Mamosteyê MED-DER’ê: Ziman stûna civakê ye

Endam û mamosteyê MED-DER’ê Hirant Ataç diyar kir ku ziman stûna civakê ye û civak bi ziman li ser piyan e.

Li Bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon Kurd dijîn. Lê Kurd li nikarin bi zimanê Kurdî perwerde bibînin. Hêj zimanê Kurdî ne fermî ye û heta niha gelek ji ber fêrî ziman dibin û ziman fêr dikin tên destgîrkirin, girtin û cezakirin.

Li Tirkiyeyê bi xala 42'emîn a Destûra bingehîn, ji xeynî Tirkî hemû ziman hatin qedexekirin. Li gorî vê xalê li Tirkiyeyê zimanê fermî Tirkî ye. Wekî din hemû zimanên din qedexe ne û li dijî fermiyetê ne. Li aliyê din, Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 21'ê Sibata 2000'an de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Ji wê salê heta niha 21 sal in ji bo mirov li zimanê zikmakî xwedî derkevin û teşwîk bikin pîrozbahiyan lidar dixin. Lê li Tirkiyeyê pîrozbahî, perwerdehiya Kurdî û zimanên din hatiye qedexekirin.

Ji ber zagonên dewletan heta niha li ser rûyê cîhanê ji sedî 40'ê zimanan tine bûne an tine dibin. Li ser tevahiya cîhanê tê gotin ku nêzî 7 hezar ziman tên axaftin û 5 hezar çandên herêmî heye. Di nava welatê cîhanê de, herî zêde li Papua Yenî Gîne pir zimanî heye û pir zimanî tê axaftin. Li Yenî Gîne ku nifûsa wê 8 milyon mirov e, nêzî 800 ziman tên axaftin. Edîtorê Atlasa Zimanên Dibin Talûkeyê de yên Cîhanê yê UNESCO Chrîs Molesey, timanên herêmî wekî zimanên ku ji destpêka nivîsandina dîrokê heta niha yên tên axaftin pênase dike.

Piştî NY'ê di 21'ê Sibata 2000'an de wekî Roja Zimanê Cîhanê îlan kir, Kurdan jî piştî 2000'an ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dest bi xebat û kampanyayan kirin. Bi deh hezaran xwendekarên zanîngehê û xwendekarên dibistana seretayî û amedeyî daxwazname dan midûriyeta perwerdehiyê û Wezareta Perwerdehiyê. Piştî demek dirêj Kurdî-Der hat vekirin û Kurdan dest bi Kursa zimanê Kurdî kirin. Lê vê yekê dirêj neajot. Piştî demekê dîsa hemû saziyên xebata ziman dikin hatin girtin. Li Tirkiyeyê ji ber vê xala Destûra Bingehîn, zimanên Kurdî (Soranî, Kirmancki, Kurmancî û Hewramî) Erebî, Gurcî, Lazî, Adigeyî, Boşnakî jî di nav de 35 zimanên din ku li Tiriyeyêyê tên axaftin li dibistanan wekî zimanê fermî nayên qebûlkirin û welatiyên ku zimanê wan ê zikmakî ne Tirkî ye nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Li gorî parazvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê ji sedî 20-25’an ji xeynî Tirkî bi zimanên xwe yên zikmakîdi axivin. Ger ku ev ziman nebin zimanê zikmakî û nebin zimanê perwerdehiyê wê wekî zimanê Ubihcî tine bibin. Li Tirkiyeyê zaravayê Kurdî Kirmancî û nêzî 18 ziman li ber tinebûnê ne. Zimanê Ubik, Mlahso û Yunaniya Kapadokî li ber tinebûnê ne. Dîza zimanê Hertevin û Mlahso û ji malbata zimanê Suryanî Turoyo, Ladino û Gagavuzca, Romanca, Ermenîkiya Rojava, Hemşînî, Lazî, Yunayiya Pontusî, Abazayî, di talûkeyê de ne. Dîsa zimanê Adigece, Abhazca, Kabar-Çerkes li ber tinebûnê ne.

