Meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê dewam dike
Meşa Dirêj a ji Silêmanî heta Hewlêrê, ku bi dirûşma "Bi tolhildana şoreşgerî em mêtîngeriyê parçe bikin, Rêbertî azad bikin" tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.
Meşa Dirêj a ji Silêmanî heta Hewlêrê, ku bi dirûşma "Bi tolhildana şoreşgerî em mêtîngeriyê parçe bikin, Rêbertî azad bikin" tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.
Meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdllah Ocalan dewam dike.
Meşa Dirêj a ji Silêmanî heta Hewlêrê, ku bi dirûşma "Bi tolhildana şoreşgerî em mêtîngeriyê parçe bikin, Rêbertî azad bikin" tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.
Şêniyên herêmê, bi baldarî û kêfxweşî pêşwaziya ciwanan dikin. Ciwan duh êvarê, li nehiya Bazyan a Silêmanî ji aliyê nûnerên Tevgera Goran ve hatin pêşwazîkirin.
Çalakger bi şev li Bazyanê man û danê sibehê dest bi meşa xwe kirin. Ciwanên ku gihîştine nehiya Tekke ya Silêmanî, çav li rê ye ku danê êvarê bigihêjin navçeya Çemçemalê.
Ciwan wê îşev jî li Çemçemalê bimînin û serê sibehê meşa xwe bidomînin.
Piştî Çemçemalê, rawestgeha din a ciwanan wê nehiya Karaîncîr a Kerkûkê be.