Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê bi civînekê karê xwe yê salekê dinirxîne

Îro li Mexmûrê bi tevlîbûna hemû endam, sazî û pêkhateyên Meclîsa Gel a Demokratîk civîna salê ya kar û xebatên hatinî kirin hat lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustam Cûdî (Mexmûr) îro di saet 8:00’an de li salona Konferansê bi tevlîbûna hemû endamên Meclîsa Gel a Demokratîk û sazî û pêkhateyên wê civîna 1 salê hat lidarxistin.

Her du hevserokên meclîsê Pakîstan Bîlen û Hecî Kaçan û her du Hevserokên Dîwana Meclîsa Gel a Demokratîk Hazim Kar û Evîn Tayboga di dîwana civînê de cih girtin. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Dîwana meclîsê Evîn Tayboga axaftina destpê kir.

Piştre rapora salekê ya karê saziyan hemûyan hate xwendin. Civîn di van kêliyan de bi xwendina raporan didome.