Mehmet Akar ê li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir, şehîd bû

Mehmet Akar ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, şehîd bû.

Mehmet Akar ku doh êvarê li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir, li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê şehîd bû.

Cenazeyê Akar rakirin Morga Saziya Tipa Edlî. Li gorî agahiyan cenaze wê li gundê Axmeşatê yê navçeya Sûrê bê veşartin.

Gundê ku cenaze lê bê veşartin ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin.