Mehmûd Osman: Ji bo Tirkiyeyê her Kurd terorîst e

Siyasetmedarê navdar Mehmûd Osman dibêje: "Ji bo Tirkiyê her Kurd terorîst e û baweriya wê bi pirsgirêka Kurd nîne. Nabe ku herêma Kurdistanê peywendiyên xwe li ser hesabê perçeyên din ê Kurdistanê bi Tirkiyê re çêbike.

Siyasetmedarê navdar ê Başûrê Kurdistanê Mehmûd Osman di hevpeyvînekê de ya bi ANF’ê re bersiv dan pirsên derbarê plan û dijbertiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Kurdan.

Mehmûd Osman li ser îdîayên ku dibêjin "Dewleta Tirk ji ber hebûna PKK'ê bombeyan li Başûrê Kurdistanê dibarîne" ev tespît kir: "Yên ku şerê Tirkiyeyê tenê li dijî PKK'ê dibînin şaş in û ne raste, ji ber ku mînak HDP partiyekî fermî ye û ne PKK ye. Partiyeke ku li Tirkiyeyê hatiye hilbijartin û li parlementoyê endamên xwe hene, şaredarên xwe hene û hatine hilbijartin; wê çaxê çima wana digirin û dijbertiya wan dikin? Tirkiye her wiha li dijî partiyên din e jî; weke mînak sosyalîst, partiya demokrat li Tirkiyeyê. Di rastiyê de sedem ne PKK ye, belku Tirkiye ye. Ji ber ku ji bingeh ve baweriya Tirkiyeyê bi pirsgirêka Kurd, aştî û diyalogê nîne. Eger baweriya Tirkiyeyê bi aştî û diyalogê hebe wê hemû pirsgirêk çareser bibin û PKK jî wê biçe nava Tirkiyeyê û weke partiyeke asayî xebatê xwe bi rêve bibe û şer namîne. Ya tê gotin ne raste û sedemê bingehîn Tirkiye bi xwe ye. Dibe ku hin kêm û kurtiyên PKK hebe, lê di bingeh de Tirkiye sedemê wan hemû pirsgirêkan e. Ji ber ku ji bo diyalog û aştiyê ne amade ye û baweriya wê bi hebûna Kurd jî nîne."

NABE KU PEYWENDIYÊ BI TIRKIYEYÊ RE LI SER HESABÊ KURDÊN BAKUR BE

Mehmûd Osman peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand û got: “Herêma Kurdistanê ji ber hin berjewendiyên aborî û bazirganiya siyasî bi Tirkiyeyê re danûstandinên wê hene, ev yek mijareke asayî ye, bi Îranê re jî bi heman awayî  ye. Ji ber ku erdnîgarî bi vî rengî ye, lê nabe ku ew hevkarî û hemahengî li ser hesabê Kurdê Bakur be, yan jî li ser hesabê Kurdê Rojhilat be. Eger em qala siyaseta Tirkiyeyê bikin, Tirkiye dixwaze Kurdê Başûr û Bakur hevudu bikujin. Siyaseta wan bi vî rengî ye û bi tiştekî din razî nînin, vê yekê jî naveşêrin. Heta bi xwe dibêjin ku divê tu şerê PKK’ê bikî. Weke mînak partiyek diçe û daxwaza alîkariyê ji Tirkiyeyê dike, şertê Tirkiyeyê ew e ku dibêje divê tu şerê PKK’ê bikî wê çaxê ez ê alîkariyê bidim. Baweriya min ew e ku çêkirina peywendiyan bi wan dewletan re mijareke asayî ye, lê divê hewl bê dayîn ku ew peywendî li ser hesabê Kurdê Bakur, yan Başûr û yan jî Kurdê Rojava nebe. Ji ber ku armanca wan dewletan ew e, dema peywendiyê bi herêma Kurdistanê çêdikin bi armanca ku navbera wê derê bi PKK’ê têk bidin, yan jî bi Rojava têk bidin. Di esasê de baweriya Îran, Tirkiye û Sûriyeyê bi hebûna Kurdan û pirsgirêka Kurd nîne. Li yasayên wan binêrin, behsa Kurdan tê de nayê kirin. Eger yasaya Iraqê bixwînin, hin mafên Kurdî tê de ye lê wan bi ti awayî qala Kurdan nekiriye û baweriya wan pê nîne. Eger çend peywendiyan bi wan ber bi pêş ve bibî, dibe ku di encamê de zirarê bikî. Bi baweriya min baştirîn çareserî ji bo wê rewşê ew e ku divê birayên PDK û YNK bi PKK’ê re gotûbêj bikin û li hev bikin, wê demê pirsgirêk çareser dibe. Lê bêyî ku birûnên û nîqaş bikin û ji dûr ve hevdu tawanbar bikin, vê çaxê ti tiştek çareser nabe."

DIVÊ DI NAVA KURDAN DE AŞTÎ Û DIYALOG HEBE...

Osman di dewama nirxandinên xwe de da zanîn ku divê aştî û diyalog bi Tirkiyeyê û Îranê re hebe, lê di esasê de pêwîste di nava aliyên Kurdî de hebe. Her wiha pirsgirêka Kurdan bi vî çareser nabe, nabe ku baregehan li ser sînor ava bikî, belku wiha çareser dibe ku eger pirsgirêka te hebe, bi PKK’ê re bicivin û di dawiyê de jî li hev bikin. Weke mînak niha PDK û YNK pirsgirêka wan bi PKK’ê re heye; bila li gel PKK’ê bicivin, eger veşartî be jî wê bigihîjin encamekê, lê bi çêkirina baregehên leşkerî û bi şer ti tiştek çareser nabe. Çendîn car birayên Başûrê Kurdistanê dibêjin Tirkiye ji me daxwaz dike û dibêje ku ewlekariya sînorên min biparêzin, ewlekarî bi aştiyê tê parastin. Eger li hev bikin vê demê navçe aram dibe û şer namîne. Ew 30 sal in ku Tirkiye şer dike û di encamê de wezîrê parastina wan Hûlûsî Akar dibêje ‘me sala 2019’an 8 hezar operasyon li dijî PKK’ê pêk aniye, ango sal bi sal pirsgirêk zêdetir dibe. Bi şer ti tiştek çareser nabe û divê li hev verin. Bi qenaeta min pêwîste Îran û Tirkiye jî bi aliyên Kurdî re bicivin û bi awayekî aşîtiyane çareser bikin, ne xwe rê çareyekî din tineye."

OCALAN XWEDÎ PROJE YE

Osman bal kişand ser projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan yên ji bo aştiyê û niyetê xirab ê Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan û wiha pê de çû: “Dikarî ji bo kesekê pirsgirêkekî çareser bikî, PKK guhdariya Ocalan dike, ji bo wê divê bi Ocalan re li hev bên. Ocalan çendîn car bi rêya parêzen xwe û birayê wî ku diçin serdana wî, proje pêşkêş kiriye. Ocalan xwedî proje ye û dibêje ez di şeş mehan de pirsgirêkê çareser dikim, ne tenê dewleta Tirk bersiva wî nade belku tecrîd jî dikin. Di baweriya min de eger bi Ocalan re gotûbêj bikin pirsgirêk çareser dibin, lê Tirkiye dibêje me bi Ocalan re gotûbêj kir lê Qendîl guh nade gotinê wî û li dijî Ocalan’in; ku ev yek ne rast e. Eger Ocalan azad bikin û bi diyalogê li hev bikin wê li herêmê aştî çêbibe, her wiha vê pirsgirêka Rojava jî çareser bibe, ji ber ku ew dibêjin ku Rojava girêdayî PKK’ê ye û terorîst in. Em nizanin bê ka kîjan Kurd li gel Tirkiyeyê başe."

