Meclîsa gel a Binarê Qendîlê Konferansa 2’an a xwe lidar xist

Bi tevlîbûna 100 welatiyên Binarê Qendîlê bi dirûşmeya “Bi îradeya gel em ê sîstema demokratîk avabikîn” Konferansa 2’emîn a Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê lidar xistin.

Tevî hemû êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê bi dijwarî didome, lê eşqa Kurd ya ji bo jiyanê bi dawî nabe. Îro bi tevlîbûna 100 endam ji navçeyên Balayan, Qeletûkan, Navdeşt û Sûredê ve Meclîsa Gel a Binarê Qendîl bi dirûşmeya “Bi îradeya gel emê sîstema demokratîk ava bikîn” Konferansa 2’emîn a xwe lidar xist.

Salona konferansê bi wêneyên Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) ve hatibû xemilandin. Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo di serî de yên li Qendîlê ji ber bombebaranên artêşa Tirk a dagirker şehîd bûne hemû şehîdên Kurdistanê ve destpê kir.

Piştre Seyîd Xalid gotina vekirina konferansê pêşkêşkir û got: “Konferans di rewşekî dijwar de tê lidarxistin, ji aliyekê ve êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk heye, ji aliyekê din de hikumeta Başûrê Kurdistanê bi siyasetên şaş gel bê hêvî kiriye; em vê konferansê ji bo rêxistinkirina jiyana xwe lidar dixin û vê konferansê pêşkêşî ruhê şehîdan dikîn.”

Xalid her wiha bal kişand li ser girîngiya Qendîl û wiha pêde çû: “Qendîl nasnameya gelê Kurd e û li hemberî dagirkeran kelha berxwedanê ye, divê her kes xwedî lê derbikeve. Tevî hemû êrîşan gel li berxwe dide, Qendîl ji niha ve bûye kelha berxwedaniyê ji bo her çar perçeyên Kurdistanê. Di heman demê de navekî diyar li Rojhilata Navîn e, ji niha ve gelê Qendîlê bi lidarxistina 2. konferansa xwe hewldide jiyanek azad, demokratîk û wekhev ava bike.”

Di konferansê de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulah jî amade bû û peyamek pêşkêş kir. Ebdulah pîrozbahiya konferansê kir û got: “Li Kurdistanê ev şêwazên kombûn û konferansan û cihên ku gel têde dikare bi avakirina meclîsê li ser jiyana xwe biryar bide kêmin.”

Ebdulah di dewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku konferansên bi vî rengî girîng in û wiha domand: “Çiqasê desthilat bi hêz dibe, ewqasê jiyana welatiyan û gel teng dibe, di heman demê de li Başûrê Kurdistanê jî heman rewş heye. Heya ku desthilat cihê pê xwe bihêz dike, ewqas jiyana gel tengtir dibe, ji ber wê ev konferansa xwerêveberî ji bo avakirina jiyanek demokratîk, azad û çareserkirina pirsgirêkên xwe xwedî girîngî ye.”

Di heman demê de Koma Civakê Kurdistan (KCK) jî peyamek pêşkêşî konferansê kir ku ji aliyê endamê konferansê Şeniyar Resûl ve hat xwendin. Di peyamê de konferans hatibû silavkirin û wiha hatibû gotin: “Di demekê de hûn konferansa xwe lidardixin ku Iraq û Başûrê Kurdistanê di nava krîzek mezin de ye, lê hûn ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe vê konferansê lidardixin ku ev jî gavekî pîroz e.”

Di peyama KCK’ê de her wiha îşare bi van mijaran jî hatibû kirin: “Di sedsala bihorî de çi serhildanek li Kurdistanê derketibe ji bo azadiyê, bi êrîş û serkutgeriyên dijwar ên dewletên serdest ve rû bi rû bûye, îro jî li Kurdistanê têkoşînek ji bo azadî û demokrasiyê birêve diçe, lê dewleta Tirk bi şêwazek dijwar êrîşê gelê Kurdistanê û şoreşa wê dike. Lê weke we jî dît hêzê dijmin li çiyayê Garê hat şikandin, niha jî dema wê hatiye ku divê jiyana xwe rêxistin bikîn û demokrasî û jiyana azad pêşbixîn.”

Di beşek din a peyama KCK’ê de bal kişand ser girîngiya yekîtiya netewî û wiha hatibû berdewam kirin: “Em wek gelê Kurd ji bilî hêza cewherî, yekîtî, yekrêzî û dostên me tu piştewaniyek me nîne ku xwe bispêrinê, ji bo wê jî çiya her tim piştewanê herî mezinin, stargeh û parastina me bûne. Îro jî çiya me diparêzin. Yekrêziya Kurdan daxwaza hemû Kurdan e.”

Peyama KCK’ê bi wan gotinan bi dawî bû: “Divê em li hemberî hin rêxistinên eşîrî û malbatî bi navê partî û aliyên siyasî ku girêdayî hêzên dagirkerin hişyar bin û li hemberî wan helwest nîşan bidin, ji ber ku xizmetê ji dagirkeran re dikin. Nabe ku li benda çareserkirina pirsgirêkan ya ji aliyê wan bîn, belku pêwîste gelê Binarê Qendîl bi xwe karên xwe birêve bibe û jiyana xwe rêxistin bike.”

Di berdewamiya konferansê de Hevseroka Meclîsa Şardariya Binarê Qendîlê Awaz Îsmaîl jî peyamek pêşkêşkir û wiha destpê dike: “Di demekî wiha de lidarxistina konferasn ku komployek mezin li ser gelê me heye, dibe bersivek ji bo hemû komployan. Hêvîdarin ku ji pêwîstiyên gelê Binarê Qendîlê re bibe bersiv.”

Piştî peyam û axaftinan raporên 4 salan a xebatê hate xwendin û li ser hat gotûbêjkirin.

Wê agahiyên derbarê encama konferasnê bên.