 11’yê Sibatê li bajarê Strasboûrg a Fransayê bê lidarxistin bibin.
Meşa Dirêj a ku ev 3 roj in didome, bi mîtîngekî li pêşiya Parlemetoya Eyaleta NRW’ê û bi guhdarkirina helbestên Koma Berxwedan ve bi dawî bû.