'Me planên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê têk bir'

Gerîlayê HPG'ê Firat Çekdar diyar kir ku wê berxwedana xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk bidomînin û got, "Li Heftanînê me planên wan pûç kir. Em ê nehêlin ku dijmin Kurdistanê dagir bike."

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê dewam dikin. Gerîlayên HPG'ê jî heta kêliya dawî li dijî van êrişan li ber xwe didin. Yek ji gerîlayên ku cihê xwe di nava berxwedana Heftanînê de digire Firat Çekdar e. Çekdar bi bîr dixîne ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê salek li pey xwe hiştine û ti encam bi dest nexistine. Çekdar diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker heta ku jê tê êriş dike, tenê Xantûr 72 caran hate bombekirin û destnîşan kir ku di encama şerê 3 roj û 3 şevan de dewleta Tirk derbên giran xwar.

Çekdar anî ziman ku di şerê gundê Pîrbûlayê de derseke mezin ji dewleta Tirk re hatiye dyain û got, "Dijmin dixwest bê û herêmê dagir bike. Me li vir dor li dijmin girt û xist kemînê. Gelek leşker û çeteyan çekên xwe diavêtin û direviyan. Bi 60 kesî hatin, lê belê tenê 20 ji wan karîbûn vegerin. Hin ji wan mirin, hin jî winda bûn. Pergala wan ser û bin bû û bi kêliyekê li wan bû mîna dojehê. Teknîka ku li Pîrbûlayê bi kar dianîn nema. Ji hewayê û bejahî ve êrişên giran kirin, lê belê li pêşberî gerîlayên profesyonel nekarîn encamê werbigirin."

'EM Ê NEHÊLIN KU KOMKUJÎ LI GELÊ ME BÊ KIRIN'

Çekdar destnîşan kir ku gerîla wezîfeya xwe bi cih tîne û bi bîr xist, ku li çar parçeyên Kurdistanê şer diqewime. Gerîla Çekdar diyar kir, dewleta Tirk dixwze gelê Kurd tune bike û Kurdistanê dagir bike û got, "Bi taybetî dixwazin Başûr dagir bikin û bikin parçeyek ji welatê xwe. Herî dawî li gundê Banikeyê 3 mal şewitandin.

Armanca êrişên wan ne tenê PKK ye. Armanca wan ew e ku gelê Kurd û xaka Başûrê Kurdistanê bi dest bixin. Lê belê, em; gerîla em ê nehêlin ku dagir bikin û komkujiyê li gelê me bikin. Çawa ku me li Heftanînê planên wan ser û bin kir, em ê nehêlin ku xaka me ya pîroz dagir bikin. Helwesta me ya li dijî dijmin wê her tim berxwedan be."