Mertalên Zindî komkujiya Kortekê û helwesta hikumetê şermezar kir

Çalakvanên Mertalên Zindî li Bradostê bi daxuyaniyekê komkujiya Kortekê û helwesta hikumeta Başûr şermezar kirin û bang li hemû gelê Kurd û ciwanan kirin ku helwest nîşan bidin.

Çalakiya Ciwanên Başûrê Kurdistan a Mertalên Zindî li Bradostê di 24’ê Hezîranê destpê kiribû û îro di roja xwe ya 7’emîn de didome.

Çalakvanên Mertalên Zindî li Bradostê bi daxuyaniyekê komkujiya Kortekê û helwesta hikumeta Başûr şermezar kirin û bang li hemû gelê Kurd û ciwanan kir ku helwest nîşan bidin.

Çalakvanan diyar kirin ku armanca dewleta dagirker a Tirk ne tenê PKK an jî hêzên gerîla ye, armanca wan qetilkirina tevahî gelê Kurd e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di rojên dawî de helwesta hikumeta herêma Başûr diyar bû. Bi daxuyaniyê xwe bi rengekî eşkere PKK’ê sûcdar dikir û alîgirê êrîşên dewleta dagirker ên Tirk bû. Hemû kes dizane PKK kî ye. PKK xwişk û birayê me ne. Lê em baş dizanin hikumeta herêmê kî ye."

Mertalên Zindî bal kişandin ser bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û diyar kirin, "Komkujiya li Kortekê bi zanebûn hate kirin. Hemû kesî dizanî bû ku ew wesayit ya sîvîl e. Tu tiştekî eskerî bi wesayetî ve tune bû. Armanca dewleta dagirker a Tirk ne PKK’ye, armanc gelê Kurd e. Li ku derê Kurdek hebe, dewleta Tirk a dagirker fermana kuştinê dide. Em wek çalakvanên Mertalên Zindî helwesta hikumeta herêma Başûr şermezar dikin."

Di dawiya daxuayniyê de bang li gelê Kurd bi taybetî ciwanan û ciwanên Başûrê Kurdistanê hate kirin ku beşdarî çalakiya Mertalên Zindî bibin.