BI DÎMEN

Meşa ciwanên Başûr a ji bo Ocalan dest pê kir

Meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ya bi dirûşma ‘’Bi tolhildana şoreşgerî em dagirkeriyê parçe bikin, Rêbertiyê azad bikin’’ ya ji Silêmanî ber bi Hewlêrê dest pê kir.

 

Meşa ku cara pêşî ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê, Komploya Navdewletî ya bi ser Serokê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan de, li Başûrê Kurdistanê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Azad, Rêxistina Jinên Ciwan, Tevgera Berxwedêr a Ciwanan û Tevgera Ciwanên Rojava dest pê kir.

Li Silêmanî, li ber Parka Nalî saet 10.00’an têkildarî armanca meşê daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Beriya bi 18 salan Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî dewleta Tirk hate kirin. Komploya li ser Ocalan li dinyayê bi ser kesekî dî nehatiye kirin. Komployeke wiha bû ku ne xwedî ti pîvanên sincî, hiqûqî û mirovî bû.’’

Ciwanan diyar kirin ku di şexsê Ocalan de hedefa komployê Kurd bûn û hemû azadîxwaz bûn û bi berdewamî wiha gotin, ‘’Ji bo vê jî tecrîda li ser Rêber Apo tecrîdeke dijmirovî ye’’

 ‘EM XURT TEVLÎ MEŞÊ BIBIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin ên ku ciwan gihandin gewherê wan ramanên Ocalan in û hate xwestin ku ji bo meşê tevlêbûneke xurt çêbibe.

Ciwanan gotin, ‘’Em hêzên ku tevlî nav komployê bûne şermezar dikin û em azadiya Rêber  Apo weke azadiya ciwanên Başûrê Kurdistanê dibînin’’ û bi berdewamî gotin:
‘’Em CPT’yê û Dadgeha Mafê Mirovan ji tecrîda Imraliyê ya li ser Rêber Apo û ji beparbûna Rêber Apo ya ji mafê xwe berpirs dibînin. Em diyar dikin ku em bi gumanin ku nêzîkatiya wan li Rêber Apo ne bêalî ye.

Em slavên xwe ji ciwanên enternasyonalîst re dişînin ku tevlî meşa ji bo azadiya Rêber Apo bûne.

Em hemû kesên ku di wê çalakiyê de ya bi navê ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’’ şehîd bûne bi hurmet bi bîr tînin, diyar dikin ku agirê wan vêxistiye rêya me ronî dike û sedema wê ye ku em têkoşîna xwe geş bikin.

Em bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo, li dijî komployê çalaktir têbikoşin. Dîsa bi taybetî em bang dikin ku ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî meşa 15’ê Sibatê bibin ku wê li Hewlêrê were kirin.’’

Ciwanên ku wê 5 rojan ji Silêmanî çömçemal û rêgeha Kerkûk bimeşin, 15’ê Sibatê li Hewlêrê wê bi girseyeke mezin daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.