Meclîsa tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê tecrîd şermezar kir

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê kedkarên tenduristiyê ve hate şermezarkirin.

Meclîsa Tenduristiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiyê û ewlekariyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevî xwendekar û şêniyên wargehê daxuyaniye da çapemeniyê.

Endamê Meclîsa Tenduristiyê Mêrxas Çetîn piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê, daxuyanî xwend.

Çetîn bal kişand ser nûçeyên di dema dawî de li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan di medya civakî de hatin weşandin û diyar kir, ku bi rêya van nûçeyan dixwazin derûniya gelê Kurd ji bo hin tiştan amade bikin.

Çetîn, fikarên şêniyên wargehê yên li ser tenduristiya Ocalan anî ziman û got, "Em bang li hemû rêxistinên bêalî yên tenduristiyê dikin, em bang li Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, Bijîşkên Sînornenas, CPT, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa, Netewên Yekbûyî û hemû saziyên mafê mirovan dikin ku demek ji ya din zûtir bi erkê xwe rabin. Divê bi lez heyeteke bijişkên bêalî serdana Girava Îmrali bikin. Derbarê tenduristiya birêz Ocalan de lekolînek berfireh bikin û ji bo hemû raya giştî dxuyaniyek bê dayîn."

Di daxuyaniyê de ev bang li gelê Kurd û raya giştî ya bi wijdan hate kirin: "Ji bo xwedîderketina li Rêber Apo em têkoşînê bilind bikin, bikevin nava çalakî û tevgerê da ku zextên mezin li ser dewleta faşîst a Tirk çêbikin û rê li ber serdana malbat, parêzer û kesên aştîxwaz vekin. Em dibêjin tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye. Her destdirêjiyek li ser jiyana Rêbertî were kirin û metirsiyek li ser jiyana Rêber Apo çêbibe berpirsê yekem hikûmeta AKP û dewleta Tirk e."