Li Tirkiyeyê 39 ziman tên axaftin, lê niha tenê Tirkî fermî ye. Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon Kurd hene, lê Kurdî hêj qedexe ye. Li aliyê din jî rayedarên hikûmetê her dem li ser ziman propaxanda xwe dikin. Her çend di 2009'an de bi TRT 6 weşana Kurdî kirin jî li gorî polîtîkaya xwe naverok diyar kirin. Dîsa her çend destûr da ku Kurdî-Der bê vekirin û Qursên Kurdî bidin jî di sala 2016'an de hemû sazî û dezgehên Kurdî girtin. Hemû weşanên Kurdî girtin. Dibistana seretayî ya Ferzad Kemanger, dibistana Dayika Uyewş û dibistanên din ên Kurdî girtin. Rojnameya Azadiya Welat ku tekane weşana kurdî dikir girtin. Enstituya Kurdî ya Stenbolê girtin. Li Sakaryayê Kadir Sakçi (43) ji ber bi Kurdî axivî hat kuştin û kurê wî Burhan Sakçi (16) bi giranî birîndar bû. Dîsa li Sakaryayê Şirin Tosun di sala 2019'an de ji ber bi Kurdî axivî kuştin. Dîsan li Enqereyê ciwanê 20 salî Bariş Çakan ê li Muzîka Kurdî guhdar kir hat kuştin. Ev tenê çend mînakin, hema bibêje li hemû bajarên Tirkiyeyê dema Kurd bi Kurdî dixaxivin rastî êrîşan tên û zimanê wan tê qedexe kirin.

Li Tirkiyeyê piştî Rewşa Awarte bi dawî bû Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman (MED-DER) hat vekirin û piştî 4 salan dîsa dest bi xebatên Kurdî kirin. Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partiyên siyasî pêk tê hat avakirin. Dîsa Tora Çand û Ziman a ji gelek nivîskar, rewşenber, hunermend, rojnameger û hiqûqnasan pêk tê hat avakirin.

Endam û mamosteyê MED-DER’ê Hirant Ataç, derbarê zext, qedexe, êrîşên li ser zimanê Kurdî û xebatên MED-DER’ê axivî. Ataç da zanîn ku ji dîrokê heta niha timî zimanê Kurdî hatiye qedexekirin û got: “Li ser rûyê cîhanê, her mirov li ser ziman û çanda xwe şîn dibe. Ji bo dîrok û çanda me winda nebe û her tim şîn bimîne divê her kes bi zimanê xwe biaxive û zimanê xwe pêş bixe. Ziman stûna civakê ye û civak bi ziman li ser piyan e.”

‘DEWLET DIXWAZE KURDAN BÊ BÎR BIHÊLE’

Ataç anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê dema ku mirov li ser zimanê xwe xebat bide meşandin, timî rastî zext û zordestiya dewletê tê û wiha pêde çû: “Ji dîrokê heta niha zimanê Kurdî tine hatiye dîtin. Di demên dawî de dewlet dibêje zimanê Kurdî heye, lê têrî xwendin û nivîsandinê nake. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dema ku Kurd bixwazin li ser zimanê xwe xebatan bidin meşandin û zimanê xwe biaxivin rastî zext û tundiya dewletê tên. Dewlet berî zimanê zikmakî dixwaze hemû zarok bi zimanê wan mezin bibin û werin perwerdekirin. Li Tirkiyeyê kesên bi Tirkî nepeyvîn û bi zimanê xwe bi peyvînin weke mirovê duyemîn û bê şaristanî tê dîtin. Ji ber zextên dewletê û polîtîkayên pişaftinê Kurd hezkirin û hêrsa xwe bi zimanek biyanî dijî û dixwaze wan ji çanda wan dur bike. Dewlet dixwaze Kurdan bê bîr bihêle û bi zimanê xwe çand û dîroka xwe di mejiyê wan de şîn bike. Ev polîtîkayek taybete li ser axa Kurdistanê tê meşandin.”

