Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn

Medenî Yildirim ku di 28'ê Hezîrana 2013'an de li gundê Hêzan ê navçeya Licê ya Amedê di dema protestoyên li hemberî çêkirina qereqolê de ji aliye leşkeran ve hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn.

Medenî Yildirimê ku di sala 2013’yan de li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hat bîranîn. Di bîranînê de malbata Yildirim, Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, hemû hevserokên navend û navçeyên navendî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), partlementerên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Serhat Eren, Adalet Kaya û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li bîranînê bûn.

Li ser gorê ewilî Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag axivî. Karadag di şexsê Medenî Yildirim de hemû kesên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Dû re Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren axivî. Eren, cejna hemû kesên ku di rêya demokrasî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane pîroz kir. Eren bi bîr xist ku Medenî Yildirim bi gulebarandina leşkeran jiyana xwe ji dest daye û pê re jî 9 kes birîndar bûne. Eren destnîşan kir ku lêpirsîna der barê kuştina Yildirim de jî di destê kesên ew qetilkirî de bûye û wiha got: “Heman kesan di deriyê qereqolê de delîl dan windakirin. Bi raporên saziyên sivîl û mifetîşên Wezareta Karên Navxweyî jî kiryaran beraet kir. Di polîtîkayên desthilatê de yên ji sala 2013’an heta niha tu guhertin çênebûye. Polîtîkayên ji hevqûtkirinê dibin sedema êrîşên nîjadperestiyê yên ku li karkerên Kurd tên kirin. Hê jî zarokên me di bin panzeran de dimînin. Dîsa gelek siyasetmedar û rewşenbîrên ku ji bo aştî û demokrasiyê dixebitin tên darizandin û di enmaca van darizandinan de tên girtin. Ev zimanê desthilatê yê gelan ji hev qut dike, di darazê de jî derdikeve holê. Kengî bûyerek ku kiryarên wan polîs an jî leşker in bibe, daraz bi biryarên xwe yên bêcezahiştinê li cem wan disekine.”

Herî dawî Fahriye Yildirim, dayika Medenî Yildirim axivî û destnîşan kir ku êdî ew qetlîeman naxwazin û dixwazin aştiyek çêbibe. Dayik Yildirimê kurê xwe bi bîr anî û cejna wî pîroz kir.

ÇI QEWIMÎBÛ?

Medenî Yildirim di 18 saliya xwe de, di 28'ê Hezîrana 2013'an de li gundê Hêzan ê navçeya Licê ya Amedê di dema protestoyên li hemberî çêkirina qereqolê de bi guleyên leşkeran hat qetilkirin. Di bûyerê de 9 kes jî birîndar bûbûn. Der barê bûyerê de li Licê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dosyeya der barê Yildirim de ji Serdozgeriya Komarê ya Licê bi biryara neşopandinê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatibû şandin. Piştre biryara nepeniyê li ser dosyeyê hatibû dayîn. Piştî bûyerê bi salekê di Gulana 2014’an de dîmenên gulebarankirina Yildirim derketibûn holê û diyar bûbû ku cendirmeyan gule li gel reşandiyee. Tevî vê yekê jî wê demê tu kes bi mirina Yildirim nehatibû sûcdarkirin û kiryar A.Ç. jî beraet kiribû.