Meşa Azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir

Gelê Şirnex û Rihayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve dest bi meşa azadiyê kirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TUHAD-FED, MEBYA-DER û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve "Meşa Azadiyê" tê lidarxistin. Welatiyên ji Şirnexê û navçeyan di seatên sibehê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kom bûn.

Xelkê Botanê li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi Amedê ve bi awayekî girseyî û bi coş bi rê ketin. Girseya ku li Amedê kom bibe, wê ber bi Gemlîkê ve bimeşe.

Beriya ku meşvan derkevin rê, Parlamenterê HEDEP'ê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez daxuyanî da. Îrmez wiha got: “Em niha li ser rêya Gemlîkê ne. Ev  25 sal in ku tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan û hevalên wî tê meşandin. Ji ber vê me li dijî tecrîdê dest bi pêngavek nû kir. Ev pêngava me dê berdewam bike. Her çendî astengî hebin jî em ê nesekinin. Weke Botanê em ê ber bi Girava Îmraliyê ve bimeşin. Meşa me wê li Amedê dest pê bike. Daxwaza me ew e ku hemû rêxistinên demokratîk û azadîxwaz beşdarî vê meşê bibin û di demek zûtirin  de ev tecrîd bê rakirin. Em ji bo azadiyê bimeşin Gemlîkê."

Girse bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Ji tecrîdê re na" bi rê ket.

RIHA

Li Rihayê jî gel ji bo tevlî Meşa Azadiyê bibe, li navçeya Cûrnê Reş hatin ba hev. Heta ku gel amadekariyên xwe temam kir, dirûşmên wek "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan nabe" berz kirin. Piştî amadekariyan welatî li wesayîtên xwe siwar bûn û ji bo tevlî meşê yê Amedê bibin, berê xwe dan navenda Amedê.