Meşa Demokrasiyê: Heta ku desteserkirin bi dawî dibe, em ê li ber xwe bidin!

Meşa Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, didome. Di meşê de peyama “Heta ku desteserkirin bi dawî dibe, em di çalakiyê de ne. Divê her kes tişta ku ji destê wî/ê tê, bike” hate dayîn.

MEŞA DEMOKRASIYÊ

Li Colemêrgê li dijî desteserkirina şaredariyê, di 13’ê Hezîranê bi pêşengiya sazî û partiyên siyasî wê bi şîara “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin xespê” mîtîng bê lidarxistin. Meşa Demokrasiyê jî ya beriya wê hatî destpêkirin, di roja 2’yan de ye. Meşvan li navçeya Geverê çalakiyê didomînin. Di saetên siharê de çalakvan li ber Rêxistina Navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin ba hev. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenter û gelek sivîl beşdarî meşê bûn.

Di meşê de dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bicehime qeyûm, şaredarî yên me ne” û “Bijî berxwedana Colemêrg” hatin berzkirin. Piştî meşê Hevseroka Bajêr a DEM Partiyê Humeyra Armût axivî û banga piştevaniyê kir.

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren bi bîr xist ku 8 roj in gel li dijî desteserkirina îradeyê, li ser piyan e û got: “Îradeya gelê Colemêrgê hate desteserkirin. Ev rewş demokrasiya Tirkiyeyê jî eleqeder dike. Lewma divê hemû gel piştgiriyê bidin. Eger faşîzm li Colemêrgê têk biçe, wê li her derê têk biçe. Em bang li hemû gelê xwe û rêxistinên civakî yên sivîl dikin ku beşdarî mîtînga me bibin. Ev meş heta ku xespa qeyûm bi dawî dibe, wê dewam bike. Li her derê wê berxwedana me bidome. Îradeya gelê me wê bi ser bikeve. Divê her kes her tişta ku ji destê wî/ê tê, bike.”

Piştre meşvan ber bi navçeya Çelê ve bi rê ketin.