Meclîsa Rêveberiya Sîvîl a Minbicê dest bi erka xwe kir
13 Hevserokên komîteyên girêdayî Meclîsa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, piştî ji aliyê Meclîsa Zagonsaziyê ve hate qebûlkirin û şûnde, sond xwarin û dest bi erka xwe kirin.
13 Hevserokên komîteyên girêdayî Meclîsa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, piştî ji aliyê Meclîsa Zagonsaziyê ve hate qebûlkirin û şûnde, sond xwarin û dest bi erka xwe kirin.
Di civîna li avahiya Meclîsa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate lidarxistin de, 13 endamên komîteya hatin pêşniyarkirin û derbasî hilbijartinê bibûn. Piştî hilbijartina hevserokên her 13 komîteyan û şûnde, Meclîsa Zagonsaziyê hevserok erê kir û hevserokan dest bi erka xwe kirin.
Piştî axaftin û nirxandinên ku di civînê de hate lidarxistin û şûnde, endamên komîteyê, hevserokan û beşên komîteyan hate hilbijartin.
Navê komîteyên ku hatine diyarkirin wiha ne:
Komîteya Karê Derve
Komîteya Tenduristiyê
Komîteya Jinan
Komîteya Parastin û Ewlekariyê
Komîteya Çand û Huner
Komîteya Şaredariyê
Komîteya Karên Civakî
Komîteya Maliyeyê
Komîteya Aborî
Komîteya Ciwanan û Sporê
Komîteya Perwerde-Hîndekariyê
Komîteya Şehîdan
Komîteya Zimetgozariyê.
Piştî ku hevşaredar hatin erêkirin û şûnd, sond xwarin û dest bi erka xwe kirin. Hevserokan soza li ser bingeha netewa demokratîk bi layîqî pêk bînin û wê mafê hemû gelan li ber çav bigirin û xebatên xwe bidin meşandin.
Hevserokan bi Kurdî, Erebî, Tirkmenî û Çerkezî sond xwarin.
Piştî dawî hatina civînê encamnameya ji beşdarvanan re hate xwendin.