Mam Qasim: Bila êdî Êzidî bêjin 'Bes e ji fermanê re'

"Tişta ku bi ser me Êzidiya hatî ne tiştekî hêsan e. Ji ber vê yekê em hêvî ji tevahiya gelê xwe dikin ku xwe bi rêxistin bikin, xwe zane bikin, da ku careke din ferman li me ranebe. Em êdî bêjin bes e ji fermanê re."

Li ser fermana 73'an, ku bi ser civaka Êzidî ya li Şengalê ve rabû, welatiyê bi navê Qasim Mûrad Xelef ji ajansa me re axivî.

Xelef got, "Fermanên beriya niha li me civaka Êzidî rabûn, me beriya niha ji dayik û bavên xwe dibihîstin. Mîna çîrokan bi me dihatin, me bi vî rengî li wan guhdarî dikir. Me ti feyde û tecrûbe jê negirt. Me timî pişta xwe bi hinekan û kesên din germ dikir û em di wê baweriyê de bûn ku wê li me xwedî derkevin."

Mûrad Xelef wiha dewam kir: "Dema parêzgeha Mûsilê ket destê DAIŞ'ê, li gorî me bihîstî, nêzî 1700 wesayitên zirxî yên hikuemta Iraqê ketin destê çeteyan. Û dema ku Şengal ji aliyê çeteyan ve dorpêç bû, gelê Şengalê digot, tifaqî di navbera DAIŞ'ê û hikumeta Herêma Kurdistanê de heye. Ji ber ku digotin, wê ber bi me ve neyên û armanca çeteyan tenê xistina rejîma Iraqê, Malîkî û dostên wî ye."

Xelef anî ziman, piştî ku Mûsil kete destê DAIŞ'ê, êdî derdora Şengalê bi temamî kete destê çeteyan û diyar kir, gava ku Tilefer kete destê çeteyan, gelê wê derê koçberî Şengalê bû û civaka Êzidî deriyê xwe li wan vekir.

Mam Qasim wiha dewam kir: "Piştî ku derdora me hemû kete destê çeteyan, roja 3'ê Tebaxê êrîşî gundê Gir Zerik kirin. Li vî gundî gelê bi rengekî bêhempa li ber xwe da, lê nekarî bi çekên sivik li hemberî wesayitên çeteyan bisekinin. Saet di 7'ê sibê de êdî gel dest bi valakirina Şengalê kir û berê xwe da çiyê."

Xelef got, "Di vê fermanê de em rû bi rûyî her cûrê zehmetiyan bûn. Bi hezaran însanên me me ketin destê çetayan û hatin kuştin, destavêtin li wan hate kirin, mîna koleyan hatin revandin. Yanî Şengal ji her alî ve hate talankirin. Piştî ku şervanên azadiyê hatin û li hember çeteyan şer kirin êdî ew tirsa bi milet re hinekî şikest û dîtin ku êdî şer li hember çeteyan dibe. Li ser vî esasî li ser lofeyên Şengalê li wir milet li wan kom bûn û şer kirin. Piştî çend rojan korîdorek hate vekirin û însanên me ku ji ber DAIŞ'ê reviya bûn tê re derbas bûn."

Di dawiya axaftina xwe de Qasim Mûrad Xelef got, "Tişta ku bi ser me Êzidiya hatî ne tiştekî hêsan e. Ji ber vê yekê em hêvî ji tevahiya gelê xwe dikin ku xwe bi rêxistin bikin, xwe zane bikin, da ku careke din ferman li me ranebe. Em êdî bêjin bese ji fermanê re. Bila gelê mrabe ser xwe û azadiya xwe bixwaze."