Melet: Tecrîd polîtîkaya dewletê ye

Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mûrat Melet got, tecrîdkirina Ocalan polîtîkeke hikumet û dewletê ye.

Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mûrat Melet, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji ANF'ê re nirxand.

Melet diyar kir, demeke dirêj e li dijî Ocalan polîtîkayeke giran a tecrîd û îzolasyonê dewam dike û anî ziman, ku ev yek polîtîkayeke dewletê ye. Melet ragihand, bi vê polîtîkayê re dixwazin têkiliya Ocalan a bi civakê re bibirin û got, "Eşkere ye ku nêrînên Birêz Ocalan dema gihîşt nava civakê wê bên pejirandin û destekkirin. Gelan dîtin ku Birêz Ocalan hem ji bo aştiya civakî, hem jî xurtkirina demokrasiya civakî xwedî nêrînên gelekî girîng in."

Melet destnîşan kir, divê gel rabin ser piyan, dawî li vê rewşê bînin û wiha dewam kir: "Em dibînin ku car carna rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên sosyalîst û demokratîk dikevin nava hewldanên erênî, lê belê têrê nakin Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir ku xwest tecrîdkirina Birêz Ocalan tavilê biqede û hevdîtin pê re bê kirin. Ya rast, ev yek pêwîstiyeke civakê ye. Em; parêzvanên mafên mirovan dibêjin, ti mirov divê berdêla mafên xwe yên demokratîk bi dayina canê xwe nedin. Em dixwazin, mafên însanî yên bingehîn ên demokratîk tavilê bên dayin."

Melet diyar kir, tecrîd ne biryara Wezareta Edaletê ya jî rêveberiya girtîgehê ye û got, tecrîd polîtîkayeke hikumetê ye. Melet di dawiyê de got, "Biryareke siyasî ye. Eşkere ye ku wê encam jê dernekeve û krîza heyî girantir bike. Hem li dijî hiqûqa Tirk e, hem jî li normên gerdûnî nayê. Eger li vî welatê pirsgirêk wê çareser bibin, pêwîste di zemîneke aştiyane û bi destûra bingehîn a demokratîk û wekhev pêk were."