Li Emniyetê îfadeya Mehmet Goksu yê 80 salî hate girtin

 Mehemet Goksu yê 80 salî ku li taxa Yayla ya girêdayî navçeya Qereyazî dema di serdegirtina malan de hate binçavkirin, li emniyetê îfade da.

Roja Înê 8’ê Îlonê li taxa Yayla ya girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê li gel hezar  polîs û leşker bi wesayîtên zirxî ve di ser malan de hate girtin, Mehmet Goksu yê 80 salî û kurê wî Ahmet Goksu  (50) salî ev 4 roj in li bajêr li navendên cuda cuda yên polîsan tê ragirtin. Mehmet Goksu yê ku li Navenda Polîsan a Yenîşehîrê tê ragirtin li Midûryeta Şaxê TEM’ê ya Erziromê îfada wî hate girtin.

Di îfadeya Goksu de pirsên : “Kî/ê diçe mala kurê te (Ahmet Goksu). Me yên ku hatine zelalkirine. Tu çawa nabînî?” mîna van hatine kirin. Hat diyarkirin ku ji bo Mehmet Goksu sibe li dozgeriyê îfade bide wê sewqî Edliyeya Erziromê bê kirin.

AHMET GOKSU YÊ KU ÊŞKENCE LÊHATE KIRIN WÊ SIBE ÎFADEYA WÎ WERE GIRTIN

Ahmet Goksu yê ku êşkence lê hate kirin û heta astekê ji aliyê dixtoran ve rapor hate dayîn, ragirtina wî ya li Navenda Polîsan a Golbaşiyê dewam dike. Hat diyarkirin ku wê sibe Ahmet Goksu li emniyetê îfade bide.