Melet: Hilbijartinê bêwate dikin

Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, biryara qeyûm darbe ye û got, hilbijartin li bajarên Kurdan bêwate kirine û demokrasî têk birine.

Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet, di derbarê danîna qeyûman de ji ANF re axivî. Melet da zanîn ku biryara danîna qeyûman darbe ye û got, hilbijartinên li Kurdistanê pêk tên êdî bêwate ne. 

Melet anî ziman ku hindirê hincetên danîna qeyûman vala ye û got, amadekariyên qeyûman berî 31’ê Adarê hatibûn kirin û got: "Ev plana qeyûman berî demekî bi belgeyan hate piştrastkirin. Her wiha bendên li dora şaredariyê jî dan xuyakirin ku qeyûm di rê de ne. Danîna qeyûman li dijî demokrasiyê ye û bi vê darbeyê tê xwestin hemû rêyên hiqûq û demokrasiyê ji holê bên rakirin. Di heman demê de êrîşek li ser aştî, wekhevî û aramiya welat e. Ev polîtîkaya qeyûm tevahî ji bê çareseriyê ye û divê ev biryar demek ji demekê zûtir bê rakirin."

'LI DIJÎ QEYÛMAN BI DEMOKRASIYÊ RE BIN'

Melet destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûman hikûmet bê çare hiştiye û ev polîtîka di destê hikûmetê de teqiyaye. Melet wiha domand: "Li dijî qeyûman divê hemû kesên ji demokrasiyê bawer dikin bi yek dengê li dijî vê hişmendiyê derkevin û cihê xwe li gel hevşaredarên Kurd bigrin. Ji ber ku hişmendiya îro qeyûm aniye, dibe sibê hemû qadên demokrasiyê ji destê civakê derxe û li gorî berjewendiyên xwe bikar bîne. Ev hişmendî dikare Meclîsa Bilind a Gel betal bike û her kesî tecrîd bike."

'RÊYA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE'

Melet bilêv kir ku hemû rêyên çareserkirina krîz û rageşiyan aştiye û wiha pêde çû: "Berî qeyûm werin tayînkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga çareseriyê kiribû. Ev bang gelek girîng û bi wate bû. Vê bangê di nava civakê de hêvî çêkir. Piştî banga Birêz Ocalan û vir ve, qeyûm ji bo sê bajarên Kurdan hatin danîn. Bi vê yekê tê xuyakirin ku hin hêz li dijî çareseriyê ne. Eger dewlet bixwaze vê pirsgirêkê çareser bike, tenê rêyek heye û ew jî aştiye. Rêya aştiyê û çareserkirina pirsgirêkan jî Îmralî ye."

'ÊŞKENCE ÊDÎ LI KOLANAN TÊ KIRIN'

Melet tundiya polîsan ya li dijî xwepêşandanan bi bîr xist û got: "Polîs li kolanan êşkencê bi mirovan dikin. Êşkenceyê êdî ne di jêrzemînên ewlekariyê de, li kolanan li mirovan dikin. Êşkenceya li girtîgehan pêk dihat ketiye qonaxeke din û ev qonaxa nû jî kolan e. Êdî polîs li be çavên her kesê li ciwanên Kurd li kolanan êşkece dike. Mînaka vê yekê jî ciwanê astengdar ê bi navê Firat Koç e. Bi sedan welatî bi awayek bê guneh hatin destgîrkirin û hatin derbkirin. Ev binpêkirina Mafê Mirovan e. Em weke Komeleya Mafê Mirovan vê yekê ti carê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Welat veguheriyek cihek wisan ku tu kes nikare bi awayek azad fikrê xwe bîne ziman û mafê xwe yê rewa bide karanîn. Ev bê mafiyên li kolanên Wanê derketin holê, tê wateya ku çiqas hikûmet neçare. Polîtîkayên qeyûman li Kurdistanê vala hatine derxistin û hate xuyakirin ti encamê jî nagre. Welatiyên deng didin AKP û MHP’ê jî di ferqê vê bêhiqûqiyê de ne. Tu kes vê polîtîkaya qeyûman napejirîne û li dijî hiqûqa hindirin û navneteweyî ye."

'DIVÊ HIKÛMET DAWÎ LI POLÎTÎKAYA XWE YA QEYÛM BÎNE'

Melet da xuyakirin ku mafê berxwedanê yê mirovan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mirovên ku ji bo şermezarkirina qeyûman derketin kolanan mafê xwe yê berxwedanê heye û ev maf rewa ye. Lê ev maf rastî êşkencê, lêdan, derp û mudaxileyê tê. Divê hikumet dawî li polîtîkaya xwe ya qeyûman bîne. Divê rêz ji vîna gelan re bê girtin. Divê şaredariyên qeyûm lê hatine danîn demildest radestî gel bike."