Melet: Ji bo aştî û demokrasiyê divê tecrîd rabe

Serokê Şaxê ÎHD'ê ya Wanê Mûrat Melet diyar kir tecrîda li ser Birêz Ocalan li ti deverê cîhanê mînaka wê tine ye û got, bi vê yekê civak tê cezakirin.

Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê Mûrat Melet li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Birêz Ocalan li ti deverê cîhanê mînaka wê tine ye. Ev tecrîd derhiqûqî û derqanûnî ye. Ne di hiqûqa netewî ne jî di ya navnetewî de cihê wê tine ye.

‘TECRÎD DERHIQÛQÎ Û DERQANÛNÎ YE’

Melet da zanîn ku ne pêkan e ku wijdana mirovan vê tecrîdê wek tiştekî normal bibîne û qebûl bike. Melet destnîşan kir ku tişta tê kirin kêfî û siyasî ye û wiha axivî: “Bi vê yekê civak tê cezakirin. Ji ber vê ev yek xistin dewrê. Bi tecrîdê dixwazin têkiliyê Birêz Ocalan ên bi civakê re bibirin. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, kesên ku tecrîdê pêk tînin û hevkariya tecrîdê dikin sûçê dijmirovahiyê dikin. Bi tecrîdê dixwazin hemû têkiliyê civakê û peyamên Ocalan yên ji bo civakê bibirin. Gelek caran Birêz Ocalan bi hevdîtinên xwe yên li gel parêzer, heyeta Îmralî û malbatê re projeyên xwe yên çareseriyê û rêyên aramiyê yên ji bo welat ji raya giştî re eşkere kir. Niha jî dixwazin pêşiya rêya edalet û hiqûqê li welat bigrin. Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan tê meşandin di heman demê de tecrîd li ser civakê jî tê meşandin.”

‘LI ÎMRALIYÊ QANÛNÊN TAYBET’

Melet anî ziman ku ev 7 sal in ti parêzerên Birêz Ocalan nikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin û wiha pê de çû: “Li ti deverê cîhanê mînaka wê tine ye. Ev tecrîd derhiqûqî û derqanûnî ye. Ne di hiqûqa netewî ne jî di ya navnetewî de cihê wê tine ye. Li hemû deverên cîhanê, parêzer her hefte dikarin miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Lê ev tiştek taybet e û cihê wê li ti qanûnan de jî nîne. Em ÎHD bang li rayedaran dikin, çawan ku mafên hemû girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê heye bi malbatên xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, divê Birêz Ocalan jî bikare van mafê xwe bikar bîne. Em naxwazin li hemberî hiqûqê bêbawer bibin û em jî hiqûqê bawer dikin. Ji bo vê jî divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe û Birêz Ocalan bikaribe bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.”

‘JI BO AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ DIVÊ TECRÎD RABE’

Melet bal kişand li ser bandora Ocalan ya li Rojhilata Navîn û wiha got: “Hemû gelên Tirkiyeyê rastiya Îmraliyê dizane, ev rastî di Newroza 2013’an de xwe careke din dubare kir. Tevahiya cîhanê şahîdî kir li ser peyvek Birêz Ocalan PKK’ê agirbest îlan kir û hêzên xwe yên leşkerî li ser sînor paş de kişand. Heger rastî jî Tirkiye dixwaze aştî, demokrasî pêş bikeve û bibe welatekî azadiyê, divê destpêkê tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan bê rakirin û rêyên diyalogê bên vekirin. Heger tecrîd ne rabe û bidome wê rageşiya li Tirkiyeyê bidome û her ku biçe dê kûr bibe.”

‘DIVÊ CPT VEŞARTÎ PEYWÎRA XWE PÊK NEYÎNE’

Melet bertek nîşanî helwesta Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa û CPT da û wiha got: “Divê hemû Rêxistinên Mafên Mirovan, Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa û CPT xwedî li peywîra xwe derkevin û ji bo maf û edaletê têkevin dewrê. Divê CPT li pişt dÎwar û perdeyan peywîra xwe pêk neyne. Pêwîste CPT encamên hevdîtinên xwe yên berê jî ji raya giştî re eşkere bike û bikeve hewldananên nû.”