Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê wê têkoşîna xwe xurt bikin

Endamên Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê gotin, li gorî biryarên di kongreya 25'ê Mijdarê de hatin wergirtin, wê di serdema nû de têkoşîna xwe xurtir bikin.

Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê roja 25'ê Mijdarê kongreya xwe ya mezin pêk anîbûn û li ser rê û rêbazên serdema nû ya kar, hin biryar stendibûn. Endamên Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn.

Ji endamên Meclîsên Ciwanan Buşra Kûyûn diyar kir ku li gel destgîrkirin û êrîşên giran ên dewletê jî wan karê xwe bê navber dewam kirin û got, "Bi hezaran hevalên me yên ji Kurdistan û Tirkiyeyê tevlî kongreyê bûn. Kongreya me bi coşeke mein pêk hat. Ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî hevalên me tevlî kongreyê bûn. Em li ser têkoşîna hevgirtî axivîn."

KARÊ ÇAND Û AKADEMIYÊ

Kûyûn bi bîr xist ku niha li Tirkiyeyê polîtîkayeke qirkirina çandî li ser gelan tê ferzkirin û wiha dewam kir: "Ciwan jî çend sal in bêdeng in. Kongre û konferansên me yên beriya kongreyê, rexnedayina bêdengiya çend salan bû. Îdîaya wê yekê ne ku em ê ji niha û pê ve çiqasî bi xurtî bimeşin. Em di pêvajoyeke kombûnê de ne. Em ê karên gelekî cidî bikin. Sîstem hebûna xwe li kîjan qadê diparêze, em ê jî li dijî wê alternatîfekê ava bikin û li her qadê têbikoşin. Li navendên me yên çandê em ê karê ziman, huner û akademiyê bikin. Heta ji me bê em ê xwe bigihînin her mirovî.

TÊKOŞÎNA JINÊN CIWAN

Em ê têkoşîna xwe bi vî rengî mezin bikin. Jİ ber ku em di çarçoveyeke legal û demokratîk de têdikoşin. Di vî warî de ji xwe em bi rêxistinên çep û sosyalîst re dixebitin. Em bang li hemû hevalên ciwan, bi taybetî jinên ciwan dikin ku di bin sîwana HDP'ê de tevlî karê me bibin. Ji bo jinên ciwan wê konferans û meclîsên me yên xweser hebin. Em ê tevahiya plansaziya xwe bi cih bînin. Ciwan bila ji biryardariya me piştrast bin û tevlî têkoşînê bibin."

'EM Ê NAVENDÊN XWE YÊN ÇANDÊ ÇALAK BIKIN'

Umît Akbiyik jî anî ziman ku di dema konferans û kongreyê de wan li ser rê û rêbazên tevgerî û kar ên ciwanan hin bername amade kirin û got, "Em ê ji niha û pê ve vê rêxistinbûnê mezintir bikin. Em ê li her bajarî, her navçe û taxan meclîsên xwe ava bikin. Li dijî hewldanên sîstemê ku dixwaze ciwanan ji siyasetê vegire, em ê li her qadê tecrûbeyên ciwanan ên berê bixin meriyetê û mezin bikin. Ji bo bicihanîna biryarên kongreya xwe em ê gavan biavêjin. Em ê navendên xwe yên çandê ji nû ve bixin meriyetê. Bi vî rengî em ê li ber asîmîlasyon û dejenerebûnê rabin. Ciwan wê nirxên xwe yên çandî yên li nava civakê ji nû ve bi dest bixin û ji bo mezinkirina wan wê têbikoşin."

BANGA LI CIWANAN

Akbiyik diyar kir, ciwan pêşengê têkoşîna heyî ye û ev bang kir: "Em ê li her derê di çarçoveya paradîgmaya xwe de xwe bikin sîstem û bi rêxistin bikin. Heta niha karê me gelekî hatin astengkirin, lê em ê li dijî zext û polîtîkayên tepisandinê karê xwe bidomînin. Em ê xwedî li nirxên çandî yên ciwanan derkevin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku di bin sîwana Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê de li hev bicivin û bixebitin."