Mamoste Şemal li ber mala xwe ya li Kifriyê hat bibîranîn

Suheyl Xurşîd bi nasnav Mamoste Şemal ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetiilkirin, li Kifriyê li cihê ku lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn.

Di 28’ê Tebaxa sala 2022’yan de Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadiya Kurdistanê, Nivîskar û Dîroknas Suheyl Xurşîd bi nasnav Mamoste Şemal, li ber mala xwe ya li bajarokê Kifrî, bi gulebaranê hate şehîdxistin. Îro salek li ser şehîdbûna Mamosta Şemal re derbaz dibe, lê hîna kujer û hevkarên wan nehatine girtin.

Mamoste Şemal di yekemîn salvegera qetilkirina xwe de ji aliyê malbat, hevrê û hinek ji kesayetên civakê li ber mala wî ya li bajarokê Kifrî a ser bi îdareya Germiyanê ku li wê derê hatibû şehîdxistin, hate bibîranîn. Di bîranînê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Şemal Namire” hatin berzkirin. Her wiha ji bo rêz û wefaya temenê Mamosta Şemal 63 gul li cihê hat şehîdxistin hatin danîn û piştre şitil hatin çandin.

Her wiha wê her sal li nêzîkî cihê şehîdxistina Mamoste Şemal şitil werin çandin û wek kevneşopiyekê berdewam bike.