'Me gelê xwe parast, em ê azad jî bikin'

Gerîlayên HPG'ê yên li Şengalê, bi wesîleya salvegera fermana 73'an merasîmeke bîranînê lidar xistin. Di merasîmê de cangoriyên ku ji bo azadiya Şengalê canê xwe feda kirin, hatin bîranîn.

Hêzên gerîla yên li Şengalê, di salvegera sêyemîn a komkujiyê de merasîmeke bi heybet lidar xistin. Ji Fermandarên HPG'ê Egîd Kelar li vir axivî, bal kişand ser dema hatina gerîla ji bo Şengalê û got, "Me gelê xwe parastin, em ê azad jî bikin."

Fermandar Egîd Kelar wiha axivî: "Şehîdên me, wê bi mîrateya ji me re hiştine her hebin. Ji ber vê yekê em timî dibêjin; şehîdên me namirin. Em êşên hatine kişandin, dayik û zarokên êş kişandine bi bîr tînin. Em ê tola vê êşa bi gelê me dane kişandin hilînin. Ev tol hê nehatiye hilanîn, hê tê hilanîn. Ji ber vê yekê, em ê ji duh bêhtir xwe amade bikin. Erk û wezîfeyên li ser milên me hene. Çawa ku me ev gel parast, em ê azad jî bikin. Ji bo careke din ferman ranebe, HPG wê heta dawiyê vê derê biparêze.

Di salvegera sêyemîn a fermanê de em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin û bigihînin her devera Kurdistanê. Li ku derê pêwîstî pê hebe, HPG wê li wir be. Em neçar in êşa fermanê fêhm bikin û bi vî rengî tevbigerin. Hêza HPG'ê ji bo pêşî li fermanê bigire xwe gihand Şengalê, dest li rewşê werda û pêşî li DAIŞ'ê girt. Eger ne ji hêzên me bûya, wê di asteke girantir de ferman rabûya. Lewma HPG bi erka xwe rabû. Ev berpirsyarî da ser milê xwe. Çi ji dest hat, ew kir. Em ji vê derê, careke din hemû hevrêyên xwe yên li Şengalê şehîd bûn bi bîr tînin. Ji bo bûyerên bi vî rengî careke din neqewimin, pêwîstî bi çi hebe divê em wê bikin. Zilm û zordariya li ser Kurdistanê hê dewam dikin. Em jî ji bo pêşî li vê bigirin, hene. Li ku dibe bila bibe, em her tim amade ne. Bi vê moral û coşê em ê gelê xwe biparêzin. DAIŞ ji vê axê hate qewirandin, lê belê gelê me hê jî bi temamî azad nebûye. Heta ku gelê me azad bibe, em ê pê re bin. Em careke din hemû hevrêyên xwe yên di fermanê de şehîd bûn bi bîr tînin."

Merasîm piştî axaftinê bi qîrîna dirûşman qediya.