Medya Mawa 26 salan qet nesekinî

Yek ji Fermandara YJA STAR’ê Medya Mawa (Emîne Kaya) di temenekî ciwan de tevlî nav refên gerîlayan bû û 26 salan ji Heftenînê heta Dêrsimê şer kir. Di 30’ê Îlona 2018’an de jî şehîd bû.

Medya Mawa ya ku 26 salan di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girt, vê têkoşîna xwe ya li gundê Blaxşe ya Mêrdînê dest pê kiribû bi hemû dilsozî û sadebûnê ji kamerayên gerîlayan re vedigot.

Medya Mawa (Emîne Kaya) li gundê Blaxşê yê Kercewsê tê dinyayê. Di serê salên 1990’î de polîtîkayên koçkirinê yên li ser gelê Kurd, şewitandina bi deh hezaran gundan û qetlîama li ser gelê Kurd bandorê li ser axa Medya Mawa jî dike û di vê pêvajoyê de bi komî tevlî nav refên gerîlayan dibin. Medya Mawa di temenekî ciwan de tevlî nav refên gerîlayan dibe. 6 jinên ji heman gundî û 2 xizmên wan tevî 8 hevalên xwe di Adara 1992’an de tevlî nav refên gerîlayan dibin.

RÊWÎTIYA KU BI PÊXWASÎ HATE DESTPÊKIRIN

Her du jinên ciwan bi terligê ji mal derdikevin û dema ji gund dûr dikevin terligên xwe li ser berfê dihêlin û pêxwas dest bi rêwîtiya dijwar a li Kurdistanê dikin. Medya Mawa bi vî awayî qala wan rojan dike “Zivistana 1992’an li gorî salên din dijwartir bû û zêde berf bariyabû. Dema em tevlî nav refên gerîlayan bûn, me digot gerîla her dem di bin berfê de tî û birçî dikare bimeşe û tu dijwarî bandorê li wan nake. Ez û hevaleke xwe em bi terligê ji mal derketibûn û heta derveyî gund em bi terligê meşiyan. Gundiyên me û dêyên me hay ji çûna me bûbûn û ji ber vê em bi lez ji gund derketin. Piştre ez û hevala xwe me terligên xwe avêtin û em pêxwas li ser berfê meşiyan. Piştî meşa du sê saetan me ji hevalan re got, em pêxwas in. Dema heval şaş bûn û ji me pirsîn, me got “Gerîla wisa ye, dikare bêyî sol jî bimeşe.”

BI PERWERDEHIYA 15 ROJAN BERXWEDANA 44 ROJAN

Piştî tevlêbûnê demeke kurt li Botanê dimîne û piştre ji bo perwerdehiya şervanên nû diçin Heftenînê. Medya şal û şapikên gerîlayan cara pêşîn li vir li xwe dike û cara pêşîn li vê derê radihêle çekê. Medya Mawa qala Şerê Başûr ê di sala 1992’an de dike û diyar dike ku ew di bin bandora hevalên şehîd maye yên ku hê nû tevlî bûne. Medya Mawa balê dikşîne ser vî tiştî ku bingeha têkoşîna wê berxwedana ciwanên li vê derê ye û dibêje ku “Ji ber ku em nû tevlê bûbûn me îdeolojiya partiyê û felsefeya wê baş fêm nedikir lê me slogana ‘Ji berxwedanê re erê, ji teslîmîyetê re na’ baş fêm kiribû. Hevalên jin ên ku tevlî vî şerî bûbûn, hemû şervanên nû bûn. Dema hin hevalên me şehîd bûn ez herî zêde di bin bandora girêdana wan a PKK, gelê Kurd û Rêbertiyê mam. Giyanê wan bû bingeha berxwedana min. Di wê demê de artêşa Tirk a faşîst ji Bakur ve û PDK’ê jî ji Başûr êrîş dikir. Em hemû şervanên nû bûn û me 15 rojan perwerdehiya leşkerî dîtibû. Lê piştî perwerdehiyeke kurt û berxwedaneke mezin 44 rojan me li ber xwe da û em çûn Botanê.”

YEKEMÎN ÇALAKIYA BERFIREH QEREQOLA MARÎNOSÊ

Piştî şerê Başûr Medya Mawa vedigere Botanê û li qadên Elkê, Gabar, Mawa û Cûdiyê têdikoşe. Medya Mawa diyar dike ku yekemîn çalakiya wê ya berfireh û bi bandor çalakiya qereqola Marînosê bû û dibêje ku “Di sala 1993’an de şer di destê gerîla de bû. Tabûr û tîmên li Cûdî, Gabar û Bestayê li Kato Marînosê em kom bûn. Nêzî 180 heval em tevlî vê pêngavê bûn. Me yê him li qereqolê bida û him jî bigirta ser gundên cerdevanan.Heval Adil koordîneya çalakiyê dikir. Tîma gerok a heval Sozdar jî hatibû. Fermandara koma me heval Dîlan Dêrik bû. Wê koma me daketina gundên cerdevanan û dest danîya ser çekên cerdevanan. Dema ku cerdevanan çek danîn, me rahiştin çekên wan û em vegeriyan ber qereqolê. Çalakiya qereqolê jî serkeftî bû. Qereqol hatibû hilweşandin. Dema qereqol hate hilweşandin, gel gelekî bextewar bû. Cara pêşîn gundî çûn ser banan û lîlandin. Dema em ji gund derbas bûn, dayikek hat pêşiya me û av da me. Gundiyan gûz dişkenandin û didan me. Cerdevanan çekê xwe danîbûn û kontrola gund ketibû destê me. Di vê çalakiya qereqolê de hevalên koma êrîşê Xanim Sipêrtî û rêheval Şoreş şehîd bûbûn. Me li Kato Marînos gora her du hevalan li kêleka hev çêkirin.”