EZ Û MESRÛR BARZANÎ DI LÎSTEYA TERORÊ YA TIRKIYEYÊ DE BÛN

Mehmûd Osman işaret bi siyasetên dijbertiya Kurdistanê yê Tirkiyeyê kir û wiha domand: "Sala 2003 li Bexdayê ez endamê encûmena hukmê bûm, wezareta derve ya Tirkiyeyê bi fermî ji Emrîkayiyan û wezareta derve ya Iraqê re nivîsîbû ku filan kes terorîst e û bi çi şêweyî kirine endamê encûmena hukmê. Pêwîste wî derxînin û radestê min bikin, ango daxwaz dikir ku min radestê wan bikin. Carekê daxwaza Mesrûr jî ku kurê Mesûd Barzanî ye û çend PKK’yî kiribû da radestî wan bikin. Wana demeke ku ji min re gotine terorîst û demeke ku di lîsteya wan a terorê de heme. Ji ber çi terorîst im, ji ber ku daxwaz dikim ku pirsgirêka Bakur bi awayekî aştiyane çareser be, ewqas."

JI BO TIRKIYEYÊ HER KURD TERORÎST

Osman behsa mêzandina Tirkiyeyê ya ji Kurdan kir û bi vî rengî nirxand: "Tirkiye dibêje Kurd tuneye, weke mînak niha li parlementa Tirkiyeyê bi hinceta ku navê Kurdistan bi lêvkirine, li ser çend parlementerên Kurd biryara girtinê hatiye dayîn. Hin welatî ji bo seyranê ji vir diçin Tirkiyeyê, li wê derê ji wî/ê dipirsin tu ji kû hatî, ew jî dibêje ku ji Kurdistanê, ji wî/ê re dibêjin ku ciheke bi vî navî tineye û em rê nadin ku derbasê nav xaka Tirkiyeyê bibî. Ew hişmendiya netewperest a li Tirkiyeyê balkêş e. Bi vî rengî hatine perwerdekirin û mijarekî pir şaşe û desthilat tawanbare. Hişmendiya wan netewperetî ye û baweriya wan bi hebûna Kurd nîne. Her carê Erdogan dibêje em yek welat, yek ziman û yek al’în, yên ne razî bin bila ji Tirkiyeyê biçin. Ji min re balkêş tê ku kesekî xwedî hişmendiyeke wiha li ser dasthilat be, lê ti carî serkeftî jî nebû. Tirkiyeyê pir ji Iraqê cudatir e, weke mînak li Iraqê di destûra bingehîn de qala Kurd û zimanê wê tê kirin, qala Tirkmen, bawerî û ayînên cuda tê kirin lê li Tirkiyeyê kesek ne Tirk be, wî/ê hesab nakin, dibêjin kê/î li Tirkiyeyê bijî Tirk e.!"

Osman tekez kir ku ti sûdekî ya peywendiya bi Tirkiyeyê ji bo herêma Kurdistanê nîne û got: "Çawa ku niha peywendiya hikûmeta herêm ya bi Tirkiyeyê re bê sûd e, her wiha ji firotina petrolê jî ti sûdek nedîtiye, lewma niha dixwazin bi Iraqê re li hev bikin. Lê mixabin rewşa Iraqê aloze û derfetên wan nîne. Ji ber wê ye ku niha hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze bi Iraqê re li hev bike, ji ber pê hesiyaye ku vê bi Tirkiyeyê re negihîje encamekê. Di navbera wan de diyalog heye lê hê ew pêvajoye didome û maye."

Mehmûd Osman di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan û ragihand: "Li gorî min divê Kurd bibe yek, li Başûr YNK, PDK û partiyên din hene, li Bakur, Rojava û Rojhilat partiyên Kurdî hene û pêwîste di nava xwe de yekgirtî bin û xwedî çarçoveyekî bin. Di heman demê de em ji bîr nekin ku çarçoveyekî me yê neteweyî heye ango bi hevre alîkarê hevdu bin û dijberê hev nebin. Ji derve jî eger Kurd bikare bi yek dengî biaxive wê bandorekî xwe pir mezin çêbibe, lê mixabin partîgerayî pir e û bi hev re nakok in. Vê yekê jî em lawaz kiriye."