Manîfestoyeke şer bû Armanc -HATE NÛKIRIN

Armancê li ser axa Botanê ya ku hezkirina di dilê xwe de û şerê di hişê xwe de kiribû destan, bûbû şahida bi hezaran çîrokên berxwedanê. Bi gotina hemû şervan û rêhevalên wê, ew manîfestoyeke şer bû.

‘Jiyaneke bêrawestan, serboriyeke di edaleta wateyê de tê çêkirin
Kî li Armancê bifikire, di hişê wan de welatek bibe hêmayek
Mirovek dikare bibe welatê mirovên din?
Mirovek dikare bi qasî welatekî were hezkirin?
Dilên sirgûn bi Armanc re dibûn welat
Armanc ji bo rêhevalên xwe welat bû
Ango hemû aîdîtiyên civakî yên li ser navê welat hatine komkirin
Welat rêhevaltiya wê bû
Têkoşîn, qutnebûna ji koka xwe
Nûkirina ruhê têkoşînê, devjêbernedan
Neketin, mezinkirina girêdayînan
Şer, şer ango şer.”

Armanc Goşkar (Sûna Kizilkaya) di rojnivîska xwe de nivîsandibû heke hezkirin û hêrs nebe mirov nikare bibe şoreşger.Kêm mirov hene ku hezkirin û hêrsa xwe wisa didomînin û van hestan ew wisa bedew kirine. Jineke şoreşger a ku serî li hemberî tiştên heyî radike, awayê herî bi esalet a redkirinê dijî. Gerîla li çiyayan hezkirinê ji nû ve pênase dike. Tiştekî ji çiyayan li haveynê xwe zêde dike. Li cihên din, hezkirineke wisa ji kûr, ji dil û bê berjewendî heye?

DI LÎSEYÊ DE PKK NAS KIR

Bi newayeke mezin a hezkirin û azadiyê ya li hemberî rêhevalên xwe, li hemberî dijminên xwe jî bi hêrs û tolhildaneke mezin bedew bû, bi bedewbûnê re bû şoreşger û fermandar. Armanc Goşkar beriya ku şehîd bibe, di nivîsên xwe de wisa qala xwe kiribû “Di sala 1975’an de li gundê Onpinar a Gimgimê ji dayik bûm. Malbata me rewşa wan a aborî baş bû. Malbata me Elewî bû û nirxên çepgiriyê jî serdest bû. Min heta dibistana navîn li gund, lîse li Mêrsînê û zanîngeh jî li Samsûnê xwend.”

Di wan şertan de hay ji nasnameya Kurdbûnê nebûbûm, bêtir bi nirxên sosyalîzmê mezin bûm. Di salên lîseyê de dema ku min ciwanên şoreşger ên xwendekar nas kir, min rastiya Kurd û Kurdistanê û rastiya PKK’ê nas kir. Di vê pêvajoyê de min li ser berxwedana zindanan a Amedê pirtûk xwend û van tiştan bandoreke mezin li min kir. Ji ber ku di malbateke Elewî de mezin bûm, li ser min zextên giran çênebû. Lê di her qada jiyanê de min nêziktêdayinên jinê biçûk dixe dît û li hemberî vî tiştî bertekeke min çêdibû.

Ne zêde kûr be jî vê rewşê ji ber jinbûnê kesayetiya min birîndar dikir. Li hemberî şoreşgeriya romantîk û şerên gerîla yên ji ber xwendina tecrubeyên şoreşên gelên din sempatiya min çêdibû. Di nav PKK’ê de jî gerîlayên jin hebûn, şer dikirin, ev tişt bandoreke mezin li min dikir. Dema ev tişt hatin ba hev, ez tevlî nav PKK’ê bûm.”