PERWERDEHIYA LI QADA RÊBERTÎ

Medya Mawa diyar dike ku salên 1997 û 1998’an de li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mahsûm Korkmaz perwerde bûye û dibêje ku “Her aliyê Qada Rêbertî ji bo perwerdekirina mirovan bû. Ji bo jinan çarçoveyek berfireh a perwerdehiyê hebû. Ji sporê heta xwendin, nivîsandin û uslubê perwerdehiyeke xurt dihat dayin. Rêbertî zemînê vê perwerdehiyê pêşkêşî me dikir. Dema ku Rêbertî ne li dibistanê jî bû, her tişt li gorî fikr û pergala wî didomiya. Ji bo me her kêlîka jiyanê perwerdehî bû.”

DIVÊ KURDISTAN BÊYÎ GERÎLA NEMÎNE

Medya Mawa piştî perwerdehiya li qadên Qendîl, Behdînan, Zagros û Herêmên Parastinê yên Medyayê di sala 2003’an de berê xwe dide Dêrsimê. Medya Mawa bi vî awayî qala wan rojan dike “Di sala 2003’an de dema em ji Tendûrekê diçûn Dêrsimê rêhevalê me Kawa şehîd bû. Heval Kawa wasîyeta wî ev bû ku ‘Bila tu carî Tendûrek bêyî gerîla nemîne’ Ev divê bibe wasîyeta me hemûyan, divê çiyayên Kurdistanê tu carî bêyî gerîla nemîne. Çi dibe bila bibe, divê gerîla li çiyayan be. “

NASKIRINA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINAN

Medya Mawa ji destpêka artêşa jinan a di nav PKK’ê de û heta niha bûye fermandarek û pêşenga vê vê pêvajoyê û dibêje ku “Dema em tevlî nav PKK’ê bûn, me digot Kurdistan mêtingeh e divê em wê rizgar bikin. Lê di nav PKK’ê de bi têkoşîna azadiyê ya jinan, min beriya her tiştî xwe nas kir. Ango Rêbertî em bi me da naskirin. Hemû hewldana wî ev bû, digot ‘Xwe nas bikin’ Em di malbatên feodal û welatekî mêtingeh de mezin bûn. Ev tiştan li ser feraset û îradeya me şikestinek çêkirine. Bi têkoşîna PKK û azadiya jinan, beriya her tiştî min xwe nas kir. Di nav PKK’ê de bi taybetî di nav tevgera jinan de herikandinek heye. Jin her dem xwe nû dikin. Her dem di nav guherîn û veguherînê de ye. Me bi têkoşîna jinan ev tişt nas kir. “

DIVÊ RÛMETA GERÎLABÛNÊ WERE JIYÎN

Medya Mawa diyar dike ku dema wê dest bi têkoşînê kiribû kesên ku hê ji dayik nebûbûn, îro ew bi hev re têdikoşin û dibêje ku “Dema ez van tiştan ji hevalên me re dibêjim yên ku di salên 1990’î de ji dayik bûne, ji wan re wekî fîlman tê. Ji ber vê divê erdnîgariya Kurdistanê, gerîlatî û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê were vegotin. Hin heval gundên wan hatine şewitandin, li metrepolan mezin bûne. Hinekan gundê xwe jî nedîtine, lê min dîtiye. Dema gundê wan hate şewitandin, ev heval hê nehatibûn dinyayê. Ji ber vê jî divê em ji nifşên nû re qala van tiştan bikin. Divê her heval bedewiya Kurdistanê bibîne. Divê Botanê, Cûdî, Dêrsim û Zagrosê bibîne. Divê her ciwanên Kurd gerîlatiyê bijî, rûmet û serbilindiya gerîlatiyê tiştekî cihê ye. Ji ber ku mirov ji bo jiyanê şer dike û ji bo avakirina jiyanekê tu li çiyayan î. Yên ku azadiyê dixwazin dikarin werin nav PKK’ê. PKK mekanê azadiyê ye.”

Yek ji fermandara YJA STAR’ê Medya Mawa (Emîne Kaya) di 30’ê Îlona 2018’an de tevî rêhevalê xwe gerîlayê HPG’ê Akîf Bagok (Mahmût Ozdemîr) li Bagokê di dema operasyona artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû.