Mehmûd Osman: Bi azadiya Ocalan şer dikare bi dawî bibe

Siyasetmedar Mehmûd Osman bal kişand ser rola Ocalan a ji bo aştiyê û got: "Bi azadiya Ocalan an guftogoya li gel wî dikare şer dawî bibe. Ji ber ku Ocalan ji bo aştiyê kar dike. Lê mixabin Tirkiye û hevkarên wê yên bazirganên şer dixwazin şer bidomînin."

Di 9’ê Cotmeha 1998’an bi serkêşiya DYE, Îsraîl, Îngîltere û welatên Ewropayê di dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hate kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derbikeve. Derketina Ocalan jî bi armanca çareserkirina pirsa Kurd a li welatên Ewropayê bû. Di encama komploya van hêzên hegenom û emperyalîst û hevkarên Kurd de 15’ê Sibata 1999’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin.

Yek ji siyasetmedarê navdar ê Başûrê Kurdistan û dîsa dostê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Dr. Mehmûd Osman di salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

'JI BO LI SÛRIYE ŞER NEQEWIME OCALAN JI SÛRIYE DERKET'

Dr. Osman di beşa yekem a hevpeyvîna xwe ya li gel ANF’ê de bal kişand ser gavên yekem ên komploya navneteweyî û got: "Yek ji armancên esasî ew bû ku Ocalan ji Sûriyeyê derbixin. Eger derneketibûya metirsî hebû ku şer li Sûriyeyê biqewime. Dîsa Ocalan bi xwe jî nexwest ti pirsgirêkek ji bo Sûriyeyê derbixe, li gel komek hevalên xwe ji Sûriyeyê derketin. Dema ku ji Sûriyeyê derketin plana navneteweyî bi serkêşiya Emerîka destpê kir. Emerîka rolekî gelek xirab di vê komployê de lîst ku me nezanî ji bo çi ewqasî dijayetî dikir. Di encama vê komployê de Ocalan derbasî Îtalya bû û piştî demekê jî derbasî Kenya bû û li Kenayayê dîl hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin."

'EMERÎKA SERKÊŞIYA KOMPLOYÊ DIKIR'

Osman qala rola welat û hêzên di nava komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de lîstin û wiha pêde çû: "Emerîka serkêşiya komployê dikir. Dîsa destê Tirkiye û Îsraîlê jî di nav de hebû. Ewropa jî di nav de kesê nedikarî li ber Emerîka dengê xwe bike, her wiha kesê nedikarî li gel xwe jî bigire. Ev komplo li dijî gelê Kurd bû, mijar neteweya Kurd ne şexsek bû. Mixabin komplo wê demê bi ser ket û Ocalan hate girtin."

'TECRÎD GIRANTIR KIR; GOTIN NEGIHÊJIN GEL Û NEYÊ DÎTIN'

Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman bal kişand ser dijminahiya Tirkiye ya li Kurdan û wiha domand: "Hikûmeta Erdogan dijminê gelê Kurd e, mijar ne tenê Ocalan e. Tirkiye dijminê PKK’ê, dijminê Bakur, dijiminê Başûr û dijminê Rojava ye. Mijar ne kesek û partiyeke. Ocalan di warê aştiyê de pir hatiye nasîn, ji bo vê yekê ev li zora wan diçe. Wan dixwest ku Ocalan li dijî PKK’ê bide rawestandin, dixwest rêveberiya Qendîlê xira bike. Ji bo wê êrîşî Rojava û Başûr kir. Tecrîd li ser Ocalan girantir kir ku gotinên wî negihêje gel û xelk nebîne. Her kes dizane ku girtina Ocalan dij qanûnê ye. Tecrîda niha tê domandin jî dij qanûna Tirkiyeyê bi xwe ye jî."

'BI AZADIYA OCALAN DAWÎ LI ŞER TÊ'

Osman diyar kir ku rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di nava PKK’ê û gelê Kurd de pir bi hêz e, ji ber ku serokekî mezin . Osman got: "Alîgirên Ocalan û PKK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê heye. Li gorî min ku Tirkiye berjewendiyên xwe bizane, divê wî azad bike. Ji ber ku Ocalan ji bo aştiyê kar dike û ji gotûbêjê re amade ye. Lê mixabin Tirkiye şer dixwaze û naxwaze dawî li şer bê. Bi azadiya Ocalan an jî guftûgoya li gel Ocalan wê şer dawî bibe. Tirkiye û hevkarên wê yên bazirganên şer û hezxwazên şer dixwazin şer bidomînin.

'KURD XWE DIPARÊZIN'

Bê binema Tirkiye Kurdan dike terorîst. Tirkiye ji Enqerê tê êrişî Rojava, Başûr dike. Terorîst ew in. Kurd tenê xwe diparêzin. Baş e ew xwe diparêze, gelo yê êriş dike çi ye? Ew terorê li ser gelê Kurd dike. Eger ku bikarin PKK’ê têk bibin, wê piştre êrîşî PDK’ê û YNK’ê jî bi rêzê ve bikin."