JI BO PERWERDEHIYÊ ÇÛ SÛRIYEYÊ

Piştî tevlêbûna nav refên PKK’e ji bo perwerdehiyê çû Sûriyeyê. Di têkoşîna xwe de jî bingehên şoreşgerî li vê derê ava kir. Wê wisa qala lêhûrbûnên xwe yên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikir, “Tarza ku Rêbertî li ser pirsgirêkan radiwestiya, awayê wî yê jiyanê û hevaltiya wî ya bi jinan re, bandoreke mezin li min dikir. Lê ez dûrî wê wateya dîrokî û têkoşînê ya Rêbertî bûm.

Qada Rêbertî qadeke wisa bû ku me rastiya xwe ya rêxistinkirinê û pirsgirêk bi zelalî didît û bi tundî ev tişt derdiket pêşberî me. Nêzikbûn, analîz û metodên çareserkirina pirsgirêkan ên Rêbertî ji aliyekî ve jî bawerî û hêvî dida min. Piştî ku em hatin welat û min pirsgirêk dît, min dest pê kir ku Rêbertî ji kûr ve nas bikim. Bi demê re min didît ku Rêbertî ji bo rêxistin, têkoşînê û ji bo milîtanan tê çi wateyê.”

WEKÎ SARAYÊ ŞERKER Û WEKÎ KEMAL JÎ GOTINA XWE RASTERAST DIGOT

Piştî perwerdehiyên li qada Rêbertiyê li ser şopa xeyalên azadiyê wê di hemû jiyana xwe de bide pey wê, Armanc tê welat. Ji qadên îdeolojîk heta qadên perwerdehiyê, ji gerîlatiyê heta fermandariyê, ji Zagrosan heta Botanê li gelek derên welat û di gelek peywirên ku tevgera azadiyê daye wê, cih digire. Li her qada ku diçe wir, dibe kana lêgerîn, hezkirin û şer. Ji ber vê şerkeriya wê dişibandin Sara û wê wekî Kemal gotina xwe rasterast digot. Her lêgerîna li cem wê mehkûmkirina koletiyê û her şer jî ji bo bidestxistina azadiyê bû.

Ji ber vê jî di hemû nivîsên wê de, di helbestên wê de her dem şer hebû. “Rastiya koletiyê, qutbûna ji vê ferasetê şerekî giran û kûr dixwaze.Di fikrî de mirov dibêje qey jê qut bûye lê di hestan de derdikeve pêşberî mirov, di hestan de mirov dibêje qey ew tişt derbas kiriye lê tu dibînî di tevgeran de derdikeve pêş. Ev tişt bi redkirinên hişk, nerazîbûn û nêtan re nikare were derbaskirin, ji ber ku rewşeke tevlihev e. Dema mirov nikaribe pergalekê derbas bike, dûrî hemû nêtan mirov dikeve bandora wî tiştî. Di vî warî de ez jineke milîtan diketim nav lêhûrbûnên kûr û min dizanî ku pratîzekirina paradîgmaya Rêbertî ji derbaskirina serweriya mêr û derbaskirina koletiya jinan derbas dibe. Ez xwedî îddîa bûm ku li hemberî taybetiyên xwe yên pergala kole û serwer têkoşîneke radîkal bimeşînim.”

Armancê li ser axa Botanê ya ku hezkirina di dilê xwe de û şerê di hişê xwe de kiribû destan, bûbû şahida bi hezaran çîrokên berxwedanê. Li çîroka emrê xwe destanan dinivîse. Dibe xwedî serfirazî, êş, xemgînî û bi tîqetîq dikene. Lê çi dibe bila bibe ji ber ku fermandareke ji Kurdistanê ye, li hemberî zilma zaliman tu carî stûyê xwe xwar nake. Li pişt hemû serkeftinên xwe baweriya ji şer, li pişt hemû têkçûnan jî sonda şer heye. Ji ber vê jî Armanc bi şehadeta xwe êdî xetek e. Bi gotina hemû şervan û rêhevalên wê, ew manîfestoyeke şer bû.”