Melîsa Îştar beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bû

Li Mexmûrê Melîsa Îştar beşdarî ji pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ bû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Melîsa Îştar bi daxuyaniyekê beşdarbûna xwe ji pêngava di 10’ê Cotmehê de bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ hate destpêkirin, diyar kirin.

Daxuyanî li ber Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê, destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xantur Kara ve hat xwendin.

Daxuyaniya Meclîsa Îştar wiha ye:

“Berxwedana Rêber Apo ku berxwedana me hemû yane, teqez wê serbikeve. Bi hêza têkoşîna me ya hevpar, Rêber Apo wê bi fîzîkî azad bibe. Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê di hucreyeke yek kesî de, dîl tê girtin. Li dijî van şert û mercên dîlgirtinê ku bi komploya navneteweyî hat destpêkirin, roja 10’ê Cotmehê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin. Dihat plankirin ku ev pêngav li 74 navendan were kirin, lê zêdeyî li 100 cihan hat kirin. Em hemû kesên beşdarî vê pêngavê bûne, silav dikin. Tecrîd û êrîşên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo didomîne, li dijî hemû Kurdan veguheriye êrîşên qirkirinê.

Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê li dijî faşîzm û hêzên hegemonîk berxwedaneke bêhempa dimeşîne û bi paradîgmaya ku pêş xistibû, koletiya bedenî veguherand lêgerîna azadiya ku sînoran derbas dike. Asta azadiya fikrî û evîna heqîqetê ji xwe da destpêkirin û wî kariye bide her jin, çîna bindest, ciwan, tevgerên civakî û her mirovên ku li hemu aliyên cîhanê li ber xwe didin. Ne mêtîngerî, ne faşîzm û ne jî hegemonan nekarîn pêşiya azadiya ji Îmraliyê bilind dibe, bigirin. Em jinên Kurd vê yekê têr nabînin û em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.