MEBYA-DER: Divê tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe

MEBYA-DER'ê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest, tecrîd tavilê bi dawî bibe.

Komeleya Çand û Yekîtiyê ya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya xwe ya li Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag daxuyanî xwend.

Karadag diyar kir ku bi polîtîkaya tecrîdê dixwazin têkiliya Ocalan bi dinyayê re qut bikin û got, "Bi qetilkirina sê jin ên siyasetmedar ên li Parîsê re xwestin ku komplo û tecrîdê bigihînin asta herî bilind. Ev komkujî ji bo nîqaşnekirina projeyên çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd hate kirin. Rêberê Gelê Kurd ev yek weke Terteleya Dersimê ya duyemîn pênase kir û sîstema Xweseriya Demokratîk ji bo gelê Kurd û Konfederalîzma Rojhilata Navîn pêşniyar kir. Bi vî rengî tecrîd bi şêweyê fikrî têk bir."

Karadag got, "Aliyê vê yekê yê hiqûqî nîne. Êrişa li dijî pêşengên tevgera azadiyê, di şexsê Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd de tecrîdkirina gelan e. Kengî tecrîdkirina fîzîkî ji ser Birêz Ocalan hate rakirin hingî hêviyên ji bo aştiyê zêde dibin, mirov namirin, fikir tên nîqaşkirin. Ev yek jî nîşan dide ku tecrîd şer û barîna rondikên çavan e. Diyalog jî aştî û jiyaneke bi rûmet e. Em dixwazin tecrîd tavilê bi dawî bibe û pêvajoya muzakreyan vegerin."