Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê biryara pêkanîna referandûmê da

Di civîna Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê biryar hat dayîn, ku ji bo Kerkûk bi ser Herêma Başûrê Kurdistanê ve bê girêdan, referandûm bê kirin.

Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê bi mijaran; daliqandina ala Rêveberiya Herêmê û girêdana bajêr bi ser Herêma Başûrê Kurdistanê ve, li hev civiya.

26 ji 41 endamên Meclîsa Parêzgehê tevlî civînê bûn. Endamên Tirkmen û Ereb tevlî civînê nebûn. Di civînê de biryara Parlamenta Iraqê ya ji bo daxistina ala Rêveberiya Herêmê, hat redkirin. Her wiha biryar hat dayîn, ku ji bo Kerkûk bi ser Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve bê girêdan, referandûm bê kirin.

Biryara daxistina ala Rêveberiya Herêmê bi 26 dengan hat redkirin. Biryara ji bo pêkanîna referandûmê jî bi 21 dengan hat qebûlkirin.

Di Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê de 26 Kurd, 9 Tirkmen û 6 Ereb hene.

Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê, roja 28'ê Adarê biryar dabû ku tevî ala Iraqê ala Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî li saziyên fermî bê daliqandin. Ev biryar di rûniştina Parlamenta Iraqê ya 1'ê Nîsanê de bi dengê 168 parlamenteran hatibû redkirin. Parlamenterên Kurd ên li Parlamenta Iraqê jî ev rûniştin boykot kiribûn.

Li gorî xala 140. a Destûra Bingehîn a Iraqê, ku di sala 2005'an de hat nivîsandin, statuya Kerkûkê diviyabû di sala 2007'an de bi referandûmê bihata diyarkirin. Lê belê referandûm wê çaxê nekarî bê kirin.