‘ZIMANÊ KURDÎ DI HER ALÎ DE TÊR Û TIJIYE’

Ataç bilêv kir ku ji bo ku ew polîtîkayên dewletê yên di aliyê ziman de vala derbixinin, divê her ferdek civakê bi Kurdî biaxive û wiha dom kir: “Li dijî polîtîkayên dewletê yên pişaftinê, em ji dewlêre dibêjin zimanê Kurdî di her alî de têr û tijiye, zimanê me têra her tiştî dike û zimanê bîr û ramanê ye. UNESCO balê dikêşe li ser zimanê ber bi windabûnê ve diçe û dibêje; ‘her ziman li ser rûyê cîhanê dîrokek e. Dema ku ev dîrok hemû tên li gel hev, jêre dîroka gerdûnî tê gotin. Eger ku di dîroka gerdûnî de em nav û dengê xwe nedin, we demê ew dîrok jî winda dibe û diçe.’ Ji bo vê yekê divê her Kurdek destpêkê bi zimanê xwe biaxive. Bi taybetî jî malbat bi zarokên xwe re Kurdî bipeyvîn û bikin ku zarokên wan bi ziman û çanda xwe mezin bibin.”

‘BAR DIKEVE LI SER MILÊ MALBATAN’

Ataç bal kişand li ser xebatên MED-DER’ê yên li ser ziman û wiha got: “Ji wexta şewba covîd-19 derket û vir ve em online waneyên Kurdî didin. Niha em bi du zaraveyên Kurdî yên Kurmancî û Kirmanckî perwerdehiyê didin. Eger daxwaz hebe em dikarin bi herdu zaravayên din jî qûrsê vekin. Niha em tenê dikarin li ser onlîne qûrsan vekin û perwerdehiyê bidin. Lê berî her tiştî rol dikeve li ser milê kesê dixwaze hîn bibe. Divê berî her tiştî bi Kurdî bifikire û bîne ziman. Divê her malê de, Kurdî were axaftin û malbat zarokên xwe hînî Kurdî bikin. Divê ti malbate nebêje piştî dibistanê ez zarokên xwe hînî Kurdî bikim. Divê berî her tiştî zarok hînî zimanê xwe bibin. Bar dikeve li ser malbatan.”

STARTA KAMPANYAYÊ 21’Ê SIBATÊ YE

Ataç destnîşa kir ku bi boneya 21’ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî di pêşengtiya Tora Ziman û Çanda Kurdî li ser platformên medya civakî bi sernavê “Ez di zimanê zikmakî de perwerdehiyê dixwazim” kampanya îmzeyan a onlîne bidin destpêkirin û wê kampanya bi tevahî rêxistinên Kurdan û komên ziman re were birêve birin. Ataç, li ser armanca kampanyayê jî axivî û got: “Armanca ji vê kampanyayê ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Her ku diçe li Kurdistanê ji ber zextên dewletê zimanê Kurdî ji holê radibe. Li dijî êrîşên li ser zimane em dibêjin zimanê me têra her tiştê dike û em dikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibinin. Wê kampnaya jî 21’ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî heta 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî birêve bibin. Ez bang li her Kurdekê dikim ku tevlî vê kampanayê bibe.

Dîsan bi boneya girîngî û wateya rojê em bernameya televziyonê amade dikin. Her wiha balê dikêşin li ser qedexeya li ser ziman û bang li gel dikin ku gelo ji bo zimanê xwe hûn çi dikin? û derbarê qedexeya li ser ziman de hûn çi difikirin? Divê mijarê de em ji gel dixwazin ku bi dîmen hestên xwe parve bikin û bi rêya medya civakî re ji me re ragihînin.”