Meclîsa Gel a Mexmûrê li dijî gefên nijadperestan bang li rayedaran kir

Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê bi daxuyaniyek nivîskî bersiv da gefên Erşed Salihî û ev bang kir: ‘Bi hêviya vê carê layenên peywendîdar guh bidin banga me û ji bo hesap xwestina ji vî nîjadperestî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.’

Meclîsa Gel a Demokratîk bi daxuyaniyekê nivîskî bersiv da  Erşed Salihî ku 16’ê Mijdarê li Tirkiye hedef nîşankirina aramiya herêmê, gefên metirsîdar raste rast li gelê Mexmûrê xwaribû. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ger li bendên kontrolê yan jî di rêyên hatin-çûnê yên bajarê Kerkûk, Silêmanî û bajarên din yên Iraqê de tiştek bi serê hemwelatiyên me were, em nîjadperest Erşed Salihî û hevalbendên wê berpirsyar dibînîn.

Daxuyanî wiha ye: 

“Weke tê zanîn ev zêdeyî du salan li ser Wargeha me ya penaberan êrişên dewleta faşîst û hevalbendên wê bê navber didome. Di nava wan demên derbasbûyî de bi rêbazên qirêj û rêyên derveyî zagonên navneteweyî li ser gelê me ji gelek aliyan ve êrişên hovane pêk hatin. Li gorî vê di serî de rêgirî û dorpêça PDK'ê ya bi daxwaza Tirkiye li beramberê gelê wargehê tê meşandin, êrişên DAÎŞ'ê yên bejahî, êrişên dewleta faşîst ya Tirk ên hewayî, li nava parêzgehên Iraqê jî rêgirî, binçav kirin, gef û nêzîkatiyên dijminane yên hevkarên dewleta Tirkiye ti caran kêm nebûne.

Di çarçoveya êriş û gefên li ser wargeha me de, weke tê zanîn serokê berê yê Eniya Tirkmenan, endamê parlamenta Iraqê yê bajarê Kerkûkê, nîjadperest û xwinmij ê bi navê Erşed Salihî di serdana xwe ya Tirkiyê de di tevlîbûna bernameyek ya nîjadperestan de hedef nîşankirina aramiya herêmê, gefên metîrsîdar raste rast li gelê me yê penaber kiriye. Her wiha diyar kir ku ew ê Kerkûkê li gelê penaber ê Wargeha Mexmûrê tengav bikin û nehêlin ew jiyanekî rehet derbas bikin. Ji hêla tevayî çapemeniya azad, raya giştî û hikumeta navendî ya Iraqê ve jî tê zanîn îsal di Tîrmehê de jî li meresîmeke navçeya Pirdê ya ser bi bajarê Kerkûkê, dîsa heman nîjadperestan wargeha me kiribûn hedef, gefên metirsîdar xwaribûn. Piştî van gefan li benda kontrolê ya navçeya Pirdê pênç karkerên penaber yên wargeha Mexmûrê ji aliyê hêzên Tirkmen yên nîjadperest ve hatibûn girtin û di navbera çend rojan de li bajarê Kerkûkê rastî neheqî û êşkenceyê hatibûn. Ev gefa dawî ya ku di 16’ê Mijdarê de li Tirkiye ji aliyê vî nîjadperestî ve hatî pêşxistin, nîşaneyên êriş û destwerdanên nûye û ev gef ji bo gelê me yê penaber cihê metirsî û gûmanêye. Rojane gelek hemwelatiyên me ji bo debara xwe û tenduristiya xwe serî li bajar û nafçeyên parêzgeha Kerkûkê didin, her wiha li ser Kerkûkê re derbazî bajarê Silêmanî jî dibin. Dema van rêyan bi kartînin bi neçarî di gelek bendên kontrolê yên leşkerî re derbaz dibin. Jixwe ev demek dirêje ji hêla rêveberiya leşkerî û îstixbarî ya Kerkûkê ve di çarçoveya gefên Erşed Salihî de rêgirî û astengî li hemberî hemwelatiyên me pêktên û her roja derbaz dibe ev nêzîkatiyên keyfî û dijminane zêdetir dibin. Ev nêzîkatî û destwerdana hêzên Tirkmen li dijî zagonên navxweyî yên Iraqê ye û divê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û saziyên di ber gelê me de berpirsyarin, li beramberê van gefên metirsîdar erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. 

Weke Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûr em van gefên nîjadperest yên Erşed Salihî şermezar dikîn, bi ti şêweyî qebûl nakin. Em layenên peywendîdar vedixwînîn bi cih anîna berpirsyariyên wan yên li beramberê ewlekariya jiyana gelê me yê penaber. Piştî van gefên metirsîdar, em bi vekirî didin diyar kirin ger li bendên kontrolê yan ji di rêyên hatin-çûnê yên bajarê Kerkûk, Silêmanî û bajarên din yên Iraqê de tiştek bi serê hemwelatiyên me were, em nîjadperest Erşed Salihî û hevalbendên wî berpirsyar dibînîn. Em ji niha de li ber tevayî layenên peywendîdar giliyê vî nîjadperestê dijminê gelan dikin. Daxwaz ji parlementoya Iraqê, dozger û dadweriya Iraqê dikîn demek ji ya din zûtir li beramberê nêzîkatiya wî ya nîjadperest û dijminahiya gelan, tişta pêwîst pêk bînin.”

Herî dawî di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Bi hêviya vê carê layenên peywendîdar gûh bidin banga me û ji bo hesap xwestina ji vî nîjadperestî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ger vê carê ya pêwîst pêk neyê û dîsa hemwelatiyên me rastî êşkence yan ji rewşek cûda werin, weke gelê penaber yê Wargeha Mexmûr emê hemû rayedar û layenên peywendîdar weke şîrîk û berpirsyarê vê bibînîn û helwesta xwe ya demokratîk û mirovî bi  şêweyê ku tê xwestin raber bikîn û bêdeng nemînin.”